Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê

  • rojane
  • 09:00 29 Tebax 2024
  • |
img
AMED - Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn  ji bo meşa 1’ê Îlonê ya li Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir û got ku ji bo aştî û çareseriyê divê tecrîd bê rakirin. 
 
Bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hin rêzeçalakî bên lidarxistin. Li Amedê jî dê ji aliyê DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr ve bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş bê lidarxistin. Bangên ji bo tevlibûna meşê didomin. 
 
Di 1’ê Îlonê de girse dê li ber AZC Plaza ya li semta Ofîsê kom bibe û heta Qada Şêx Seîd meşê li dar bixe û dê li vir mitîng bê lidarxistin. Îsal 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê bi dirûşmeya “Li dijî şer û dagirkirinê aştî, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin” pêk bê. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn têkildarî çalakiya wê li dar bixin axivî û anî ziman ku ji bo pêkhatine aştiyeke civakî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya îsal pir girîng e. 
 
TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎKKIRINA TIRKIYEYÊ
 
Şahîn diyar kir ku deshilatên li Tirkiyeyê di sedsala dawî de xebatên bi armanca ji holê rakirina cudahiyan meşandine û ev yek tê wateya dûrxistina ji çareseriyê. Şahîn îşaret bi girîngiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd kir û diyar kir ku ji bo vê yekê divê Tirkiye were demokratîkkirin. 
Şahîn, diyar kir ku desthilat û muxalefet di neçareseriyê de li hev kirine, ev yek zirareke mezin dide welat û gelan û bi lêv kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, rêbazên demokratîk nayên bikaranîn û ji ber vê yekê aştiya civakî nehate pêkanîn. Şahîn îşaret kir ku yekane çareseriya pirsgirêkê diyaloga bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ye û bi lêv kir ku polîtîkaya tecrîdê pirsgirêk kûrtir kiriye. 
 
‘DIVÊ JI BO AŞTIYÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’ 
 
Şahîn, anî ziman ku kesên ku di dîrokê de pirsgirêk çareser nekirine, çûne sergoyê dîrokê û diyar kir ku di warê hiqûqa gerdûnî, mafên mirovan û demokrasiyê de karneya desthilata AKP’ê û MHP’ê qels e. Şahîn, da zanîn ku dema ber bi 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ve diçin li Rojhilata Navîn şerek heye û wiha domand: “Heta ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nebin bila kes li bendê nebe ku li cîhanê aştî pêk were. Niha li Filistînê, li Rojava, li Başûr û li gelek cihên din bayê şer heye.”
 
DESTNÎŞANKIRINA JIYANA BI HEV RE
 
Şahîn bi lêv kir ku li cihê aştiya civakî lê nebe, çareserkirina pirsgirêkan zehmet e û destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, bawerî bi pêkhatina aştiya civakî nîne û ev tişt got: “Ji bo çareseriyê divê tecrîd were rakirin. Dema me ev yek pêk anî, tiştekî din nîne ku gelên Tirkiyeyê bi hev re bikin. Em civakeke ku çanda wê ya jiyana bi hev re hene ne.”
 
JI MEŞÊ RE BANG
 
Şahîn, destnîşan kir ku şûna bi benzînê nêzî şer bibin, divê ev şewat ji holê bê rakirin û got: “Divê em vê yekê bi hev re bikin. Dema tecrîd hate rakirin dê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya civakî pêk bê. Guneha vê pêvajoyê di stûyê herkesê de ye. Em vê pêvajo bi hev re veguherînin aştiyê.” Şahîn, ji bo meş û mitînga ku dê di 1’ê Îlonê de li dar bixin banga tevlibûnê li herkesê kir. 
 
 

Sernavên din

29/08/2024
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî
13:35 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
13:20 Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
13:11 Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
12:17 Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
11:53 Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
10:43 Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
10:31 Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
10:06 Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
09:37 Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
09:02 Karker û cotkar tev bi gazin in
09:01 Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN
08:50 Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket
25/08/2024
21:58 Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
20:02 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket
19:57 Qetilkirina rojnamevanan li Şehbayê bi meşek girseyî hat protestokirin
19:13 Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê
18:39 Li Efrînê 5 welatî hatin revandin
18:23 DEM Partî û Tora Zarokan a Amedê serdana malbata Narîn Guran kirin
17:01 Serdanên şîna ji bo rojnamevan Tara hatiye danîn didomin