Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin

img

AMED - Bi hezaran kes tev li konsera Koma Hevra û Kardeş Turkuler a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xistiye bûn. Hevşaredar Dogan Hatûn wiha got: “Em ê ji bo azadiya xwe, xwedî li axa xwe, ziman û çanda xwe derbikevin.”

 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Seîd bi tevlibûna herzaran kesan, konsera Koma Hevra û Kardeş Turkuler li dar xist. Tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyan, gelen nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û hezaran kes tev li konserê bûn. 
 
Di serî de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî. Şahîn destnîşan kir ku qeyûm bi 8 salan ji bo ziman û çanda kurdî qedexe bike çi ji destê wî hatiye kiriye û wiha got: “Yên ku ziman û çanda me qedexe bikin çi ji destên wan hatibe kirine, bila li vê qadê binêrin. Xwestin ziman û çanda me tune bikin. Lê em li cihê ku hatine lê, bi ziman û çanda xwe ve li vir in. Li her cihê ku huner lê heye azadî heye, li her cihê azadî lê heye jî aştî heye. Xwedî li çanda xwe, kolanên xwe û tenduristiya xwe derkevin.” 
 
JI BO AZADIYÊ AŞTIYEKÎ BIRÛMET ŞERT E
 
Şahîn diyar kir ku li cihê ku azadî nebe dê aştî jî nebe û gotinên xwe wiha domandin: “Em ê bi zimanê xwe ve, çanda xwe ve, bi nasnameyên cuda ve bi hev re bijîn. Em rêzgirtina hev dizanin, û dê rêzgirtina hev bidomînin. Li van axan tişta herî pêwîst aştiyekî birûmet e. Ji bo aştiyekî birûmet jî azadî  hewce ne. Me got em ê çalakiyên çandî têxin rojeva bajarê xwe de. Şaredariyên me dê bibin rûye me, dê li kolanan bin. Em li her kolanê li her qadekê, hunera xwe berbelav bikin”
 
BANGA ‘MITÎNGA AZADIYÊ’
 
Şahîn banga tev li bûnê ji Mitînga Azadiyê ya ku dê di 13’ê cotmehê de were lidarxistin kir û axaftina xwe wiha domand: “Em dibêjim ku em azadiyê û aştiyê bi hev re rêxistin bikin. Em kolan bi kolan, mal bi mal rêxistin bikin. Em ji bo mitînga 13’ê cotmehê bi hev re bigerin. Ji ber pêdiviya herî mezin a van axan azadî û aştî ye.” 
 
Girseya kom bûye, piştî axaftina Şahîn diruşma “Bijî Seroka Apo” berz kir. 
 
‘KOLAN DÊ BI ÇANDA ME VE TIJE BIBIN’
 
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî wiha axivî: “Me gotibû ku ‘Em ê werin, ew ê herin, dê kolanên me dîsa bi çand û zimanê kurdî tije bibe.’ Me soza xwe girt. Em hatin ew çûn, kolan êdî yên me ne. Dê zimanê me, çanda me, hunera me ji van kolanan kêm nebe. Em ê ji bo azadiya xwe xwedî li axa xwe, zimanê û çanda xwe derkevin. Azadî li benda me ne. Bi qasî ku ev qad tije bibin azadî nêz e. Ev destpêk e. Me sozên mezin dabûn. Em ê sozên xwe yek bi yek pêk bînin. Ev qad ji bo kurdan qadekî pîroz e. Dê ev qad her tim ji bo azadiya me tije bibe.” 
 
Piştî axaftinan Koma Hevra û Kardeş Turkuler derketin ser dikê, stranên xwe strandin. Hunermend zextên ser saziyên zimanê kurdî yên 24’ê îlonê hatine kirin bi bîr xistin û anîn ziman ku ew ê li her qadekê ziman û çanda kurdî bidin jiyîn.
 

Sernavên din

30/09/2024
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir