Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin

  • rojane
  • 09:52 14 Tebax 2024
  • |
STENBOL- Dayikên Aştiyê anîn ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer istiqrarê naynin welêt û gotin ku çareserî muzakere ye. 
 
Dayikên Aştiyê ku bi salan e li Stenbolê li gelek saziyan têdikoşin, bertek nîşanî tecrîda mutleq li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li ser Herêma Kurdistana Federe dan. Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku polîtîkayên şer ne çare ne.
 
PEYAMÊN OCALAN ÊN ÇARESERIYÊ BIBÎR XIST
 
Dayika Aştiyê Feleknaz Karabaşê anî ziman ku kûrbûna tecrîdê bûye sedem ku pevçûn hîn berfirehtir bibin. Karabaşê gotinên Abdullah Ocalan ên di hevdîtina 7'ê Tebaxa 2019'an de ku gotibû "Ez dibêjim ez dikarim di nava hefteyekê de rewş û îhtîmala pevçûnê ji holê rakim. Ez bi xwe bawer im, ji çareseriyê re amade me" bi bîr xistin.
 
Karabaşê got: "Tirkiyeyê guh neda birêz Ocalan û polîtîkayên xwe yên tecrîdê kûrtir kir. Eger tecrîd nebûya, Abdullah Ocalan dikaribû hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navînê û bi taybetî Kurdistanê çareser bikira û şer rawestanda. Abdullah Ocalan tenê ne rêberê gelê kurd e, rêbertiya hemû gelên cîhanê dike. Her Kurdek dizane ku polîtîkayên tecrîdê ne tenê li ser Ocalan tên meşandin. Ez wekî dayikeke aştiyê bawer dikim ku gelê kurd aştiyeke bi rûmet heq dike. Em jî wekî gelên din ên cîhanê dixwazin bi zimanê xwe û çanda xw ebijîn. Kes nikare zimanê me û çanda me qedexe bike." 
 
Karabaşê bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe jî û helwesta PDK'ê wekî "îxanet"ê şîrove kir. Karabaşê bang li Mesût Barzanî kir û got: "Tirkiye îro her çi qasî dostê we be jî, sibê wê bibe dijminê we yê mezin. Divê Barzanî vê baş bizane û li gorî vê tevbigere. Kes nikare axa Kurdistanê bike hewşa MÎT'ê û cerdevanan. Em vê yekê qebûl nakin."
 
'EM Ê BITÊKOŞIN'
 
Dayika Aştiyê Mensûre Ozekînciyê jî diyar kir ku ev 41 meh in tu xeber ji Ocalan nayê girtin û got: "Êdî bes e ji vê zilmê re. Erdogan kesên ku jinan dikujin, zarokan îstîsmar dikin, tiryakê difiroşin jî naxe zindanan. Ger têxê jî piştî 2 salan wan berdide. Lê tenê ji ber ku xortekî kurd nîşana serketinê dike, 30 sal ceza lê tê birîn. Ev çi qanûn e? Em vê yekê qebûl nakin. êdî bes e ji vê zilm û zordariyê re." 
 
Endama Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) û Dayika Aştiyê Rewşan Donerê jî got: "Yên ku xwestin dengê Abdullah Ocalan qut bikin, bi ser neketin. Îro rêbertiya (Ocalan) tenê ne rêberê gelê kurd, rêberê hemû gelên cîhanê ye. Li seranserê cîhanê kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz bîrdozî û felsefeya Abdullah Ocalan esas girtine. Lê rêbereke wiha nêzî 4 sal in bi awayekî mutleq tê tecrîdkirin. Ne dihêlin bi parêzerên xwe r ene jî bi malbata xwe re hevdştinêb ike. Ev bêedaletiyeke mezin e. Pêdiviya me hemû bi edaletê heye. Kava em li rewşa welêt mêze dikin em dibînin ku bi navê edaletêt ut tş jî nemaye." 
 
'EM ŞER QEBÛL NAKIN'
 
Dayika Aştiyê Sabîha Bozanê got ku her ku polîtîkayên tecrîdê kûr dibin, şer û alozî jî mezin dibin. Bozanê wiha got: "Bi tecrîdê re krîza aborî kûrtir dibe, kuştinên jinan zêde dibin, civak dirize. Ne polîtîkayên şer û ne jî pêkanînên tecrîdê wê aramiyê neynin Tirkiyeyê. Ev jî ancax bi aştî û muzakereyê pêkan e. Di pêvajoya aştiyê de kes nedimirin. Em  Dayikên Aştiyê bang li malbatên leşkeran dikin; Çima em zarokên xwe di nav xizaniyê de mezin dikin* Çima em zarokên xwe dişînin mirinê? Em vî şerî qebûl nakin."
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

14/08/2024
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin