Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin

img
WAN - Sewalkarên Wanê diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan di rewşeke xerab de ne û gotin: “Em bifiroşin jî xwedî jî bikin her zirarê dikin.” 
 
Sewalkarên Wanê ji ber bihabûna gûbre, êm û kayê di rewşeke nebaş de ne. Bihayê lêçûnên wan zêde dibin û bihayê sewalan jî mîna xwe dimîne lewma sewalkar di firotina sewalên xwe de zehmetiyan dikêşin. Sewalkaran bal kişandin ser demsala zivistanê û gotin: “Em bifiroşin jî nefiroşin jî her di zirarê de ne.” 
 
'EM ZIRARÊ DIKIN’
 
Sewalkar Nîzam Coşkun diyar kir ku piyasa nebaş e û bihayê her tiştên ew dikirin zêde bûye. Coşkun, ev tişt anî ziman: “Tu qîmetê pereyê tirk nemaye. . Heke wiha biçe em ê dev ji sewalkariyê berdin. Penîr û şîrî ji me erzan dikirin lê li marketan biha difiroşin. Du meh berê min golikek bi 120 hezar TL’an firot. Lê niha bi 100 hezar TL’an jî naçe.” 
 
Hanzade Aslan jî diyar kir ku tiştên ew dikirin pir biha bûne û wiha got: “Bihayê Giha û ka gelek biha bûye. Lewma heke em sewalan erzan bikirin jî ji ber ku bihayê lêçûnan zêde ye em dîsa zirar dikin. Sedema ewqas bihatiyê jî enflasyon e. Rêveber li keyfa xwe dinihêrin û em jî li van deran perîşe dijîn.” 
 
'HETA KU ŞER HEBE DÊ KRÎZ BIDOME’ 
 
Nîzamettîn Kiziltaş jî anî ziman ku ew rojekê zirar dikin rojekê kar dikin û wiha pê de çû: “Bihayê êm, ceh û kayê gelek zêde ye. Bihayê goşt jî erzan e. Bi 300 TL’an ji me di kirin û li marketan bi 500-600 lîreyan difiroşin. Sewalkarî tune kirin. Sedema vê jî heywanên ji derve dikirin e. Bû 5 sal piyasaya sewalan ketiye. Êdî kesek nikare bikire. Sewalkar roj bi roj deyndar dibin. Ji ber ku bi deyn dikirin. Di tevahiya havînê de em ewqas kedê didin lê nikarin bifiroşin. Ma em ê wî deynî çawa bidin? Tenê çareseriyeke vê rewşê heye ew jî ew e ku ji derve sewalan neyînin. Heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê heta 2 salan nekarin sewalan peyda bikin.” 
 
Hayrettîn Bak jî got ku sewalkar di zirarê de ne û ev tişt anî ziman: “Ji ber bihabûna lêçûnan li Tirkiyeyê sewalkarî tune dibe. Sedema wê jî pergal e. Divê ev pergal biguhere. Tu hêviya min ji îktîdarê nîne. Heta neguhere çareserî nabe.” 
 
Azîz Başaran jî got: “Zivistaneke zehmet li pêşiya me ye. Zivistanên Serhedê dijwar derbas dibin. Bihayê her tiştekî hema hema du qetan zêde dibin. Sedema vê bihabûnê jî şer e. Heta şer hebe dê krîz jî bidome. Tekane rê heye ew jî bidawîkirina şer e.” 
 
Salih Înce jî got ku sewalên bi 10 hezar TL’an kirî bi 11 hezar TL’an firotiye û ev yek wî dide zorê. Înce got ku ji ber mesrefan êdî nikare sewalkariyê bike. 
 
'EZ BIFIROŞIM JÎ XWEDÎ JÎ BIKIM HER ZIRARÊ DIKIM’ 
 
Sewalkar Erdal Poyraz jî ev tişt anî ziman: “Ji bo sewalkaran pêvajoyeke dijwar dest pê kir. 2 meh berê goşt bi 350 TL’an ji me dihat kirîn û niha jî heman fiyet e. Lê bihayê êmê wê demê bi 500 TL’an bû û niha bi 700 TL’an e. Her tiştek biha bû lê goşt mîna xwe ma. Ev jî bandorê li hilberîneran dike. Yên jê qezenc dikin jî komîsyonvanên di navberê de ne. Cehê min bi 6 hezar TL’an firotî îro bi 10 hezar TL’an dikirim. Sedema van zeman tevan sotemenî ye. Di salên berê de me ji bo kirêya wesayîtekê 5-6 hezar TL dida lê niha 20 hezar TL’an didin. Daxuyanî dan qaşo ji Gabarê petrolê derketiye lê di heman rojê de zem kirin. Em naxwazin ji bo mazotê zem were kirin. Li pêşiya me zivistan heye û her tişt bihatir bû. Par ji bo 20 dewarên xwe me 150 hezar TL mesref kir lê ev fiyet dê derkeve 400 TL’an. Ez bifiroşim jî zirar dikim xweyî jî bikim her zirar dikim.” 
 
Hîkmet Aslan jî got ku di mijara sewalkariyê de alîkarî ji wan re nayê kirin û wiha dom kir: “Jiyan li ser mazot û xurekê hatiye avakirin. Ev her du jî pir biha ne. Ji ber sewalên alîgirên îktîdarê ji derve tînin, piyasa xerab e. Di vê bihatiyê de kî heywanan xweyî bike zirar dike.” 
 
'DIVÊ HIKÛMET BIGUHERE’
 
Fesîh Beyaztaş jî got: “Piyasa nebaş e û ya heyî jî bi deynan dibe. Bi mehan heywanan xweyî dikî lê bi heman bihayê dikirî difiroşî. Bihayê her tiştekî guherî lê yê heywanan mîna xwe ma. Aboriya Tirkiyeyê têk çûye û heke wiha bidome dê baş jî nebe.” 
 
Şaban Aslan jî got: “Bi gel re pere tune ye lewma piyasaya sewalan jî nebaş e. Min 10 roj berê 410 mîh anîn lê nikarim bifiroşim. Ji bo kirê coteke mihan bi 500 TL’an diçin. Heke em nekarin bifiroşin mecbûrin zivistanê lê binêrin. Lê mesrefên wê li gorî salên berê du qet zêde bûne. Em ê sewalan 5 mehan li malê xwedî bikin. Heke wiha bidome dê sewalkarî xelas bibe. Tu hêviya min nîne. Heke hikûmeteke nû were belkî hinek baş bibe lê mîna berê nabe.”
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

01/10/2024
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke