ENQERE - Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, diyar kir ku êrişên bi hevkariya PDK'ê pêngava dawî ya desthilata AKP'ê ye û got: "Hevsengiya wan xera bû. Tirkiye di nava pêvajoyeke mezin a guherînê de ye."
Piştî kuştina yek ji rêberên paybilind ên Hamasê Îsmaîl Heniye, aloziya li Rojhilata Navînê hîn zêdetir bû. Li gel vê Îran daxuyaniyên "heyfhilanînê" dan û Îsraîlê jî êrişên xwe ber bi Lubnanê ve berfireh kirin.
Geşedanên li Rojhilata Navînê ku alozî lê zêde dibin, bi vê re sînordar namînin. Tirkiye jî ji aloziyê sûd werdigire û li dijî destkeftiyên kurdan hewldanên xwe zêde kir. Tirkiye ji aliyekî ve di destpêka meha Tîrmehê de bi piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Federe berfireh kirın, li aliyê din jî ji bo jiholêrakirina statuya Bakur ü Rojhılatö Sürıyeyö hewl dide ew û Beşar Esad li hev bên.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal der barê geşedanên li Rojhilata Navînê de û bandora wan a li ser erdnîgariya Kurdistanê pirsên me bersivandin.
Piştî kuştina Haniye alozî zêde bû. Îranê daxuyaniyên "heyfstendinê" dan û Îsraîlê jî dest bi êrişine nû kir. Hûn van geşedanan çawa şîrove dikin? WÊ ev tevlîhevî ber bi ku ve biçe.
Ev şerê dijwar ê li Rojhilata Navînê bi krîza pergala kapîtalîst a cîhanê ve girêdayî ye. Bi gotineke din, karakterê pergalê ye; dixwaze krîzê bi şer çareser bike. Hêzên navneteweyî armanc dikin ku bi van şeran serdestiya xwe li hemû cîhanê xurt bikin, pîşesaziya şer pêş bixin û li ser vê bingehê serdestiyê biparêzin. Netanyahû û komên olî û radîkal ên ku pê re hevalbend in dixwazin ji vê pêvajoyê sûd werbigirin û polîtîkayên xwe yên şer pêş bixin. Bi awayekî din, Îran jî di çarçoveya stratejiya xwe de serweriya xwe ya herêmî bi berdewamî baştir dike. Wisa xuya dike ku ev polîtîkayên êrişê hem li hemberî raya giştî û hem jî li hemberî rêveberên siyasî wê di vê pêvajoyê de hîn zêdetir pêş bikevin.
Gelo wê Îran bertekeke çawa bide?
Karê Îranê zehmet e. Ji ber ku di bin zexta navneteweyî de ye û naxwaze rasterast beşdarî şerekî mezin bibe. Wê şer, krîz û bêîstîqrarî dê her ku biçe zêdetir bibe.
Em nikarin bersiveke tam bidin. Lê karê Îranê zehmet e. Ji ber ku di bin zexta navneteweyî de ye û naxwaze rasterast beşdarî şerekî mezin bibe. Ev jî ji bo Îranê gelekî zehmet e. Piştî kuştina Haniye, hatina wezîrê karên derve yê Urdinê bo Îranê, bi rastî ragihandina peyama Amerîkayê û hêzên girêdayî Amerîkayê û bi taybetî ya Ingilistanê bû. Ev serdan, li ser esasê negurkirina şer bû. Berê di êrişa li dijî Îsraîlê de jî heman tişt hatibûn kirin. Di hevdîtinan de êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê hema hema di çarçoveya lihevkirineke hevpar de hatin kontrolkirin. Îsraîl jî vê yekê dizane. Hêzên navneteweyî jî vê dizanin. Di vê çarçoveyê de zehmet e ku mirov bi zelalî bibêje ku dê serdema bê çawa be, lê şer, krîz û bêîstîqrarî dê her ku biçe zêdetir bibe.
Gelo tu têkiliya van geşedanên dawî bi "Projeya Rêya Pêşvebirinê" ya di navbera Tirkiye-Iraqê de û rêya enerjiya ya ji Hindistanê heya Ewropayê diçe, heye?
Di vê pêvajoya bi navê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de yek ji armancên sereke jî serdestkirina rêyên enerjiyê û çavkaniyên enerjiyê ye. Xeta enerjiyê ya ku ji Hindistan, welatên Ereb, Urdun, Îsraîl, Qibris û Yewnanîstanê dihat plankirin Tirkiyeyê li derve hiştibû. Ev yek ji bo Tirkiyeyê rewşeke pir dijwar bû. Jixwe Erdogan di asta herî jor de behsa wê kiribû. Niha Erdogan bi projeyeke alternatîf, bi taybetî Projeya Rêya Pêşvebirinê, li ser esasê ku Iraqê daxilî projeya xwe bike, tevdigere. Lê ya diyar ew e ku armanca sereke ya vê pêngavê sînordarkirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya ku mezin dibe, geş dibe û nayê rawestandin û di vê pêvajoyê de tasfiyekirina wê ye. Ji bo vê jî bi Iraqê re projeyeke hevpar çêdike û bi rastî jî zerfê diavêje Iraqê. Dixwaze bi projeyek ku rê li ber pêşketina wê veke, Iraqê jî têxe nava vê pêvajoyê.
Wê karibe bi ser bikeve?
Tê zanîn ku Tirkiye çiqas zehmet e. Ji ber ku di 10 salên dawî de konsepteke leşkerî ya nû pêş xistin, lê bi ser neketin û encam negirtin. Aboriya wan têk çû û di van hilbijartinên dawî de di warê siyasî de winda kirin. Ji ber vê yekê jî qebûl kirin ku bi tena serê xwe nikarin ji astengiya li hemberî PKK'ê derkevin û li ser vê bingehê ber bi derve ve dest bi pêngavekê kirin.
Misir, Erebistana Siûdî, Mîrtiyên Ereb ên Yekbûyî, Qeter, Îran, Ewropa, Amerîka... xwestin her kesî tevlî vê pêvajoyê bikin. Bi konsepteke ku hem di aliyê aborî de rê li ber Tirkiyeyê veke û hem jî alîkariya leşkerî werdigire dest bi seferberiyê kirin. Lê ew dest vala vegeriyan. Tenê bi Iraq û PDK’ê re têkilî danîn. Metirsiyek heye, lê keys heye. Ji bo hilweşandina faşîzma dewleta tirk, hilweşîna xiyanetê û destpêkirina pêvajoyeke nû, di çarçoveya konseptek nû de ku li ser esasê çareseriya demokratîk a pirsgirêka çar parçeyên Kurdistanê û yekîtiya wekhev a gelan e, zemîna rûxandina faşîzma dewleta tirk heye.
Têkiliya bi Iraq û PDK'ê re hatiye danîn di rpjevê de ye; Tê diyarkirin ku bi êrişên dawî re tê xwestin di navbera Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de herêmeke tampon bê avakirin. Hûn vê çawa dinirxînin.?
Tirkiye di çerçoveya Mûsil, Kerkûk û Helebê de li herêmê xewna osmaniyan ji nû ve bi ruh û can bike. Lê em dikarin vê bibêjin; Mirşka birçî di xewna xwe de garisan dibîne.
Hem ji bo dewleta tirk, hem ji bo PDK hem jî ji bo eniyên DAIŞ’ê armanceke hevpar e. Çawa? Di çarçoveya Peymana Neteweyî (Mîsak-î Mîllî) de, di çarçoveya Mûsil û Kerkûkê de bernameya dewleta tirk heye. Ji wir ber bi Helebê ve. Alternatîfa li hemberî desthilatdariya PDK’ê, jiholêrakirina hemû tevgerên siyasî yên kurd e. Wê rê li ber desthilatdariya wê veke. Wê li Rojava rê li ber xwe veke. Rûsya û Şam wê bi hevpeymana xwe ya li ser Şamê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sîstema wê bikin hedef. Li aliyê din ji Sûriyeyê re gotin: 'Em hurmeta axa we digirin. Em li vir tenê dixwazin gefên li ser welatê xwe ji holê rakin.' Bi vî awayî dixwazin têkiliya xwe bidomînin. Di eslê xwe de dixweze ku di çerçoveya Mûsil, Kerkûk û Helebê de li herêmê xewna osmaniyan ji nû ve bi ruh û can bike. Lê em dikarin vê bibêjin; Mirşka birçî di xewna xwe de garisan dibîne. Erdogan bi vê konseptê re wê têkçûna ku Amerîka li Vîetnamê jiyabû, bîne serê rejima tirk. Ev konseptek e ku hem hilweşîna Erdogan û hem jî hilweşîna faşîzma sed salî bi xwe re tîne.
Tirkiye bi hevkariya xwe ya bi PDK'ê re di serê meha Tîrmehê de êrişên xwe berfirehtir kirin. Paşê hin binkeyên din ava kirin. Hûn vê çawa şîrove dikin?
Tirkiye di krîzeke giran û tengasiyeke mezin de ye. Çûn û hatina Tirkiyeyê ber bi van welatan ve, wêneyê welatekî ku hewcedarê alîkariyê ye, eşkere radixe ber çavan. Em dikarin bibêjin ku di van deh salên dawî de ji bo astengkirina têkoşîna azadiyê gelek tişt kirine. Hemû çavkaniyên aborî, siyasî, leşkerî û îstîxbaratî yên welêt seferber kirin. Em dikarin bibêjin ku ev gava dawî ye.
PDK, çima di nava hevkariyeke wisa de cih digire?
Ji ber ku PDK tu carî nebû xwediyê konsepteke ku yekîtiya neteweyî ya kurd armanc dike û li ser vê bingehê pêşxistina demokrasiya kurdî û pêşxistina hêz û jiyana civaka kurd dike armanc. Ji destpêkê ve wan her tim stratejiyek li ser bingeha pêşketin û mezinbûna hêza xwe pejirand. Heta îro hemû têkiliyên wê yên bi Tirkiye, Iraq û Şamê re li ser vê bingehê bûn. Mînak, di sala 1968’an de bi rejîma Şah re tiştekî wiha kirin. Ev feraset, di navbera salên 1961-1966’an de jî di navenda pirsgirêkên kurdên Başûr û Talebanî de bû. Siyaseta li Kurdistanê, ji ber krîza siyaseta li ser desthilatdariya malbatê, parçe bû. Polîtîkayek dualî ya bi navê PDK'ê derket holê. Piştre di sala 1968’an de di çarçoveya daxwaza rejîma Şah de şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê qetil kirin û radestî wan kirin. Heman ferasetê piştre bi daxwaza Tirkiyeyê Dr. Şivan û hevalên wî qetil kir. Îro di nava xizmeta dewleta trirk de ye. Bi rastî di warê PDK'ê de dîmeneke ji xiyanetê wêdetir e.
PDK, niha bi temamî bûye koleyê dewleta tirk. Teslimî dewleta tirk bûne. Pêwîst e gelên çar parçeyên Kurdistanê li hemberî vê helwesta xwe diyar bikin.
Di pêvajoya duh de wêneyê îxanetê diyar bû. Siyaseteke ku ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya malbata xwe ji dijmin re xizmetê dike. Lê niha bi temamî bûne koleyên dewleta tirk. Yanî dewleta tirk niha li her qadên ku PDK li Başûr serdest e, PDK’ê ji bo xwe wekî hêz bi kar tîne. Teslimî dewleta tirk bûn. Pêwîst e gelên çar parçeyên Kurdistanê li hemberî vê helwesta xwe diyar bikin. Çareserî ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê ye. Divê hemû partiyên siyasî, jin, kesayet û pêkhateyên civakî li dijî xiyanet, kolonyalîzm û mêtingeriya tirk têbikoşin û têkoşînê berfireh bikin.
Li Kerkûkê di ser hilbijartinan re 8 meh derbas bûn, lê hê jî walî nehatiye hilbijartin. PDK jî bi eniya li dijî kurdan re li hev kir. Dixwazin YNK'ê li derve bihêlin. Hûn vê çawa dinirxînin?
Divê ez vê yekê dubare bikim; Niha avahiyek di bin fermana dewleta tirk de heye. Ji bo fêmkirina tifaq û siyaseta PDK’ê ya li Kerkûkê divê em vê rastiyê bibînin. Ji ber ku hê duh daxuyaniyek nû hat dayîn. Di çarçoveya tifaqa xwe de li hev kirin ku walîtiyê bidin ereban. Ev zîhniyeta ku ez qala wê dikim, zîhniyeta malbatê ye. Li vir kurdayetî tune ye. Li vir Kurdistan nîne. Li vir tu stratejiyeke civakî, neteweyî û konseptek nîne. Tabloya der barê hilbijartinên Walitıya Kerkûkê de rewşa dawî ya malbata Barzanî ya xiyanetê vedibêje. Ger malbata Barzanî nikaribe bibe xwe, wö gavö naxwaze ji bilî xwe kurdek weki alternatîf derkeve holê. Dibe ku tirk, tirkmen, ereb, faris be. Di vê yekê de tu pirsgirêk tune. Ew wan wek hevrik nabîne. Bila ne kurd be, kî dibe bila bibe. Lewma divê êdî malbata Barzanî wekî partiyeke Kurdistanî neyê dîtin. Ev hêz, zîhniyet, polîtîkayeke malbatî ye ku bi tevahî teslîmî pergala kolonyal bûye.
Li derve ev tişt diqewimin, lê li hundir li dijî kurdn êriş ber bi asteke din ve çûne. Kesên govendê digirin tên girtin û nivîsên" Pêşî Peya" tên jêbirin... Ev îşaret bi çi dikin?
AKP-MHP di van 10 salên dawî de têkçûneke mezin dijî. Doktrîna şer a ku wan çêkiriye têk çû û ketin bin barekî mezin ê aborî. Bi Pergala Hikûmeta Serokatiyê ji aboriya bazara serbest a navneteweyî hatin veqetandin û di pêvajoya şerê li ser bingeha 'teknolojiyê' de çavkaniyên Tirkiyeyê tune kirin. Di vê serdema ku pergala qanûndanîn, rêveberî û darazê ji holê rabûye, çapemenî tune, edalet tune ye, aboriya wê bi aboriya şer ve girêdayî ye, veberhênan jî nayê Tirkiyeyê. Ji ber vê sedemê sermayeya xwe bi temamî ji mafyaya navneteweyî re vekirin. Vê yekê li Tirkiyeyê hilweşîneke mezin çêkir. Em dikarin bibêjin ku hem ji aliyê exlaqî, hem ji aliyê siyasî, hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê psîkolojîk ve di nava hilweşîneke mezin de ye.
Di van hilbijartinên dawî de siyasetê derbeyeke mezin xwar. Di hilbijartinên berê de muxalefetê derbeyeke mezin xwar. Kiliçdaroglû û rêveberiya wî hatin paqijkirin. Akşener hat jêbirin. Di hilbijartinên dawî de AKP û MHP ji holê hatin rakirin. Ev çi bû? Ev, hilweşîna partiyên siyasî yên ku pergala dewleta tekparêz diparêzin. Çima? Ji ber ku polîtîkayên wan bi ser neketin. Tirkiye radestî mafya û çeteyan hatiye kirin. Li hemberî vê rewşê desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze bi van operasyonên dawî hin encaman bi dest bixe û bi pêngaveke dawî hêza xwe rizgar bike. Lê li aliyê din li Tirkiyeyê êrişên li dijî civakê didomin. Hatiye asta dijminatiya li hemberî dawet û govendan.
Em dibînin ku hevsengiya xwe winda kirine û hatine asteke ku bi awayekî vekirî bi nasname, hebûn, ziman û kevneşopiya civakê re şer dikin. Ji ber vê yekê pêwîst e ev pêvajo ji bo hilweşandina faşîzmê bibe firsend û bi hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê re ku xwe dispêre demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê pêvajoyeke demokratîk dest pê bike. Ev pêvajoyek e ku pergala tekparêz wê têk biçe. Çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka kurd wê li hemû welatên herêmê ku kurd lê dijîn rê li ber demokrasî, wekhevî û azadiyê veke. Li ser vê bingehê pêwîst e ku mirov vê pêvajoya dîrokî rast bixwîne, rast fêm bike û bersivê bide.
Gava em van qewimînan bînin ber çavan, pêvajoyeke çawa li benda me ye?
Tirkiye bi pêvajoya hilbijartina pêşwext re rû bi rû ye. Divê DEM Partî û tifaqa ku wê ava kiriyee, xwe wekî motora vê pêvajoyê bibînin.
Li Tirkiyeyê heta hilbijartin neyê kirin nikarin vê pêvajoyê bi awayekî normal bidomînin. Ji bo vê tu şert û mercên aborî, siyasî û derûnî nînin. Serdema tê pêvajoya hilweşandina faşîzmê û rakirina astengiyên li pêşiya demokrasiyê ye. Ji ber vê sedemê Tirkiye bi pêvajoya hilbijartina pêşwext re rû bi rû ye. An jî, ew li ber konsensûseke neteweyî ya berfireh a nû ye, lê lihevkirineke neteweyî ya berfireh e ku navenda wê demokrasî ye. Ji ber vê yekê divê hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê vê yekê bibînin. Beriya her tiştî divê DEM Partî û tifaqa ku wê ava kiriyee, xwe wekî motora vê pêvajoyê bibînin.
CHP partiya sîstemê ye. Ji ber astengkirina sîstemê di nav CHP'ê de pirsgirêk derdikevin, lêgerîn jî derdikevin. Ji bo vê jî divê DEM Partî û tifaqa demokratîk li ser têkoşîneke ku ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê, bi taybetî pirsgirêka kurd, pêşniyazên çareseriyê pêşkêş bike û wekî partiya sereke ya muxalefetê rola xwe bilîze. Tirkiye di pêvajoyeke wisa de ye ku di demeke nêz de wê bi guhertinên mezin re rû bi rû bimîne. Li ser vî esasî divê her kes motîvasyona xwe bilind bihêle. Vê rejîmê hişê xwe xwariye.
MA / Firat Can Arslan