Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

  • rojane
  • 14:35 28 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û ÎHD’ê li aqûbeta Îbrahîm Gundem û Şêxmûs Eroglû pirsîn û xwestin faîlên Hatîce Atalay û Abdulmecît Baskin bên girtin û cezakirin. 

Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. 
 
AMED 
 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 816’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû pêk hat. Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan û pankartek wêneyan jî li erdê hat raxistin. 
 
Vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Gundem ê li gundê Qenderhelê yê ser bi navçeya Hezroya Amedê ve hatibû windakirin, hat pirsîn. 
 
‘BILA KUJERÊN ZAROKAN BÊN CEZAKIRIN’ 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku bi salane ji bo qinda bên dîtin û faîl bên girtin têdikoşin. Ercan anî ziman ku desthilatdarî û muxalefetê ji bilî darizandina çend faîlan guhê xwe ji daxwazan re girtin e û got: “Li herêma me ji salên 90’î ve meseleya kurd nayê çareserkirin, ev jî rê li ber binpêkirinên mafên mirovan ên giran rê vekir. Mixabin herî zêde jî zarokan para xwe ji van binpêkirinên mafan ên giran wergirtin. Zarok hatin qetilkirin û seqet man. Yek ji van zarokên hatiye qetilkirin jî Ceylan Onkol e.” 
 
Yilmaz qetilkirina Ceylan Onkol a beriya 15 salan bi bîr xist û got: “Tevî ewqas sal hê jî faîl nehatine tesbîtkirin. Darizandinek bi bandor nehat kirin. Em dibêjin bi raboriya xwe re rû bi rû bimînin û edaletê dixwazin lê belê desthilatdariya siyasî ji bo em van cangoriyan ji bîr bikin polîtîkayan dixe dewrê û ser bûyeran digire.” 
 
Piştre xwişka Îbrahîm Gundem ê winda, Ferîde Mafra axivî û wiha got: “Kekê min 33 sal in winda ye. Ev 15 sal in em li Koşûyolû li hestiyên xwe digerin û têdikoşin. Em dixwazin gorek me jî hebe. Ev 15 sal in em tên vir, lê kes nabêje hûn çi dixwazin? Bila hestiyên me derxin û bidin me da ku gorek me hebe û em serdana wê bikin. Em ê heta mirinê têbikoşin. Baran jî bibare, berf jî bibare em ê ji vir neçin. Heta ku em hestiyên xwe bibînin, em ê ji qadan neçin.” 
 
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya Îbrahîm Gundem ê di 25’ê îlona 1991’an de li gundê Qenderhala Hezroyê hat windakirin, xwend. 
 
Serpêhatiya windakirina Gundem wiha ye: Çîroka Gundem ji hêla Endamê Komîsyona Xizmên Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Akdenîz, çîroka Gundem wiha vegot: “Îbrahîm Gundem zewicî bû 9 zarokên wî hebûn. Li gel malbata xwe li gund karê cotkariyê dikir. Di nîvşeveke 25’ê îlona saala 1991’an de serpêl Kenan Şahîn û tîmên leşkerî bi ser mala wan de girtin. Di serdegirtinê de lawê Ahmet Gundem, Îbrahîm Gundem hate binçavkirin. Leşkeran got ku dê di danê sibehê de bê berdan. Li ser vê yekê Ahmet Gundem çû qereqolê û aqûbeta kurê xwe pirsî. Lê belê jê re gotin; ‘nehatiye binçavkirin.’ Bav Gundem ji bo pirsîna kurê xwe serî li Serdozgeriya Hezroyê da. Dozger, bav Gundem dîsa dişîne qereqolê. Vê carê jî bav Gundem daxwazname da qereqolê. Piştre jî gelek daxwazname dan lê tu carî encamek bi dest nexist. Piştre serî li Walîtiya Amedê da. Walîtî li qereqolê digere û qereqol dibêje ku wan girtiye. Li ser vê yekê bav Gundem diçe Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Fermandarî jê re dibêje; ‘tu dewletê sûcdar dikî. Dewlet tiştekî wisa nake.’ Piştre jî gef lê tên xwarin. 
 
Ahmet Gundem heta demekê ji bo kurê xwe serî li gelek deveran dide. Di vê navberê de zext li malbatê tê kirin. Di Lêbelê malbat dimînê bin ziht û zordahiyê de. Di 15’ê sibata sala 1993’yan de jî leşker û cerdevan mala Ahmet Gundem dişewitînin. Malbat ku ji 15 endaman pêk dihat neçar ma ku koçî Amedê bibe.
 
Dayika Gundem, Meryem Gundem ji bo aqûbeta kurê xwe bi salan li ber avahiyan ma. Lê mixabin mîna Dayika Berfor, Dayika Fatm û gelek dayikên din bêyî ku aqûbeta zarokê xwe bizane wefat kir.” 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Gundem û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH 
 
 
Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê jî bi heman daxwazê di hefteya 552’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn. 
 
Vê hefteyê serpêhatiya Hatîce Atalay a ku di 10’ê îlona 1996’an de li navçeya Pîrana Amedê dema diçû avdaniya baxçeyê xwe û hat qetilkirin, hat xwendin. 
 
Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyaniya serpêhatiyê xwend. 
 
Serpêhatiya qetilkirina Atalay wiha ye: “Hatîce Atalay di 10'ê Îlona 1996'an de ji bo avdana baxçeyên sebzeyan ê li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pîranê û ji midûriyetê ji bo avdaniyê agahî da polîsan. Piştî ku Atalay dest bi avdana baxçe kir, tîmên taybet ên ku timî li wir bi cih bûne, ji Girê Ziyaretê ya li pişt Midûriyeta Polîsan bi çekên lûle dirêj gulebaran kirin. 
Di wê kêliyê de hevjîna Hatîce Atalay bi qîrîn û hawar ber bi qereqolê dibeze û ji wan re dibêje bila guleyan nereşînin. Lê li wir polîsek heqaretê li wî dike û diqîre û dibêje 'Em ê te jî bikujin'. Ji polîsan re radigihîne ku hevjîna wî Hatîceyê birîndar e û dixwaze wê rake nexweşxaneyê. Lê belê polîs heta saet 06.00'ê sibehê wan li wir dihêlin. Atalay li wir ji ber windabûna xwînê jiyana xwe ji dest dide. Pişt re Serdozgerê Komarê û bijîşk birin cihê bûyerê. Di encama lêkolînê de berpirsên polîs dibêjin, li cihê bûyerê ti guleyek nedîtine û ti pêwendiya wan bi bûyerê re nîne û doz ji aliyê dozgerê giştî ve hatiye girtin. Ji ber ku rayedaran ji roja bûyerê ve lêpirsînek bi bandor û serbixwe nekiriye, kiryar wek faîl nediyar e ma.”
 
 Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Hatîce Atalay û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
COLEMÊRG
 
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî bi heman daxwazê di hefteya 142’yemîn de li Kuçeya Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Geverê Onûr Duşunmez û rêveberên DEM Partiyê, Hevşaredarên Geverê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Abdulmecît Baskin ê di 30’yê îlona 1993’yan de li navçeya Altindaga Enqereyê ji aliyê polîsan ve hat revandin û piştî du rojan cenazeyê wî bi awayek îşkencekirî li nêzî avahiya MÎT’ê hatibû dîtin, hat pirsîn. 
 
Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz daxuyaniyê xwend. Çapraz xwest ku kujer ango berpirsyarên qetilkirina Abdulmecît Baskin bila bên darizandin û cezakirin. 
 
BASKIN: EM Ê DAXWAZA EDALETÊ BIDOMÎNIN 
 
Kurê Baskin, parêzer Eren Baskin jî axivî û diyar kir ku 32 sal in li korîdorên edliyê û li qadan li faîlên bavê xwe dipirse û destnîşan kir ku ew ê her li qadan daxwaza edaletê bike û daxwaz bike ku faîl bên girtin û cezakirin. 
 
ÎZMÎR 
 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li navçeya Konakê çalakiya ji du hefteyan carek ji bo windayan li dar dixe, pêk anî. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli serpêhatiya windakirina Şêxmûs Eroglû yê ku di 21’ê îloana 1995’an de li Êlihê ji aliyê leşkeran ve di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, xwend. Canli da zanîn ku Şêxmûs Eroglû di sala 1930’an de li gundê Batê yê ser bi navçeya Midyada Mêrdînê ve hatiye dinê û ew bavê heft zarokan bûye. Canli destnîşan kir ku Eroglû ji roja hatiye revandin ve tu agahî jê nayên girtin û got ku ew ê her ji bo hemû winda bên dîtin û kujer bên darizandin têbikoşin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

01/10/2024
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke