STENBOL - Mamasteyê Şirnexî Dundar Kerçîn yê di ezmûna “Xwendeyê li Derveyî Welat Were Peywirdarkirin” de 90 pûan girtiye piştî pirsa “Tu ji ku derê jî?” bersivand, ji mulakatê derbas nebû.
Soza ku “Dê mulakat werin rakirin” a beriya hilbijartinê hatibû dayîn nehate pêkanîn û bêusiliyên di mulakatan de tên kirin jî didomin. Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî (MEB) di 3’yê sibatê de ezmûna “Xwendeyê ku dê li derveyî welat were peywirdarkirin” li dar xist. Mamosteyê Zanistên Civakî Dundar Kerçîn di ezmûna nivîskî de 90 pûan girt û di nav 40 kesên ku dê biçin derveyî welat de cih girt. Di di vê çarçoveyê de di 17’ê nîsanê de bang li Kerçîn kirin ku tev li mulakatê bikin. Kerçîn ji 4 pirsan 3’yê wan rast bersivand. Lê belê 44 pûan dan Kerçîn. Kerçîn ê ji mulakatê derbas nebûye ji MEB’ê re îtîraz kir û îtîraza wî hate redkirin.
SERÎ LI CÎMERÊ DA
Kerçîn herî dawî serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da û xwest ev pirsên wî werin bersivandin: “Sedema daxistina pûanên min ên têkildarî rewşa min çi ye? Endamên lijneyê yên mulakatê dinirxînin, di kîjan mijarê de pispor in û tecrûbeyên wan yên çi ne? Di vê pêvajoyê de ji mulakatê pûanên hêrî kêm û yên herî zêde hatine dayîn kîjan in?”
‘TECRUBEYÊN MIN ÇÊBÛN’
Kerçîn têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. Kerçîn diyar kir ku ew li Wan û Stenbolê pîşeya mamostetiyê kiriye, di vê pêvajoyê de tecrubeyên cidî jiyaye. Kerçîn da zanîn ku MEB’ê herî kêm di 5 beşên cuda de mamosteyên peywirê dikin, dişîne derveyî welat û ew bi xwe jî wek mamosteyê Tirkî ji bo wî jî bişînin serlêdan kiriye. Kerçîn bi bîr xist ku xwendekarên derdikevin derveyî welat, dersên zimanê tirkî didin xwendekaran û wiha got: “MEB mamosteyan li gelek deverên cîhanê peywirdar dike. Wekî Fransa, Almanya û Komarên Tirkî. Min jî xwest di welatên îngilîzî lê tê axaftin, serlêdanê bikim. Mamosteyên serî li vê komê didin li Qraltiya Yekgirtî, Îtalya û hwd. tên peywirdarkirin. Hejmara momasteyên ji bo vê komê tên girtin 40 e.
‘DEST BI PÊKANÎNA DU MULAKATAN KIRIN’
Kerçîn axaftina xwe wiha domand: “Wezaret heya niha mamosteyên serlêdanê kirine yek ji ezmûna nivîskî yek jî mulakatê disepand. Lê belê tevî ku gotibûn dê mulakat werin rakirin jî îsal yekem carê li şûna mulakatekê, du mulakat hatin kirin. Hat destnîşankirin ku dê mulakata ewil bibe ezmûna nivîskî dê mulakata duyem de jî cewhera takesekî were nirxandin.
PIRSÊN DERVEYÎ MIJARÊ: JI KU DERÊ YÎ?
Kerçîn bi bîr xist ku ew li gorî şertên MEB’ê jê xwestiye guncav e û wiha pe de çû: “Ez bi hemû agahiyên xwe ve, di jiyana xwe de bi hemû kirinên xwe ve bi belgeyên tije dosyeyekî tev li mulakatê bûm. Min ji 4 pirsan, 3’yê wan rast bersivandin lê belê pirsa çarem a derveyî mijarê “Ji ku derê yî” hate pirsîn. Min xwest sedema pirsîna vê pirsê ji serokê komîsyonê hîn bibim lê belê bersivekî zelal nedan min. Pirsên bi awayî li gorî rêgeza bêalîbûnê nîn in û dibin sedema niqaşkirina agahiyên endam. Divê mulakat li gorî serweriya pîşeyî û guncabûna peywirê werin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de pirsîna bajarê min derveyî armanca mulakatê ye.”
SEDEMÊN DERBAS NEKIRINÊ
Kerçîn bi bîr xist ku ew ji ezmûna nivîskî 90 pûan girtiye lê belê ji mulakatê 44 pûan dane wî. Kerçîn vê reşwê wek “bêedaletiyekî mezin” nirxand, destnîşan kir ku ew ji Şirnexê ye û têkildarî derbasnebûna ji mulakatê jî ev tişt gotin: “Dema ez bi ser sedemên derbasnebûna ji mulakatê difikirim tişta ewil tê hişê min pirsa ‘tu ji ku derê yî?” bû. Sedemekî duyem jî endambûna min a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitîm Sen) ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ye. Ji ber ku dema min amadehiyên vê ezmûnê dikir, gelek kesan anî ziman ku ‘endamên Egîtîm Senê naşînin’. Bi rastî jî tevî hemû şertên wezaretê ji min dixwest min pêk anîn jî min ji mulakatê derbas nekirin û min neşandin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû