Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke

  • rojane
  • 09:56 28 Îlon 2024
  • |

RIHA - Derûnnas Salîh Tekînalp anî ziman ku her roj cînayeteke Narîn Guranê pêk tê û got: “Yê ku Narîn kuştî ye ne keseke, feraseteke. Divê em pêşiyê li rizîbûna exlaqî bigirin.”

Narîn Guran a 8 salî roja 21’ê tebaxê li gundê Çûlî yê girêdayî navçeya Rezan a Amedê hat windakirin. Piştî 19 rojan di 8’ê îlonê de cenazeyê wê li çemê binê gund ku 2 kîlometreyan jê dûre hat dîtin. Lêpirsîna têkildarî cînayeta Guranê berdewam dike. Medyaya sereke “cînayet” bi zimanekî magazînî veguherand amûra reytîngê. Tevî ku 39 roj bi ser bûyerê re derbas bûne jî hêj kujer nehatine dîtin. Awayê ku di çapemeniyê de tê dîtin, psîkolojiya civakî jî ronî dike. 
 
Derûnnas Salîh Tekînalp ê tiştên qewimîn weke “rizîna exlaqî û polîtîk” nirxand, diyar kir ku ji bo rizîbûna exlaqî û polîtîk teşîr bikin divê li geşedanên dîrokî bê nêrîn û wiha got: “Têgîna exlaqê têgîneke ku civakan di çarçoveya pêdiviyên xwe de teşe dayînê ye. Dema pêdiviyên civaka feodal cuda dibin, pêdiviyên civaka kapîtalîst jî cuda ne. Bi guherîna van re rêgezên exlaqê tên guhertin. Tevnegerîna li gorî vê rizîne. Nirxên ji bo kurdan berê heyî bi demê re binketin. Hin rewşên berê weke bêexlaqî dihatin nirxandin di roja me de tên normalîzekirin. Têgîna exlaqê herkes li gorî xwe şirove dike. Ji aliyê zanîstên civakî ve exlaq ne guherbar e, divê girêdar be. Dizîna min a mal, azadî û mafê kar a yekî din mînaka bêexlaqî ya li gorî kapîtalîzmê ye.”
 
‘CIVAKÎBÛN JI CIVAKA XWEZAYÎ HATIYE DIZÎN’ 
 
Derûnnas Salîh Tekînalp
 
Tekînalp, destnîşan kir ku pergala kapîtalîst kesa ber bi xweparêzî û egoîstiyê ve dibe û da zanîn ku pergala kapîtalîst ji civaka xwezayî hatiye dizîn. Tekînalp, destnîşan kir ku alternatîfa pergala kapîtalîst di veguherîna civaka xwezayî de ye û wiha berdewam kir: “Di civaka xwezayî de mirov ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin di nava piştevaniyê de bûn. Pevçûn çêbiban jî rêgezên exlaqê nedihatin binpêkirin. Lê di pergala kapîtalîst de ev yek nîne. Dewletên kapîtalîst ên dagirker ev exlaq û hiqûq ji holê rakirin.” 
 
‘TIŞTA KU EM ANÎNE VIR ÇIYE?’ 
 
Tekînalp, bi lêv kir ku her roj cînayeteke weke Narîn Guranê çêdibe û ev tişt got: “Ji ber ku cînayeta Narîn Guranê bû rojev me ferq kir. Dibe ku em ne di ferqê de bin û silavê didin kujeran. Ev noxteya bêexlaqiya hatiyê nîşan dide. Kesekê Narîn nekuşt, ferasetekê Narîn kuşt. Dibe ku gelek kes bi gotina ‘eman bila kes nebihîse, bila têkiliyên me yên siyasî û olî nekevin rîskê’ bêdeng bûn. Lê li vir nezanînek nîne. Kesên delîl ji holê rakirin, bêdeng bûn di nava vê bêexlaqiyê de ne. Hinekan dibe ku desthilata xwe ya mîkrob fikirî bin. Ev tişteke bêexlaqî ye. Ev encama rizîbûna exlaqî û polîtîk e. Heke rizîbûneke wiha nebûya, kesên didîtin, dibihîstin bêdeng nedibûn dibe ku cînayeteke wiha jî nebûya. Ev meseleyeke civakî ye. Ya ku em anîn vir çi ye? Divê herkes vê ji xwe bipirse. Motîfên me yên olî û kevneşopî yên em anîn vê derê, rê li ber vê bêexlaqiyê vekir. Bi gotinên ‘Bila marê dest nede min hezar salan bijî’, ‘Herkes ji xwe berpirsyar e’ û ‘Gunehên min ên min in, ên te yên te ne’ mirov xweparêz û bêhestiyar bûne. Ev ketiye binhişê me. Ev feraseta hesan mirovan dike aliyê bêexlaqiyê.”
 
‘DIVÊ EM EXLAQÊ CIVAKÎ BIKIN’ 
 
Tekînalp, bi lêv kir ku alternatîfa rizîna pêk tê ji civakîbûnê re derbas dibe û axaftina xwe wiha domand: “Pêdivîya me bi perwerdeyekê heye. Ev perwerde ne mufredata fermî ye ku li ser me tê ferzkirin. Heke mirov ji bo ku dersa çanda olî û exlaqê digirin biexlaq bûna evqasî bêexlaqî nedibû. Divê em exlaqê ji dewlet û olê cuda bigirin dest. Divê em nava exlaqê civakî dagirin. Exlaqa civakî tê wateya ‘Tişta ku ez naxwazim li min bê kirin divê ez jî li kesekî din nekim’, ‘Heke tişteke li gorî berjewendiya min, berovajî berjewendiya civakê be, divê ez li ser bifikirim’. Kes nikare ji bo berjewendiyên xwe tevbigere. Divê em exlaqê civakî bikin. Her kes tenê ne ji xwe berpirsyar e. Divê em exlaqê civakî derxînin holê. Em ji xwezaya civakî derketine. Em entegreyi civaka kapîtalîst jî nebûn. Ev navber mayîn rizîna exlaqî jî bi xwe re anî. Di civaka xwezayî de kuştina zarokan nebû, dîtin û bêdengbûyîn jî nebû. Em di pêvajoyeke bêrehm de derbas dibin. Em jî bi şêweyê herî tarî yê kapîtalîzmê dijîn, ku têra xwe hov e. Feraseta 'Ez ê ji bo berjewendiyê her tiştî bikim' Narîn qetil kir. Ne tenê cînayeta Narînê her roj cînayetên weke wê diqewimin. Gelek bûyerên ku ez weke psîkolog bûme şahid malbat ji bo ku bûyer neyê bihîstin vedişêrin. Dema ya tê qetilkirin tecawizkirin jin be, hewldana veşartinê rewşa parastina zilamê ku faîl e zêdetir çêdibin.”
 
Tekînalp ê got ku “Tiştê ku winda li cihê ku windabûye lê tê gerîn” û destnîşan kir ku li dijî rizînê çavkaniyeke bêsînor heye. Tekînalp, da zanîn ku ji bo avakirina exlaqa civakî gelek bedel hatin dayîn û wiha berdewam kir: “Em xwedî girseyeke mezin a nivîskar, civaknas û zanyaran in ku me ji bîreke tarî derdixînin nava ronahiyê. Hêj jî pêşengên me yên rê nîşanî me didin hene. Têkildarî berhemên wan mirovan dikare zêdetir aktîvîte bên kirin. Bi destê rêveberiyên herêmî dikare konferans, semîner û komxebat bên kirin. Gelek mînakên van hene. Tenê zanîna heqîqetê ya girseyekê me xelas nake. Divê heqîqet li civakê were belavkirin. Divê em wekheviya firsendê destnîşan bikin. Gelek mirovên ku ev mijar deşifre kirine hene. Em dikarin bi guhdarkirina wan çaxî biguherînin. Heke em bixwînin bi hezaran nivîskarên me yên xwedî tecrube ku têra civakê bikin hene. Divê ne berjewendîparêz, em civakî bifikirin. Ev dê saya xwendinên me bibin. Heke em vê bikin, em dikarin pêşî li rizîbûna exlaqî bigirin. Heke em vê nekin, wê cînayeta Narîn mixabin ne ya dawî be. Di kodên me yên civakî da ye ku zirarê negihînin darê. Divê em exlaqê dewlemend bikin.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

01/10/2024
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke