Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin

ŞIRNEX - Xebatên madenê yên li navçeya Qilebanê zirareke mezin didin xwezaya herêmê. Şêniyên herêmê diyar kirin ku ji ber xebatên kana komirê sewalkarî tune bûye û ji ber toza komirê nikarin berhemên xwe yên çandiniyê kom bikin. 

Qirkirin û talana li navenda Şirnexê û navçeyên wê bênavber didome. Talana heyî bi destê cerdevan, leşker û şîrketên nêzî îktîdarê tê kirin û metirsiyeke mezin li ser jiyana gel çêdike. Yek ji navçeyên Şirnexê ku talaneke xwezayê ya mezin lê tê kirin jî Qileban e. Xwezaya navçeyê bi qadên madenan tê tunekirin. Li Qilebanê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê (MAPEG) ya girêdayî Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ve li qadeke 540 hezar û 097,7 dekar bi kapasîteya 250 hezar ton, îhale ji bo madenên çînko, risas û sifirê hate vekirin. Qada ku ji madenê re hatiyê vekirin ji sedî 75’ê navçeyê dixe bin bandora xwe û qadeke fireh dagir dike. Li gundê xebatên madenê lê tên meşandin jî qadên jiyanê li gundiyan teng bûne. 
 
Li herêma çiyayî ya di navbera gundên Kiror û Roboskî yên navçeya Qilabanê de di navbera her 100 metreyan de lêgerîna madenê tê kirin. Makîneyên înşaetê ku heta lûtkeyên çiyayan diçin, qadên daristanên herêmê jî tune dikin. Şîrketa Anonîm a Komir Mîneral Madenvanî Pîşesazî Bazirganiyê ya Aksuyê li gundê Ziravikê li qadeke 15,77 hektarî xebatên kana komirê dike. Gundê Şiwêtê yê Qilebanê ku di nava kanên komir û madenên cuda de hatiye dorpêçkirin, yek ji wan gundan e ku herî zêde di bin bandora madenan de dimîne.  Xwezaya gund a tê talankirin, di bin toza komirê de dimîne.  
 
Şêniyên gundê Şiwêtê diyar kirin ku ji ber toza komirê ew nikarin berhemên xwe yên çandiniyê kom bikin û beravêtî û toza madenê bandoreke neyînî li ser tendûristiya wan dike.
 
‘SEWALKARÎ NEMA’
 
Ji şêniyên gund Ahmet Tonga anî ziman ku li herêmê gelek xebatên madenê hene û qadên xwezayê tên talankirin. Tonga, diyar kir ku li herêmê ji ber xebatên madenê sewalkarî ber bi dawîbûnê ve diçe û wiha axivî: “Ji ber toza komirê em ne dikarin fêkî ne jî zebzeyên xwe bixwin. Qadên ku em bikarin tê de bijîn ji holê rakirine. Me debara xwe bi mêşvanî û sewalkariyê dikir. Ji ber madenan em ne dikarin sewalan xwedî bikin ne jî mêşan. Hemû çiyayên me hatinê kolandin. Ji me re qada jiyanê nehiştin. Daxwaza me ew ê ku ev maden bên girtin.”
 
‘ZEBZEYAN DIÇÎNIN LÊ NIKARIN BIXWIN’
 
Ji şêniyan Hacî Akgun jî xwest xebatên lêgerîna madenê bên bidawîkirin û wiha got: “Beravêtiyên madenê diavêjin nava newalê û dema baranek dibare, ew qirêjî tevek tê nava gund. Darên me yên fekî ji ber qirêjiya beravêtiyan û toza madene hişk bûne. Edî welatî bêzar bûne ji ber madenan. Em zebze diçînin lê ji ber toz û dûmanê em nikarin bixwin. Divê pêşî li vê yekê bê girtin. Bila van madenan li vir rakin. Heke ranekin jî bila çareseriyeke bibînin da ku ev toz, dûman û qirêjî di nava gund belav nebe.”
 
‘BILA MADEN BÊN GIRTIN’
 
Ji welatiyan Ekrem Kaya jî bi lêv kir ku ji ber xebatên madenan qadên wan ên jiyanê tên jehrîkirin. Kaya, wiha domand: “Heke ew xebatên madenê nesekinin welatî wê neçar bibin ku koçber bibin. Heke neçin ma dê li vir çi bikin? Li vir jiyan nemaye. Hemû çiyayên me kolandine. Hemû toz û dûmana madenê bi ser gund ve tê. Em çandiniyê dikin lê hemû fekî û zebzeyên me di nava tozê de ma ne. Li vir cihekî ku ew xebata komirê bê kirin nîne. Li vir mirov dijîn. Jiyana me ne ewqas erzan e. Daxwaza me ew e ku ew xebatên madenê bi dawî bibin.”
 
MA /Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

11/10/2024
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê