Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin

img

MÊRSÎN - Şaxa ÎHD’a Mêrsînê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Behra Spî eşkere kir. Sekreterê komeleyê Bekir Sitki Keçecî wiha got: “Bijîşkên li raporên ji ATK’ê re tên şandin dinêrin, helwestên siyasî nîşan didin û li pêşiya tehliyekirina girtiyên nexweş digirin.” 

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Mêrsînê û Herêma Akdenîzê eşkere kir. Rapor, bi nivîskî hate weşandin û binpêkirinên di mehên nîsan, gulan û hezîranê esas hatine girtin. Di raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a bi Tîpa T a Tarsusê, Girtîgeha Tîpa T-1 a Tarsusê, Girtîgeha Tîpa T-3 ya Tarsusê, Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê, Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê cih girtin. 
 
Rapor, bi rêya faks û nameyên girtiyan şandin û agahiyên malbat û parêzeran dane hatiye amadekirin. Di raporê de bi taybet jî bal kişandin ser Girtîgeha Kampusa Tarsusê. 
 
GIRTÎGEHA KAMPUSA TARSUSÊ
 
Di raporê de cih da hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Kampusa Tarsusê. Girtiyan da zanîn ku lêgerîna tazî zêde bûye, ji ber ku ava paqij nayê dayin ji hêla hîjyenê ve pirsgirêkan dijîn, tehliyeyên girtiyan bi keyfî tên astengkirin, di mijara xwegihandina pirtûk û materyalên çapkirî de pirsgirêkan dijîn, name û radyo tên astengkirin, girtiyên nexweş ên nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin nayên tedawîkirin. Her wiha hat gotin ku girtî di nava şert û mercên biçûkxistinê de tên ragirtin, rastî heqaretên xebatkarên girtîgehê tên û serdegirtinên bi şev zêde bûne. 
 
20 GIRTIYÊN NEXWEŞIYÊN WAN GIRAN HENE 
 
Bi domdarî di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehê 20 girtiyên nexweşiya wan giran hene, muameleyeke li dijî mafên mirovan tê kirin û bi taybet jî mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. 
 
PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ
 
Di raporê de têkildarî pirsgirêkên heyî ev çareserî hatin pêşniyarkirin: 
 
“*Divê îdareya girtîgehê li gorî standartên neteweyî û navneteweyî tevbigere û mercên girtîgehê baş bike. 
 
*Divê sererastkirinên li gorî Qeydên Mandela û standartên din ên navneteweyî bên kirin. 
 
*Hewceye li girtîgehan venêrînên serbixwe bên kirin û li girtîgehan mercên tenduristî û xweyîbûnê bên başkirin. 
 
*Hewceya sepana muayeneya destkelemçekirî û cezayên disiplînê bi dawî bibin, girtî bikarin mafên xwe yên civakî û agahîgirtinê bi kar bînin. 
 
*Divê daxwaza girtiyan a sewqkirina girtîgehên nêzî malbatên wan were qebûlkirin û li dijî bûyerên întîharê tevdîr bên girtin.” 
 
TEHILIYE TÊN ASTENGKIRIN
 
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekir Sitki Keçecî têkildarî raporê axivî û got ku li tevahiya girtîgehan mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Keçecî, diyar kir ku bi taybet jî ji ber sepana lêgerîna tazî girtiyên jin ji mafê xwe yê muayeneyê mehrûm dimînin û wiha got: “Dema dibin nexweşxaneyê lêgerîna nava dev lê tê ferzkirin lewma bêyî tedawî bibin vedigerin. Xwarinê kêm didin. Ava germ a ji bo paqijiyê kêm didin û demekî kin didin. Birîna avê weke amûrekî zextê tê bikaranîn. Her wiha raporên dê ji bo Saziya Tipa Edlî (ATK) bên şandin, tên astengkirin. Heke rapor bên dayin jî îcar ji ber nêrîna siyasî ya bijîşk, di girtiyên ji sedî 80 astengdar an jî gurçikên wan ji sedî 84 naxebitin de jî rêje kêm tê nîşandan. Raporên nexweşxaneyan hev nagirin. Bi vê yekê pêşî li tehliyekirina girtiyên nexweş tê girtin.” 
 
‘NÊZIKATIYÊN NÎJADPEREST HENE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Keçecî anî ziman ku pêwendiyên di navbera girtiyan de tên astengkirin, nameyên girtiyan nivîsandine nayên şandin, daxwazname jî nagihijin ber destê saziyên jê re hatine şandin. Keçecî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta nameyên ji komeleya me re tên şandin jî heke bi temînata îadeyê neyên şandin nayên dayin. Ev jî pereyeke zêde digire. Mijarên pirtûk, kovar û hwd. jî li gorî keyfa rêveberiya girtîgehê ye. Pirtûkên bi kurdî, kovar, helbest û hwd. bi tu awayî nayên dayin. Di heman demê de pirtûkên li gorî xwe weke qedexe dibînin jî bi îdiaya ‘fikaredar e’ nayên dayin. Nêzikatiyeke nîjadperest a bi vî rengî heye. Me rapora xwe ya sê mehan amade kir. Dema me ev rapor amade dikir, me xebata xwe li gel Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û TUAYDER’ê meşand. Em piştevaniyê didin hev. Em ê vê raporê ji Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê, Wezareta Dadê, Yekîneye Mafên Mirovan a Walîtiyê, Lijneya Şopandinê ya Girtîgehan, yekîneyên edlî, partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan re bişînin û ji bo tevdîrên pêwîst bên girtin dê wan agahdar bikin.” 
 

Sernavên din

02/08/2024
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’