DEM Partî: Rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye

  • rojane
  • 12:36 9 Cotmeh 2024
  • |
img

ENQERE - DEM Partiyê têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û got ku rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku bi pêşengtiya DYA’yê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin, bi serenavê “Bi Komploya 9’ê Cotmehê re destwerdan li qedera gelên Tirkiyeyê hate kirin” daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku mebesta ji komployê ew bû ku pevçûnên di navbera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bên kûrkirin. 
 
Bi domdarî DEM Partiyê destnîşan kir ku 9’ê Cotmeha 1998’an ji bo fêmkirina tiştên niha li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diqewimîn dîrokeke krîtîk e û wiha got: “Em dikarin sedemên sereke yên tiştên îro diqewimin di vê komployê de bibînin. Hêzên emperyalîst û têkiliyên wan ên dewleta kûr ên li Tirkilyeyê bi komploya li dijî birêz Ocalan re xwestin pevçûna di navbera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn de kûr bikin. Bi komploya di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir re plana şerekê di navbera kurd-tirkan de ku sed salan bidome kirin. Bi vê komployê re ne tenê li dijî gelê kurd, mudaxileyî qedera Rojhilata Navîn û pêşeroja gelên herêmê kirin. 
 
KOMPLO BI ÊRIŞKARIYA ÎSRAÎLÊ BERDEWAM E 
 
Mebesta ji komploya navneteweyî ew bû ku gelan bi hev bidin qirkirin, neteweperestî û dijminatiyê sor bikin û Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên hêzên emperyal dîzayn bikin. Di esasê xwe de em îro jî vê dijîn. Komplo, îro bi êrişkariya Îsraîlê berdewam e ku xetereya şerê cîhanê di xwe de dihewîne. 
 
TÊKOŞÎNA OCALAN
 
Birêz Ocalan ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya civakî têdikoşe, ji bo valaderxistina vê komployê kete nava hewldanên nûwaze û hem ji hêla teorîk hem jî ji hêla pratîkî ve rêyên xerakirina vê lîstikê raber kir. Destê aştiyê dirêj kir û li ber pêvajoya guftûgo û muzakerayan geriya. Tevahiya parastinên xwe yên li Îmraliyê jî ji bo demokratîkkirina têkiliyên di navbera kurd û tirkan de kir. Ji bo valaderxistina hesabên hêzên navneteweyî yên li ser gelên Tirkiyeyê, tezên ‘welatê hevpar’ û ‘komara demokratîk’ pêş xist. 
 
HETA KU TECRÎD HEBE DÊ TIRKIYE HER WINDA BIKE 
 
Hewldanên birêz Ocalan ên ji bo valaderxistina komploya navneteweyî û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane, ne tenê ji bo Tirkiyeyê her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn firsend e. Di serdemeke ku Rojhilata Navîn dîsa ketiye nava dorpêça agir de, em bi bîr bixin ku birêz Ocalan bi salan berê ji bo pirsgirêka kurd bal dikişand ser çareseriya demokratîk û aştiyane. Nêzî sê salan li Îmraliyê hevdîtin hatin kirin û wê demê ji bo krîzên siyasî û aborî yên niha hişyarî kir. Mixabin bi tecrîd û agahînegirtina mutleq bersiv dan vê sekn û nêzikatiyê. Bi tundî û polîtîkayên tecrîdê bersiv dan pêşniyarên çareseriyê. Lewma jî pirsgirêka kurd hêj bêhtir kûr bû û veguherî pirsgirêkeke navneteweyî. Heta ku tecrîd bidome dê gelên Tirkiyeyê mîna niha her tim winda bikin. Heta ku tecrîd hebe dê aştiya civakî ya Tirkiyeyê pêk neyê. 
 
RÊYA DEMOKRATÎKBÛNÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE 
 
Weke xizan, kedkar û bindestên vî welatî heta em li dijî tecrîdê bi dengekî xurt dernekevin dê ev çerxa zilmê ya li Tirkiyeyê her bigere. Dem dema şikandina vê çerxê, çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Rêya vê jî şikandina tecrîdê ye. 
 
BANGA JI BO MITÎNGA 13’Ê COTMEHÊ
 
Ji bo bidawîkirina tecrîdê, hevdîtina birêz Ocalan a bi parêzer û malbata xwe re û jinûve zindîkirina hêviya aştiyê ya Tirkiyeyê, Platforma Saziyên Demokratîk dê di 13’ê cotmehê roja yekşemê de li Amedê mitîngê li dar bixin û em tevahiya gelên xwe vedixwînin mitîngê.” 

Sernavên din

11/10/2024
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê