Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye

img

WAN - Aktivîsta TJA'yê Çaglar Demîrel diyar kir ku êrişên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî rengvedana tecrîda Îmraliyê ye û got ku çareserî ew e ku tecrîd bê rakirin û gel bi awayekî azad bijîn.

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtiye, 41 meh in tu agahî nayê girtin. Agahînegirtina ji Abdullah Ocalan siyaseta şer kûrtir dike û polîtîkaya tecrîdê li her qadê belav dike. Di encamê de êrişî mekanîzmayên çandî û zimanê kurdan tê kirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel pergala tecrîdê û rengevdanên wê nirxandin.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel
 
Demîrel diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava krîzê de ye û bi zext, tundî û tecrîdê hewl dide vê pêvajoyê bi rê ve bibe û got ku çawa berê nikaribin û bi pêkanîn asîmalsyon ûnkarkirinê bi ser bikevin wê îro jî nikaribin. 
 
Demîrel diyar kir ku welat bi rêbazên antîdemokratîk tê birêvebirin û li cihê ku demokrasî lê nebe serkeftin pêk nayê û wiha got: “Rêya bingehîn a avakirina demokrasiyê û pêşxistina azadiyê rêzgirtina li bawerî û çanda gelan e. Vê rewşê em bi polîtîkayeke ku me ji salên 1990’î wêdetir dibe re rû bi r hiştî. Îro em dibînin ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye, hemû gel xistiye nava tecrîdeke giştî. Sedema ku em dibêjin navnîşana çareseriyê Îmralî ye ew e ku divê hemû qada jiyanê ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Hemû êrişên ku îro li ser ziman û çanda kurdî tên kirin, nîşaneya tecrîdê ne. Ji ber ku desthilat heta demokrasiyê ava neke û perspektîfeke demokratîk, azadîxwaz ava neke, nikare ji krîzan xelas bibe." 
 
‘ÇARESERÎ RAKIRINA TECRÎDÊ YE’ 
 
Demîrel diyar kir ku êrişên li ser ziman, çand û govendên kurdan di encama hemû pêkanînên dijdemokratîk de dest pê kirine û got: “Di asteke ku paşde diçin û li cihên paşverûtir li çareseriyê digerin. Lê belê çareserî rakirina tecrîdê û azadkirina gel û baweriyan e. Tenê dema ku tecrîd rabe hemû gel dikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin. Ji ber vê sedemê em dibêjin dev ji van polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên li ser civakê berdin, bi taybetî jî tecrîda Îmraliyê.”
 
‘TEVGERA SIYASÎ YA KURD NE BÊALTERNATÎF E'
 
Demîrel anî ziman ku berê zilm li kurdan dihat kirin, lê tu desthilateke ku zextan dikir bi ser neketiye û wiha domand: “Wekî berê îro jî şansê serkeftinê yê desthilatê nîne. Em dixwazin bînin ziman ku nêzîkatiya înkarkirin, parçekirin, qedexekirina ziman, qedexekirina çandê nayê qebûlkirin. Tevgera siyasî ya kurd tu carî bê alternatîf namîne û di vê mijarê de em diyar dikin ku em bê alternatîf nîn in. Em têdikoşin ku têgihiştineke demokratîk, civakî bidin jiyîn. Ji ber vê yekê em tu carî dev ji zimanê xwe û çanda xwe bernadin, gelê me dest ji vê bernade. Me girtin, komkujî, qedexe dîtin. Tiştekî ku me nedîtiye tune. Gelo ev bi ser ketin? Na, nebû û wê nebe jî. Têkoşîn dê berdewam bike."
 
 

Sernavên din

08/08/2024
13:13 Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Li Miksê dawet êdî girêdayî ‘destûra’ cendirmeyan e!
11:30 Medya desthilatdariyê derewek din li derewên xwe zêde kir
11:14 Bahçecî bertek nîşanî PDK’ê da: We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd
11:08 Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin
11:00 Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin
10:52 Fikrên Enver Paşa di hişê AKP’ê de ne: Rejîma ‘qirkirina nepen’
10:21 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
10:20 Kana xîzî ya li Koseliyê dibe sedema mirina welatiyan
10:19 Li Bazarcixê şeva piştevaniyê hat lidarxistin
09:37 Li Sîteya 3’yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê şewat derket
09:36 Li Îmraliyê qanûn pêk nayê: Ne biryara DMME’yê ne jî ‘mafê hêviyê’ tê bicihanîn
09:35 Remzî Kartal: AKP'ê hişê xwe xwariye, Tirkiye di pêvajoya guherînê de ye
09:24 Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin
09:18 Karamus: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêdivî bi seferberiyê heye
09:01 Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir
09:00 Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
09:00 Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN
07/08/2024
21:50 Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman
21:47 Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin
20:43 Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin
19:43 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bên
16:55 Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket
16:51 Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya
16:27 Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin
16:01 Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an
15:06 Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê
14:43 DYA’ê ji ber îxracata bi Rûsyayê re Tirkiye hişyar kir
14:23 Hatimogûllari li Îdirê li pirsgirêkên karker û bêrîvanan guhdar kir
14:11 Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin
13:36 Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
13:22 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
13:08 Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin
13:02 Li Behra Spî erdhej
12:28 Şewata li Dêrsimê hate vemirandin
12:08 Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan
12:01 Tecrîdkirina Ocalan di rojeva parlamentoya Awistralyayê de ye
11:51 Weliyê ku Tirkiyeyê radestî komên paramîlîter kiribû, bi fîdyeyê hate berdan
11:33 Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin
11:32 Îdiaya TUÎK’ê: Yek ji saziya herî şefaf a cîhanê em in!
11:05 MKG: Rojnamegerên jin di dorpêça darazê de ne
10:33 Serokê hikûmetê yê demkî yê Bangladeşê diyar bû
10:33 Nehiştin girtî Sert bi malbata xwe re wêneyeke komî bikişîne
09:47 Hêzên bi ser Şamê ve êrişî Dêrazorê kirin: 2 kes hatin kuştin
09:46 Jineolojî di hejmara nû de li ser ‘Başûr’ disekine
09:44 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Çakmak: Sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e
09:43 PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin
09:27 Hevserokê SYKP’ê Tîtîz: Sedema esasî ya krîza aborî şer e
09:26 Di ezmûnê de bi ser ketin, walîtiyê pêşî li wan girt
09:24 Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye
09:23 Li Zapê şerekî dijwar diqewime
09:05 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:05 Ji ber netevdîrgirtinê qeza çêdibin: Ji dêvla hûn bela xwe di kurdî bidin tevdîrê bigirin
09:04 ‘Aram Tîgran dê her tim di dilê kurdan de bijî’
09:03 Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin
09:00 Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2024'AN
06/08/2024
21:12 Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin
20:15 Rojnamevan Ren hat berdan
16:51 Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
16:03 Muxalefetê ji bo qedexekirina Instagramê banga civîna awarte kir
15:15 Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin
15:14 Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin
14:57 SES: Ji ber ku tevdîr nayên girtin em dimirin
14:22 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz ji bo Erdogan got ‘Dîktator’
14:01 Li Şirnexê Konferansa Jinan hat lidarxistin
13:34 9 baregehên nû hatin çêkirin, 184 malbatan malên xwe terikandin
13:25 Ji bo pirsa xizmeta bi kurdî bersiva ‘dewleta tirk dabeş nabe’ da
13:24 Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin
12:42 Ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê doz hat vekirin
12:29 Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê encamnameya komxebeta xwe eşkere kir
11:52 ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 144 karker mirin
11:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:18 Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
09:51 Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê
09:50 Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî û PADÊ bên girtin
09:42 Demîr bang li muxalefetê kir: Em li dijî polîtîkayên şer bibin yek
09:40 Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin
09:31 Li Agiriyê sewalkar yek bi yek îflas dikin
09:15 Hem hilberîner hem cotkar zehmetiyê dikişînin
09:09 Ji ber ku bi kurdî axivî hevdîtin hat bidawîkirin
09:08 Di kampanya ‘azadiyê’ de wê bikin ku NY bikeve tevgerê
09:07 'Em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin êrişan'
09:07 Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne
09:02 Newroz Uysal: Di hevdîtinên me de daxwaza lezgîn a yekitiya neteweyî hat kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN
08:44 Li Osmaniyeyê serdegirtinên ‘govendê’: 5 kes hatin binçavkirin
08:34 Bacên gumrikê hatin zêdekirin
05/08/2024
23:32 Li Êlihê Şevbuhêrka Dengbêjan
22:17 Li Stenbol û Îzmîrê nobeda li dijî qeyûm: Wê gelê kurd bi ser bikeve
17:53 Ên li Herekolê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
16:58 Di çalakiya 'Deng bide azadiyê' de gazî kirin: Dawî li tecrîdê bînin
15:50 729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne!
15:35 Di şewata li Şankûşê de rezên gundiyan jî şewitî
15:12 Cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan hatin kirin
15:08 Hatimogûllari: Bila biryarên DMME’yê bên sepandin
Bakirhan: Divê Can Atalay demildest bê tehliyekirin
15:03 Werîşe Muradî dadgehê protesto kir û beşdarî danişînê nebû