Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’

  • rojane
  • 15:34 28 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de ji bo Zeredeşt Odûncû û Ozge Ozbek ên rewşa wan a tenduristiyê her ku diçe xerab dibe banga “berdana lezgîn” hate kirin. 

Çalakiyên ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte tên kirin berdewam dikin. Vê hefteyê jî bal kişandin ser rewşa du girtiyên nexweş ên li Enqere û Stenbolê. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di 653’yemîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte pêk tînin li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê li dar xist. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e, nikare were astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû were berdan” hate vekirin û dirûşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” berz kirin. Gelek parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran, navên hin girtiyên nexweş rêz kirin û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên pêk tên. 
 
‘REWŞA WÎ YA TENDURISTIYÊ HER KU DIÇE GIRAN DIBE’ 
 
Endamê MYK’ê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Odûncû de agahî parvekirin. Pîroglû, anî ziman ku ji ber grevên birçîbûnê di pişen Odûncû de xesar çêbûye û ew xesar hêj baş nebûye. Odûncû, îşaret kir ku birînên şewatê yên di laşê Odûncû de enfeksiyon girtine û wiha got: “Odûncû yê ji ber nexweşiyên xwe nikare jiyana xwe ya rojane bidomîne, hatiye asta ku hewcehî bi alîkariya yekê bibîne û 10 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ji ber tedawî, xwarin û lênêrîna kêm rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe giran dibe.”
 
 
‘BILA CEZA WERE TALOQKIRIN’ 
 
Pîroglû, tiştên ku dayika Odûncû bi komîsyonê re parvekirine ragihandin. Pîroglû, diyar kir ku dayika Odûncû ev tişt ragihandine: “Birînên wî yên şewatê baş nebûn, ji bo ku baş nehate dermankirin, birînên wî dîsa vebûn, heta îltîhabê girtin. Tê gotin ku ev rewş dibe ji bo kurê min rê li ber mirinê veke lê tedawiya wî nayê kirin. Ev îşkenceyeke. Hevdîtina ku parêzerên wî bi rayedarên girtîgehê re kirin jî encam negirtin. Di hucreyên li kêleka kurê min de yêk jê nexweşê dil du girtiyên nexweş hene û ji bo tedawiyê yek ji wan nabin bijîjk, ji ber helwesta rayedarên girtîgehê pirsgirêka xwarina kêm heye. Em weke malbata wî dibêjin heke tedawiya dikin bila bikin nekin bila cezayê wî taloq bikin em ê tedawî bikin.”
 
Pîroglû, xwest Odûncû û hemû girtiyên nexweş ên din werin berdan. 
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 525 a çalakiya xwe de li Cadeya Sakarya ya Enqereyê hatin bahev. Endamên Înîsiyatîfê pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin. 
 
JI BO OZBEK BANGA ‘BERDANA LEZGÎN’ 
 
Endama MYK’ê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da zanîn ku Ozbek ji ber tumora li ser mejiyê wê di 27’ê cotmeha 2020’an de li Nexweşxaneya Acibadem ya Stenbolê emeliyata mejî ya vekirî derbaskiriye û piştî dermankirinê bilez ji nexweşxaneyê birine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.
 
GELEK NEXWEŞIYÊN WÊ HENE
 
Çevîrmen, qala pêvajoya dermankirina Ozbekê kir û bi lêv kir ku ji ber nexweşiya zû pêş dikeve nexweşiyên epilepsi û vertîgoyê lê derketine û got: “Tumorên wê yên mejî zextê li organan dike û ji ber tumoran guhê wê yê çepê ji sedî 72 nabihîze, destên wê diricifin, hin caran nikare mîza xwe bigire. Ev rewş dê di pêşerojê de bibe sedemê windabûna dîtin, hafize û tevgerê.”
 
‘DIVÊ DEMILDEST BÊN BERDAN’ 
 
Çevîrmen, destnîşan kir ku reşwa Ozge Ozbekê gelekî krîtîk e û wiha domand: “Hem di MR û tomografiyên hatine kişandin hem jî di raporan de diyar e ku nikare li girtîgehê bimîne. Her saet, roja ku li girtîgehê bimîne mafê wê yê jiyanê dê were binpêkirin. Em dixwazin Ozge Ozbek demildest were berdan û li nexweşxaneyeke baş were dermankirin. Dewlet neçare ku mafê jiyanê biparêze. Dewlet bi neberdanê berpirsyartiya xwe bi cih naîne.”
 
 
 

Sernavên din

01/10/2024
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke