Li girtîgehên Serhedê pêkanînên salên 90'î tên sepandin

  • rojane
  • 09:44 31 Tebax 2024
  • |
WAN - Serokê Şaxa ÎHD a Wanê Mehmet Salih Coşkûn diyar kir ku li girtîgehên Serhedê pêkanînên Esat Oktay Yildiran di dewrê de ne û got ku kurdî tê qedexekirin û tecrîd zêde bûye.
 
Li girtîgehên ku polîtîkayên tecrîdê tên kûrkirin, her roj binpêkirineke nû ya mafan pêk tê. Di mehên dawî de girtiyên ku bi rêya telefonê bi malbatên xwe re bi kurdî diaxivin, telefonên wan tên qutkirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Parêzer Mehmet Salîh Coşkûn, anî ziman ku her cara ku diçin girtîgehan dibînin ku binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne. 
 
ŞERT Û MERC XIRABTIR DIBIN
 
Coşkûn da zanîn ku wan li ser îfadeyên girtiyên ji girtîgehên F, S û Ewlehiya Bilind ên Erzirom, Wan, Agirî û Îdîrê serdan kirine û got ku wan di hevdîtinên xwe de binpêkirin mafan tomar kiriye.
 
Coşkûn anî ziman ku şert û mercên girtîgehan roj bi roj xerabtir dibin û wiha domandr: “Hewl tê dayîn têkiliya di nava girtiyan de bê qutkirin. Ev, hatiye wê astê ku em jê re dibêjin tecrîd. Li aliyê din di warê têkbirina têkiliyên girtiyan de, mixabin mafê girtiyan ê xwegihandina tenduristiyê, xwegihandina televîzyon, rojname û rêyên din ên ragihandinê bi piranî tên binpêkirin."
 
‘SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊN KIRIN'
 
Coşkûn destnîşan kir ku divê têkiliyên girtiyan û derve li gorî peymanên navneteweyî bin û liyaqî rûmeta mirovahiyê bin. Coşkûn anî ziman ku rewşa li girtîgehan berovajî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye û got ku mafê xwegihandina tenduristiyê yek ji binpêkirinên herî girîng e. Coşkûn anî ziman ku girtî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û got: “Girtiyan an qet naşînin nexweşxaneyan an jî dereng dişînin. Mixabin binpêkirinên wekî nedermankirinê û nedana dermanan didomin." 
 
AXAFTINA BI KURDÎ TÊ ASTENGKIRIN
 
Coşkûn anî ziman ku di mehên dawî de li hemberî girtiyên bi zimanê kurdî diaxivin polîtîkaya astengkirinê tê meşandin û got ku ji bo ruhê salên 1980'î tê vejandin. Coşkûn wiha berdewam kir: “Ev tevgerek bi feraseta Esat Oktay Yildiran û pêkhateyên wî yên ku bi dirûşmeya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ bi xwe ye. Ev yek bi temamî li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî û mafên mirovan e. Jixwe hevdîtineke kurt a 10-15 deqeyan pêk tînin, lê ji ber ku gotineke kurdî hevdîtin tê qutkirin û qedexekirin. Girtî nikarin bi malbatên xwe re bi kurdî biaxivin, nahêlin li kêleka hev rûnên. Ev li dijî hiqûqê ye. Hema bêje heman binpêkirinên di salên 80-90’î de li girtîgehan tên kirin."
 
‘DIVÊ GIRTÎGEHÊN TÎPA S Û EWLEHIYA BILIND BÊN GIRTIN'
 
Coşkûn anî ziman ku li girtîgehên Ewlehiya Bilind û Tîpa S bi tevahî polîtîkaya tecrîdê tê meşandin û ev girtîgeh bi vê mantiqê hatine avakirin û got ku divê ev girtîgeh bên girtin. 
 
Coşkûn bang li rayedaran kir û ev tişt anîn ziman: “Pêvajoyên înfazê yên li girtîgehan divê li gorî qanûnên navneteweyî bên meşandin. Pêkanînên wekî muameleya xirab, îşkencekirin, lêgerîna tazî û lêgerîna li hundirê dev divê demildest bên rawestandin."
 
Her wiha Coşkûn destnîşan kir ku divê civak jî bi wijdanî nêzî vê meseleyê bibe û her kes hay ji vê tecrîdê hebe. 
 

Sernavên din

01/09/2024
12:15 Li Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:30 Çiyayê Bagokê hate bombebarankirin
10:40 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:50 Hiqûqnasa giliyê MHP’iyan kiribû hate binçavkirin
09:45 Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e
09:44 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
09:42 Zaroka li Nisêbînê ji qata 6’an ketî xwarê jiyana xwe ji dest da
09:41 Balsever: Em ji bo elewiyan statu û temînata qanûnî dixwazin
09:15 ‘Em ê nehêlin li Hasandînê kana madenê bê çêkirin'
09:06 Eren ê DEM Partiyî: Desthilat li pişta êrişên nijadperest e
09:04 Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin
09:04 Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne
09:01 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN
08:59 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
31/08/2024
23:29 'Meşa Dirêj' li ber NY’ê bi dawî bû
23:26 Li Wanê stran ji bo xwezayê hatin gotin
20:23 Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Saziyên navneteweyî tecrîda Îmraliyê paşguh dikin
16:47 Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Divê Ocalan azad bibe
16:43 Turkoglû: Tekane alternatîfa dê aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye
15:45 Bêrîvanên Zozanê Berçelan bertek nîşanî fotokapanan dan
15:34 Weqfa Aştiyê: Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye
15:14 Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan
14:32 Karkerê madenê hê jî binçavkirî ne
14:29 Dayikên Şemiyê: Windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye
14:16 Rejîma Îranê kolbereke din qetil kir
14:06 Li aqûbeta Acar û Gunduz hat pirsîn
14:02 Emîne Şenyaşar: Heta hevdîtin pêk tê ez ê li vir bim
13:56 11 roj in ji Narîn Guran agahî nayên girtin: Apê wê hate binçavkirin
13:31 Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê
12:09 Êriş di roja 330’an de didomin: 40 hezar û 602 filistînî hatin qetilkirin
12:01 Amed ji bo 1’ê Îlonê amade ye: Rêya aştiyê, rakirina tecrîdê ye
11:48 Ji bo meşa li Amedê bang hat kirin: Werin em tecrîdê rakin
11:39 Hatîmogûllari: Em dikarin tifaqa qirêjî ya li Milazgirê bi hêzên demokrasiyê re vala derxînin
10:45 Ji Dayikên Aştiyê banga 1’ê Îlonê: Bê Ocalan aştî pêk nayê
10:07 Bang li ciwanan kirin: Çareserî ne çûna derveyî welat, têkoşîna birêxistinkirî ye
10:06 Abdullah Ocalan: Ez ji bo aştiyê şer dikim
10:05 Makbule Ozer a 82 salî tehliye bû
09:47 Li Girtîgeha Rihayê binpêkirinên mafan: Berdan tune ye, lêpirsîn û zext hene
09:44 Li girtîgehên Serhedê pêkanînên salên 90'î tên sepandin
09:41 Bikaranîna mal û milkê GOÇÎZDER’ê hat bisînorkirin
09:31 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Divê em li dijî şer xeta têkoşînê ya hevpar birêxistin bikin
09:06 Oremar ev 40 sal in ji bo çanda kurdî kedê dide
09:03 Debara xwe bi keviran dike
09:00 Li Silopiya dê li dijî şer Meşa Aştiyê bê lidarxistin: Em dengê aştiyê bilind bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2024'AN
30/08/2024
23:01 Nobeda li dijî qeyûm: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin
22:55 Berdana girtiyê 30 salan cara pêncemîn hat astengkirin
20:56 Li Samsunê êrişî karkerên çandiniyê hat kirin
19:01 Ji Şaredariya Cizîrê kampanyaya paqijiyê
18:50 MKG û DFG çûn serdana gora Gulîstan Tara
17:03 Li Silopiyayê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
17:02 Mîhrîcana Gimgimê bi dawî bû
16:12 Ji bo rojnamevan Gulistan Tara mewlîd hate dayîn
16:03 Rejîma Îranê 15 sal ceza li melayê kurd birî
15:34 Endamê Helwdana 78’an Ûral hate berdan
15:28 Lingê ciwanê ku wesayîta zirxî lê da şikest
15:27 Werîşe Mûradî: Dê têkoşîna jinan a azadiyê serkeftinê bîne
15:05 YNK: Xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxê şermezarî ye
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1’ê Îlonê bang kir
14:45 Dest danîn ser pirtûkên Benlî yê hucreyê de tê ragirtin
14:25 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Anatoliya Navîn: Binpêkirin, îşkence…
13:51 Cezayê hefsê dan redkarê wijdanê: Ez li pey gotinên xwe me
12:58 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:20 660 hezar lîre ceza li kujerê pezkuvî hate birîn
12:19 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 ‘Dewleta tirk li gundên Başûr leşkeran bicih dike’
11:51 Lawê Ertakê hatiye windakirin: Divê dewlet bi pêşerojê re hevrû bibe
11:13 Parlamenterê DEM Partiyê Çîftyurek: Erdnîgariya me bi krîza xurekê re rûbirû ye
11:09 Ji bo bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tevlibûnê
11:08 Xebatên lêgerîna Narînê ket roja 10'an: Birayê wê hate berdan
10:47 DEM Partî di meha îlonê de ‘Seferberiya rêxistinbûnê’ dide destpêkirin
10:31 Derûnas Kolyîgît: Tundî sûdê ji polîtîkayên desthilatê digire
10:26 Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin: Divê dewlet hiqûqê ji dil pêk bîne
10:00 Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim
09:32 Parêzer Altûntaş: Ger dewlet li gor qanûnê tevnegere wê ewlehiya tu kesî tune be
09:31 Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê amade ye: Em ê ji bo aştiyê biqîrin
09:00 ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2024'AN
07:59 Cenazeyê Tarayê li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate veşartin
29/08/2024
23:03 Nobeta li dijî qeyûm di roja 75’an de ye
22:59 Cenazeyê Gulistan Tarayê li Silopiyayê hat pêşwazîkirin
20:04 Li Amûdê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
18:43 Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hat cem hev
18:24 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê di roja 9'an de ne
17:13 Giliya faîlên li zarokê Sûriyeyî dabûn hate kirin
17:00 Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve
15:58 Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir
14:57 Li Enqereyê banga 1’ê Îlonê: Aştî di têkoşîna gelên bindest de ye
14:54 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin
14:48 Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin
14:47 Şandeya DEM Partiyê serdana Hewş Kafeyê kir
14:18 Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?
14:06 Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin
12:07 Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe
12:06 Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê
11:25 Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt
11:22 Cenazeyê Rojnameger Tarayê dê piştî merasîmê ji Êlihê re were oxirkirin
10:22 Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin
10:09 Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin