Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!

img

ENQERE - Derket holê ku bi sedan kesên weke karker girtine Şaredariya Qersê ya di destê MHP’ê de, xizmên rêveberên şaredariyê ne û piraniya wan rêveberên Ulku Ocaklariyê ne. 

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de Otuken Senger ê MHP’î weke Şaredarê Qersê hate hilbijartin. Derket holê ku bi sedan kesên girtine şaredariyê xizmên rêveberên şaredariyê ne. 
 
Ji kesên girtine şaredariyê hinek jê xizmên cîgirên şaredar û endamên meclisê ne. Di heman demê de rêveberên Ulku Ocaklariyê jî girtine şaredariyê. 
 
Dema Şaredariya Qersê di sala 2019’an di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de qeyûm lê hate tayinkirin û di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî kete destê MHP’ê. Piştî ketî destê MHP’ê, bi sedan kes girte kar. Paşnavên gelek kesên girtine kar heman in û xizmên rêveberên şaredariyê jî di nav de ne. 
 
RÊVEBERÊN ULKU OCAKLARIYÊ GIRTIN KAR
 
Du kesên paşnavên wan Tepebaş ku girtine Şaredariya Qersê, li Midûriyeta Çand û Karên Civakî xebitîn. Kesên bi navên Belgîn Tepebaş û Bîkem Tepebaş, xizmên Şukru Tepebaş ê MHP’î ne ku di encama xwîndariyê de hatibû kuştin.
 
OLCAY KILAVUZ HATIYE SERDANÊ!
 
Belgîn Tepebaş di heman demê de hevjîna kurê Şukru Tepebaş ê bi navê Muhammet Tepebaş e. Parlamenterê MHP’ê yê berê Olcay Kilavuz jî di sala 2021’ê de hatibû serdana Muhammet Tepebaş. 
 
Helîn Yokuş a ku li yekîneya Midûriyeta Jin û Malbatê ya Şaredariyê dest bi peywirê kirî jî serokatiya Yekîneya Asena ya Ulku Ocaklariya Qersê dike. Aleyna Ozçagdaş a li Midûriyeta Xebatxane û Beşdariyê ya Şaredariyê dixebite jî serokatiya Yekîneya Fealiyetên Civakî ya Ulku Ocaklariyê dike. 
 
MHP’IYAN MALBATÊN XWE GIRTIN KAR
 
Xizmê Serokê MHP’ê yê Qersê Tolga Adiguzel ê bi navê Berkehan Adiguzel jî li Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Qersê dest bi kar kir. 
 
Xwişka serokê Cemiyeta Rojnamegeran Yargiç Harmankaya ku bi navê AKP’ê ji lîsteyên MHP’ê weke endamê meclisa şaredariyê hatibû hilbijartin Nalan Harmankaya jî li Midûriyeta Zanînkirariyê dest bi kar kir. Kurê endamê meclisa Şaredariya Qersê yê MHP’î Hamza Penmek ê bi navê Ahmet Can Penmek li Midûriyeta Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê, biraziyê Cîgirê Şaredarê Qersê Bulent Toraman ê bi navê Dogancan Toraman li Midûriyeta Kontrolkirina Avadaniyan, xizmê cîgirê serokê şaredariyê Muzaffer Ozkesemen ê bi navê Ahmet Zarîf Ozkesemen jî li Midûriyeta Çand û Karên Civakî dest bi kar kir. 
 
MA/Firat Can Arslan
 

Sernavên din

04/09/2024
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'
09:01 Agahiyê ji 2 kurên xwe yên di destê DAIŞ'ê de nagire!
09:01 Rojnamevan Şengalî: Êrişên qirkirinê bi berxwedanê dikare bê sekinandin
09:00 Berdana girtiyê nexweş ê ‘poşmantî’ qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin
09:00 Endamên mekteba siyasî ya PADÊ: Dibe ku girtibin lê em ê civaka biparêzin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
03/09/2024
20:14 Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
20:11 WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
20:09 Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
16:11 Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
15:58 Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
15:24 Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
14:59 Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan
14:30 MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş
14:00 Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
13:59 DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
13:41 Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
13:33 Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
13:31 DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
12:55 Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
12:50 Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
11:58 Di şevekê de 24 caran êriş kirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
11:02 Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
10:44 TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN
02/09/2024
23:23 12 kesên di mitînga aştiyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:49 Apê Narîn Guranê hat girtin
16:54 Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye
16:44 Zarokên bavê wan hate girtin ev 3 roj in li deriyê sînor tên sekinandin
15:49 Ji bo Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê dê kampanyaya ‘azadiyê’ bê destpêkirin
15:30 Bertek nîşanî projeya HES’ê dan: Dixwazin nasnameya Dêrsimê tune bikin
15:29 Ji bo mamê Narîn Guranê daxwaza girtinê
15:28 Kuştina Luqman di rojeva Meclisê de ye: Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?
15:11 Malbata rojnamevan Gulistan Tara serdana MKG'ê kir
15:09 Tehliyeya Gobe yê 30 salin girtî ye dîsa hate taloqkirin
14:18 Dîmenên hêzên paramîlîter ku dewleta tirk veguhestin Amêdiyeyê hatin kişandin
14:17 Li Amedê destpêkirina sala edlî: Wê têkoşîna me ya hiqûq û edaletê bidome
14:16 Emîne Şenyaşar li Meclisê li muxataban digere
13:33 GOÇÎZDER: Em ê xebatên xwe bidomînin
13:31 Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!
13:26 Li Stenbolê dê panela ‘Şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bê lidarxistin
12:11 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
11:52 Dîmenên tundiya polîsan a li Êlihê derketin holê
11:46 13 roj in Narînê winda ye: Apê wê S.G. anîn edliyeyê
11:44 Malbatên girtiyên ji Girtîgeha Maltepeyê hatin sewqkirin nehatin agahdarkirin
11:35 DFG: Êrişên li ser rojnamevanan zêde bûne û gelek malperên înternetê hatin qedexekirin
11:28 Ji mitînga 1’ê Îlonê: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:34 Li Pirsûsê serdegirtinên malan
10:33 Li nexweşxaneya dewletê ‘cîhaz tune ye’ û nexweşxaneya taybet jî 800 hezar TL jê dixwaze
09:02 Desthilat çima binpêkirinên jin û zarokan parve nake?
09:02 Îdareya Taybet a Bajêr 7 milyon lîre dane komeleya mizgeftê: Nelirêtî tê kirin
09:01 Jin her hefte ji bo ‘kedê’ li parkekê tên cem hev
09:00 Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye
09:00 ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN
08:02 Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? Derket
01/09/2024
21:59 KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan
21:29 Amedî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
21:02 Bakirhan serdana Makbûle Ozerê kir
20:53 Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
20:45 Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin
19:40 Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê
19:10 Li Kadikoyê mitînga aştiyê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin
18:33 Li Wanê bi hezaran kes li dijî 'şer, dagirkerî û tecrîdê' li qadê ne
18:12 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
17:42 Xizmê Lokman ê di êrişa nijadperest de hate qetilkirin: Bila êrişkar bên girtin
17:03 Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e
16:44 Ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin
16:06 Li Pulurê polîsan welatiyek bi lêdanê binçav kirin
15:50 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Dîlokê hatin bibîranîn
15:49 Hejmara kesên li Xezeyê hatin qetilkirin nêzî 41 hezaran bû
15:48 Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
14:58 Hinek herêmên Pîranê hatin qedexekirin
14:56 Li cihê Erdogan got ‘Milyarek û nîv TL veberênan lê hat kirin’ vala derket
14:36 Cenazeyên kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayin birin baregeha leşkerî
14:00 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
12:40 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir
12:39 Li Nisêbînê cenazeyê kesekî hate dîtin