Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin

  • rojane
  • 14:22 10 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û hate gotin ku heta faîl tên darizandin dê têkoşîn were domandin. 
 
Rêxistina terorê ya DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Qada Gara Trenê ya Enqereyê li dijî Mitînga Aştiyê êrişa bombeyî kir û di êrişê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûn. Bi boneya 9’emîn salvegera komkujiyê, li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatinl lidarxistin. 
 
ÎZMÎR 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li pêşiya Bîrdariya Aştiyê ya Alsancakê merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de pankarta “Me Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nekir, dê nedin jibîrkirin” hate hilgirtin û wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “ Em ê teslîmî tarîtiyê nebin”, “Şehîdên şoreşê nemirin” û hwd. hatin berzkirin. Li dora Bîrdariya Aştiyê wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin bicihkirin. 
 
Ji rêveberên Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiliç di bîranînê de axivî û wiha got: “Di pêvajoya Komkujiya 10’ê Cotmehê de AKP qels bûbû û îktîdara siyasî nekarî di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi ser keve. Îktîdarê, bingeha hilbijartineke ku bikare bi ser keve amade dikir.” Dalkiliç, komkujiyên di wê pêvajoyê de hatine kirin bi bîr xist û got ku piştî îktîdar di hilbijartinên mijdara 2015’an de bi ser ketî, êdî teqîn û komkujî jî nehatin çênebûn. 
 
Girse piştre jî çû serdana gorên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayin. 
 
AMED 
 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Şaxan a KESK’a Amedê jî bi heman boneyê çalakî li dar xistin. Endamên platformê ji ewil çûn serdana gora Abdullah Erol a li Goristana Yenîkoyê ku di komkujiyê de hatibû qetilkirin. Hevberdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Amedê Faruk Ercan di bîranînê de got ku ew ê qurbaniyan ji bîr nekin û têkoşîna wan dê rêya wan ronî bike. Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Erol. 
 
Endamên platformê piştre jî çûn serdana gora Feyat Denîz a li Goristana Şehîtlîkê ya li navçeya Bajarê Nû. Hevberdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Amedê Saliha  Zorlu jî li vir axivî û got ku heta faîlên komkujiyê û hêzên li pişt wan tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.  
 
Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Denîz. Di bîranînê de ji bo daxuyaniya ku dê saet di 17.00’ê de li Parka Rojava were kirin banga tevlibûnê hate kirin. 
 
Di heman demê de li Stenbol, Edene û Êlihê jî çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Her wiha komkujî hate şermezarkirin û ev peyam hate dayin: “Bîranîna we dê têkoşîna me ronî bike.” 
 
ŞIRNEX
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê bi boneya 9'emîn salvegera êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Mîtînga Aştiyê ya di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Qada Îstasyona Trenê ya Enqereyê dihat li darxistin li Kolana Hûnerê ya navçeya Cizîrê daxuyanî da. Nûnerên partî û saziyên pêkhateya platformê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Me Komkujiya 10'ê Cotmehê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin, dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin" hat vekirin.
 
metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Şirnexê Esin Yılmaz ve hat xwendin. 
 
Yilmaz, diyar kir ku tevî ku 9 sal derbas bûne jî berpirsyarên qetlîamê nehatine dîtin û got ku daraz sûcdaran diparêze. Yilmaz bi lêv kir ku ew ê komkujiyê ji bîr nekin û wiha got: Komkujî ji ber parastina sûcdaran nehat ronîkirin, edalet pêk nehat. Hêz û peywendiyên siyasî yên li pişt bûyerê nehatin eşkerekirin. Tevî ku doz li ser îdianameya ku di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de hatiye amadekirin jî lêpirsîneke bi bandor nehat destpêkirin.Weke her sal di salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê de em bang li rayedaran dikin: Ji bo binpêkirin û bêdengkirina daxwazên maf ên xizmên gelê me yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, hewl nedin. "Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, aştiya pêwîst bi dest bixe û çanda bêcezabûnê ya ku li hemû qadên jiyanê belav dibe ji holê rabike, divê berpirsyarên rastî yên Komkujiya 10'ê Cotmehê bên eşkerekirin û cezakirin." 
 
Piştre Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Îrmez, anî ziman ku di êrîşa li hemberî kesên demokrasî, aştî û azadiyê dixwastin pêkhat di heman deme de edalet, demokrasî û aştî jî qetilkir û ev tişt gotin: "Yên ku li Dîlok, Pirsûs û Amedê komkujî kirin, li Enqereyê jî heman tişt kirin. Yên gotin 'Rejeya me zede dibe' jî şirîkên van komkujiyan in. Em wan rêhevalên xwe tu carî ji bîr nakin. Heta em xeyalên wan ên demokrasî, azadî û aştiyê pêk bînin wê têkoşîna me bidome."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 

Sernavên din

11/10/2024
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê