Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide

  • rojane
  • 10:06 26 Tebax 2024
  • |

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a qala axaftina Erdogan a li Xelatê kir, diyar kir ku AKP polîtîkayeke ji feraseta 12’ê Îlonê xerabtir polîtîkayekê dimeşîne û wiha got: “Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li ser piyan li çepikan bide.”

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî rojevê li Meclisê civîn li dar xist û rojev nirxand. 
 
Koçyîgît, têkildarî xebatkarên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrişa dewleta tirk de hatin qetilkirin axivî û wiha got: “Ez dixwazim xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku pênûsa xwe li erdê nahêlin, li qadan, meydanan û qadên têkoşînê ji bo mafê gel ê agahîwergirtinê tevî şert û mercên zehmet ên li tevahiya cîhanê, yên ku ji eniyên şer weşan dikin û çi dibe bila bibe gavekê jî paşve navêjin silav dikim."
 
‘TIRKIYEYÊ SÛCÊ ŞER KIR’ 
 
Koçyîgît, da zanîn ku dewleta tirk bi êrişa li dijî rojnamevanan re “sûcê şer” kir û wiha domand: “Ev înfazeke bê daraz e. Heke hûn bi SÎHA’yan biçin û li qada hewayî ya welatekî din cih û warên sivîlan hedef bigirin û di encama wê hedefê de hûn xebatkarên Çapemeniya Azad, rojnamevan û mirovên li wir dijîn bikujin, ev yek weke înfaza bê daraz tê binavkirin. Di şer de jî dest li rojnamevanan nayê dayîn. Lê mixabin Tirkiyeyê li Silêmaniyê gelek caran cihên sivîl lê dijîn, wesayîtên sivîl hedef girtine, mirovên li wir, xebatkarên Çapemeniya Azad ên li wir qetilkirine sûcê şer kiriye.
 
BERPIRSYARÊ KOMKUJIYÊ AKP Û MHP NE
 
Berpirsyarê komkujiyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Desthilata ku pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser nake, her cihî vediguherîne qada şer, hema hema li her metreçargoşeya başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî ava dike û bi peymanên leşkerî re hewl dide deriyê şerekî nû veke, ji van mirinan berpirsyar e.”   
 
TUNDÎ WEKE ŞEWBÊ BELAV DIBE
 
Koçyîgît, diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthilata AKP’ê bûyerên tundiyê zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP çanda tundiyê û lîncê organîze dike. Tundî weke şewbê belav dibe. Desthilateke ku dijminê jinan e; her roj lê her roj qestî jiyana jinan dike. Vê tundiya ku digihe qirkirina zayendî xwedî dike. Heke van faîlan bizanîbûya sûcên ku dikin bêceza namînin êdî ev sûc nedikirin. Em bi çandeke lîncê re rûbirû ne. Divê herkes li dijî vê risk û tundiyê helwestê bigire.    
 
Kesên ku li muzîkên kurdî govendê digerînin, kesên stranan dibêjin tên girtin û êriş li wan tê kirin. Li cihekî ku daraz û desthilat di bûyerên bi vî rengî de aliyan digire, nîjadperestan diparêze; Şert û mercên axaftina li ser aştiya civakî û jiyana bi hev re, ji holê radibin. Îro desthilata AKP’ê bi polîtîkayên xwe civakê dike du parçe. Bi rastî jî cihekariyê dike. Ji Edîrneyê heta Colemêrgê em bi milyonan in, xwediyên rasteqîn ên vî welatî ne. Em ne mevanên vî welatî ne. Helbet em ê di her bihosta vî welatî de biaxivin.” 
 
AKP JI KENAN EVREN XERABTIR E
 
Koçyîgît, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Erdogan duh li Bedlîsê got; ‘Êdî rojên ku gelê me ji ber nasname û zimanê xwe tên dîkekirin bi paş de man. Rojên zext û qedexeyê ji bo ku êdî careke din neyê bi temamî bi paş ve man. Li hawîrdoreke ku kesên govendê digerînin tên girtin, kesên stranên kurdî dibêjiin tên derbkirin û lînckirin, em ji Tayîp Erdogan re dipirsin; Çawa dibe ku zext û qedexe ji holê rabûne û mirov ji ber neteweya xwe rastî cihekariyê nayên. Heke bizivire û tenê li daxuyaniyên hevkarê xwe yê biçûk ên hefteya dawî binêre, wê heqîqetê û rastiyê bibîne. 
 
Lê peywîra wî ne dîtina rastiyê ye. Peywîra wî ew e ku rastiyê reş bike, ferasetê û manîpulasyonê ava bike. Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd û kurdî re li ser piyan li çepikan bide. Di vî warî de em bi polîtîkayeke ku ji feraseta 12’ê Îlonê û Kenan Evren xerabtir re rû bi rû ne.”
 
BANGA LÊKOLÎNA DI CIH DE 
 
Koçyîgît, her wiha bal kişand tiştên ku Abdûlkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin û gef lê hatine xwarin û gardiyanan êrişî wî kirine jiyane û rewşa girtiyên din û bertek nîşanî vê yekê da. Koçyîgît, gotinên girtiyên din bi rêya malbatên xwe ragihandine jî bi bîr xist û xwest ku Wezareta Dadê îdiayên tecrîd û îşkenceyê di cih de lêkolîn bike. 
 
 
 
 
 
 
 
 
           

Sernavên din

29/08/2024
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî
13:35 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
13:20 Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
13:11 Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
12:17 Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
11:53 Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
10:43 Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
10:31 Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
10:06 Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
09:37 Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
09:02 Karker û cotkar tev bi gazin in
09:01 Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN
08:50 Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket
25/08/2024
21:58 Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
20:02 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket
19:57 Qetilkirina rojnamevanan li Şehbayê bi meşek girseyî hat protestokirin
19:13 Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê
18:39 Li Efrînê 5 welatî hatin revandin
18:23 DEM Partî û Tora Zarokan a Amedê serdana malbata Narîn Guran kirin
17:01 Serdanên şîna ji bo rojnamevan Tara hatiye danîn didomin