Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve

img

NAVENDA NÛÇEYAN - 26 sal di ser derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê re ku bi şirîkantiya hêzên kûrewî hat derxistin, derbas bûn. "Qirkirina" hatibû armanckirin pêk nehat û agahiyên ku paşê derketin holê "tifaqa berjewendiyê" eşkere kirin. 

Erdnîgariya Rojhilata Navîn ku dergûşa civakîbûn, bawerî û şaristaniyan ye, ji ber dewlemendiyên xwe yên binerd û sererd, rêyên bazirganiyê yên girîng û cihên jeopolîtîk her tim bûye hedefa hêzên global ên emperyalîst û hêzên herêmî yên girêdayî wê. Ligel ku di pêşbaziya enerjiyê de bûye qada reqabetê, di heman demê de bûye navenda têkoşîna bîrdozî û siyasî ya hêzên cîhanî jî. Hêzên dijpergalê yên li dijî pergala tekparêz û dagirkeriyê û rêberên wan, her tim bûne hedefa van hêzan.
 
Siyaseta navborî ji aliyê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ve tê meşandin ku di sala 1949’an de bi pêşengiya DYA’yê ji bo armancên “parastinê” li dijî Yekîtiya Sovyetê hat avakirin. NATO ya ku di dema Şerê Sar de wekî rêxistineke "êrişkar" tevgeriya û piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê "ji nû ve şikilkirina cîhanê" ji xwe re kiriye armanc, ji roja hatiye damezrandin heta niha rêxistin û rêberên ku wekî "xetere" dibîne dike hedef.
 
Ji armancên sereke yek jê ya NATO ku di sedsala 21'ê de bi stratejiya "veqetandina serî ya ji laş" hereket dike, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû ku bi milyonan kes ji bo wî dibêje "rêberê min e". 
 
DERKETINA JI SÛRIYEYÊ
 
Dewletên NATO'yê bi hevkarên xwe yên herêmî re di salên 90'î de stratejiya tunekirina Rêberê PKK'ê Ocalan dan destpêkirin. Ji ber zextên li ser Serokkomarê wê demê yê Sûriyeyê Hafiz Esad, Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve.
 
Komploya ku ji aliyê Serokê DYA’yê yê wê demê Bill Clinton ve hatibû îmzekirin û pêkanîn,tunekirina Ocalan û tasfiyekirina PKK’ê ji xwe re kir armanc; Wê nehiştina Ocalan têketa Yewnanîstanê ya ku wî dixwest biçê û di vegerê de wê li hewayê bihata tunekirin. Lê belê dema ku Ocalan venegeriya û ji Yewnanîstanê çû Rûsyayê ev plan pûç bû. Hemû welatên ku Ocalan piştî ji SÛriyeyê derket û ber bi wan ve çû, wekî parçeyeke komployê rola xwe lîstin. Rola Yewnanîstan ku Ocalan ewilî çû wir û ya Rûsyayê bûn rolên diyarker û muameleya "kesê nayê xwestn" li her derê hat pêkanîn.
 
ÇIMA EWROPA?
 
Dû re Ocalan berê xwe da Ewropayê. Ocalan wê paşê ji bo vê pêvajoyê ev tişt bigotana: "Armanca min a li Ewropayê ew bû ku ez meseleya kurd ber bi platformeke demokratîk ve bibim. Siyaseta çareserkirinê ya demokratîk a ku min ê li Ewropayê pêş bixista, wê dawî li vî şerî bianiyana. Ger piştgirî bihata dayîn, wê Tirkiye jî ber bi vê helwestê ve bihata." 
 
Hêzên NATO’yê bersiva “niyeta” Ocalan bi berdewamkirina komployê dan. Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi binpêkirina peymanên navneteweyî anîn Tirkiyeyê.
 
Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît jî matmayîna xwe ya li hember vê rewşê anîbû ziman û gotibû, "Ez fam nakim çima Amerîka dest ji Apo berda."
 
Rastiya pêvajoya ku Ecevît tê de derbas bû û nikaribû wateyekê lê bar bike, wê di dema pêş de baştir bihata fêmkirin; Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê "Doza Atînayê ya Komploya Navneteweyî" de komploya navneteweyî ya bi qasî 5 mehan dewam kir, bi berfirehî eşkere kir.
 
GAV BI GAV KOMPLO
 
27 Cotmeh 1994: Serokê Amerîka yê wê demê Bill Clinton li Şamê bi Hafiz Esed re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku serdan ji bo "li Rojhilata Navîn aştiyeke berfireh pêk were" hatiye kirin. Lê belê ji 4 saetên hevdîtina Bill Clinton û Hafiz Esad 3 saet jê li ser Abdullah Ocalan bû. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan wekî “tehdîda herî mezin” hat hedefgirtin.
 
23 Sibat 1996: Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de di warê leşkerî de peymaneke nû ya hevkariyê hat îmzekirin. Di peymanê de hevkariya li dijî Sûriyeyê jî hebû. Di vê çarçoveyê de zextên li ser Sûriyeyê hatin zêdekirin. 
 
9 Nîsan 1996: Li Qesra Spî ya Washingtonê di navbera Serokwezîrê Yewnanîstanê Costas Simitis û Serokê DYA'yê Bill Clinton de civîneke "veşartî" hat lidarxistin. Di hevdîtinê de têkiliyên navbera Tirkiye û Yewnanîstanê hatin gotûbêjkirin. Simitis piştgirî da polîtîkayên Amerîkayê yên herêmî û hevkariya bi Tirkiyeyê re qebûl kir. Clinton jî soza çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Yewnanîstanê da. Di demên pêş de derket holê ku  di çarçoveya "hevkarî û çareseriyê" hat gengeşekirin de yek ji mijarên sereke Abdullah Ocalan bûye. 
 
6 Gulan 1996: Di dema ku hevdîtin û peymanên navbera dewletan dewam dikirin, li Şamê bi wesayiteke bombebarkirî li dijî Abdullah Ocalan sûîqestek hat kirin. Li nêzî mala ku tê texmînkirin Abdullah Ocalan lê ye, wesayîteke bi teqemeniyên C4 barkirî hat teqandin. Piştî teqînê demeke kin rojnameyên Londonê dest bi nûçeyan kirin ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye.
 
Gulan 1997: Wezîrê Parastinê yê wê demê Tûrhan Tayan serdana Îsraîl û Girên Golanê yên li Sûriyeyê yên ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn dagirkirin kir. Rayedarên îsraîlî piştî serdanê cara yekem li dijî komên kurd daxuyanî dan.
 
16 Îlon 1998: Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Atîlla Ateş li ser sînorê Sûriyeyê daxuyanî da û daxwaza dersînorkirin an teslîmkirina Abdullah Ocalan kir.
 
17 Îlon 1998: Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ji bo Enqereyê hat vexwendin. Barzanî piştre bi Serokê YNK'ê Celal Talebanî re hat cem hev û ber bi Washingtonê ve hatin şandin. Di 17’ê Îlona 1998’an de di navbera PDK-YNK-DYA'yê de Peymana Otonomiya kurdan a Washingtonê hat îmzekirin. Tasfiyekirina PKK’ê û hevkariya li ser Sûriyeyê jî di nava armancên peymanê de bûn. Di hevdîtinê de avakirina Iraqê ya li ser bingeheke federal jî hat gengeşekirin.
 
30 Îlon 1998: Di Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de ku bi serokatiya Serokomar Suleyman Demirel hat lidarxistin, vebijêrkên leşkerî yên li hemberî Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Demîrel di 1'ê Cotmehê de gefa destwerdana leşkerî li Sûriyeyê xwar.
 
3 Cotmeh 1998: NATO, li Îskenderûna li ser sînorê Sûriyeyê tetbîqata leşkerî ya berfireh da destpêkirin. 2 hezar û 500 leşker û personelên Amerîkî jî beşdarî tetbîqatê bûn. Ji ber vê yekê zextên li ser Şamê ji bo derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hatin zêdekirin. Her wiha di çarçoveya tetbîqatê de keştiyên şer û mûşekên pêşketî yên hêzên deryayî yên Amerîkayê ber bi sînorê Sûriyê ve li rojhilatê Deryaya Sipî hatin veguhestin. Di heman demê de Îsraîlê jî hêzên xwe yên leşkerî li Girên Golanê bi cih kir. Di heman demê de Fermandarê Hêzên Bejayî Atîlla Ateş û Serokkomar Demirel jî li ser Sûriyeyê û Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Di demeke kin de leşker derbasî sînorê Sûriyeyê yê 618 kîlometreyî ku ji Hatayê ber bi navçeya Şirnex Cizîrê hatin kirin û hişyariya narincî ya ber bi alarma sor ve diçe ji baregehên hewayî yên Amed-Meletiyê re hat dayîn. DYA, bi Misir û Erebîstana Siûdî re însiyatîfeke dîplomatîk girt û xwest zext li Sûriyeyê bê kirin.
 
9 Cotmeh 1998: Sûriye li hemberî zextên DYA-Îsraîl-Tirkiyeyê serî tewand û zor da Abdullah Ocalan ku ji Sûriyeyê derkeve. Piştî vê Abdullah Ocalan jî, ji Sûriyeyê derket. Ocalan, bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê ji Balafirgeha Şamê çû Atînayê.
 
Sibe: Tiştên di navbera 9'ê Cotmeha 1998-15'ê Sibata 1999'an de qewimîn

Sernavên din

01/10/2024
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke