Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin

  • rojane
  • 10:05 10 Cotmeh 2024
  • |

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranîna Komkujiya Garê de axivî û wiha got: “Vê îktîdarê hewl da bi hevkariya DAIŞ’ê hebûna xwe biparêze. Em ê kevokên aştiyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.” 

Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê li Qada Gara Trenê ya Enqereyê bi bombeyan êrişî Mitînga Aştiyê kir. Di êrişê de 103 kes hatin qetilkirin. Bi boneya salvegera 9’emîn a komkujiyê, li qada komkujiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Malbatên qurbaniyan, kesên di komkujiyê de birîndar bûn û gelek kes tev li bûn. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, EMEP, Halkevlerî, CHP, KESK, ÎHD, gelek rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî tev li bûn. 
 
Girse, ji Stasyona Metroyê ya Ulusê heta Qada Garê meşiya. Di meşê de pankarta “Em ê Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nekin” hate hilgirtin. Piştre jî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayin rêz hate girtin. Bi domdarî navên 103 kesan hatin xwendin. Di bîranînê de gelek caran dirûşma “Roj dê were, dewran dê biguhere, kujer dê hesabê bidin gel” hate berzkirin. 
 
‘AŞTIYÊ MÎNA LI VÊ BÎRDARIYÊ DE VEBÊJIN’
 
Avahîsaz Metîn Yurdanur ku bîrdariya li qadê çêkiriye di bîranê de wiha got: “Min 45 sal berê li Qada Garê ya Enqereyê ev bîrdarî çêkir. Bi navê din, peykerê Xoce Nasreddîn. Li gorî rexnegirên hunerê ev yek berhemeke sereke ye. Ev bîdarî, di 10’ê Cotmeha 2015’an saet di 10.04’ê de di nava xwînê de ma. Çav û rûyê Xoce Nasreddîn ên ku 30 sal bûn rûyê her kesî dikenand, di nava xwînê de man. Bi salan piştî wê bîrdariyê, bîrdariyeke din li vir zêde bû. Ev bîrdarî ‘Qêrîna Dayikan’ e. Ji ber ku avên ji jor diherikin, dê bibin rondikên çavên dayikan. Dê qêrîna dayikan li hemû cîhanê belav bibe. Di vê navberê de mamosteya Veyselê 9 salî, Sabahat Xanimê got; ‘Îcar ez ê niha aştiyê çawa ji zarokan re vebêjim.’ Mamoste Sabahat, hûn ê aştiyê mîna di vê bîrdariyê de vebêjin; jineke ku di hembêza wê de mirin heye lê li ber xwe dide, diqîre, li ber xwe dide, dê mîna kevoka aştiyê ya zarokeke keç bi xwe re dibe lê ji bo aştiyê li ber xwe dide, têdikoşe vebêjî.” 
 
Seroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun ku hevjînê wê parêzer Uygar Coşgun di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû jî metna hevpar xwend. Coşgun wiha got: “Heke Komkujiya 10’ê Cotmehê weke sûcekî li dijî mirovahiyê neyê qebûlkirin wê demê dê kîjan doz were qebûlkirin? Dema mirov li daxuyaniyên siyasiyên wê demê dinêre, pir eşkere ye ku Komkujiya 10’ê Cotmehê cînayeteke siyasî ye.” 
 
HATÎMOGÛLLARI: DAXWAZÊN WAN AŞTÎ Û EDALET BÛ 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Tekane daxwaza wan aştî bû. Dixwestin şer û pevçûnên li Tirkiyeyê bi dawî bibin. Dixwestin pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Daxwaza wan ked bû, mafê kedkaran bû. Ji ber ku baş dizanin ku heke nan nebe aştî û edalet jî nabin. Dixwestin jin neyên qetilkirin, daxwaza darezeke serbixwe û adilane dikirin. Daxwaza wan mafên mirovan, azadî, hemwelatiya wekhev û bidawîkirina komkujiyên li dijî elewiyan bûn... Bi kurt û kurmancî daxwaza wan aştî, edalet û xwişk-biratî bû.” 
 
'BI DESTÊ DAIŞ’Ê DAN KIRIN’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Vê îktîdarê, ji bo parastina hêza xwe Komkujiya 10’ê Cotmehê da kirin. Dê were bîra we; heta 10’ê Cotmehê weke ku fermana komkujiyan hatibe dayin li her derê komkujî dihatin kirin. Li Dîlokê di dawetekê de komkujî kirin, di mitînga HDP’ê teqîn pêk anîn, bombe danîn rêxistinên HDP’ê yên Edene, Mêrsînê... Û li Pirsûsê rêwiyên xeyalan qetil kirin. Ev komkujî tevek li gel DAIŞ’ê kirin û rê li ber DAIŞ’ê vekirin. Vê îktîdarê xwest hebûna xwe bi hevkariya DAIŞ’ê biparêze. Haya wan ji hemû komkujiyan hebû. MÎT a ku li navenda Enqereyê nahêle çûk bifire, hêzên ewlekariyê û tevek ji vê komkujiyê haydar bûn. Dema doza Komkujiya Gara Enqereyê dişopandin, ketin nava tirs û xofê. Heke gotin di cih de be li xwe mikur hatin û gav bi gav vegotin ka çawa pêk anîne. Bê ka gubre çawa bi dest xistine, bombe çawa amade kirine, ji Dîlokê heta Enqereyê rê li ber wan çawa hatiye vekirin. Dema mirov li girtekan dinêre, wê demê dibîne bê ka pêşiya vê komkujiyê ji hêla dewlet, hêzên ewlekariyê û MÎT’ê ve çawa hatiye vekirin.” 
 
'DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
 
Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê van canên xwe ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê wan di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin. Armanca wan çi be, heta ku ev tevek pêk tên em ê têbikoşin. Bila soza me ya ji bo we kevokên aştiyê yên hêja; dê ala we tu caran nekeve erdê. Heke me ew ji bîr kirin bila dilê me ziwa bibe.” 
 
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ber bîrdariyê û merasîma bîranînê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

11/10/2024
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê