Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin

  • rojane
  • 10:20 13 Cotmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên ji bo “Mitînga Azadiyê” ji bajarên cuda berê xwe dan Amedê, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Çalakvan, astengkirina polîsan protesto dikin.   

Platforma Saziyên Demokratîk dê îro bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, îro li Amedê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin û ji bo azadiyê li Amedê kom dibin” mitîngê li dar bixe. Ji bo tevlibûna mitîngê, ji bajarên cuda bi hezaran kes ber bi Amedê ve ketin rê. Polîsan, bi hinceta biryara “qedexeyê” ya walîtiyan, welatî asteng kirin. Li bajarên welatî lê hatine astengkirin, çalakiyên rûniştinê hatin destpêkirin. 

DÊRSIM
 
Welatiyên dixwestin li Dêrsimê ber bi Amedê ve bên, li Truşmekê ji hêla polîsan ve hatin rawestandin. Welatiyan li dijî astengkirinê bi kornoyên wesayîtên xwe xistin û polîs protesto kirin. 
 
ŞIRNEX 
 
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Elkê, Qileban, Hezex, Basa, Silopiya û Cizîrê jî bi sedan kes ji bo beşdariya mitîngê ketin rê. Welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, li pêşiya avahiyên partiyê hatin gel hev. Welatî bi çepik, tililî û dirûşman bi rê ketin. 
 
RIHA 
 
Li navçeya Karakopru ya Rihayê jî bi sedan welatî hatin gel hev û xwestin ber bi Amedê ve bikevin rê. Lê belê partiyî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyan jî ev rewş protesto kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û welatî li bendê ne. 
 
WAN
 
Li Wanê bi hezaran kes li Parqa Îpekê ya li navçeya Rêya Armûşê hatin gel hev. Girseya ku parlamenter, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bûn, li parkê li ber stranan govend gerandin. Cil û bergên kurdî yên jinan bal kişand. Girseyê li dijî astengkirina polîsan çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Welatiyan, di tevahiya çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Na ji şer re aştî a niha” berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Veysî Dîlekçî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Destûrnedayina me, dijbertiya aştiyê ye. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê binpêkirina hiqûq û qanûnan e. Ne di hiqûqa navxweyî ne jî di ya navneteweyî de tiştekî wiha tune ye. Di serî de pirsgirêka kurd, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, ji ewil divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn, divê bi birêz Ocalan re muzakere bên destpêkirin. Divê bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.” 
 
'MUXATABA BIRÊZ OCALAN E’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî wiha got: “We baş dizanî ku dê bi sedhezaran kes tev li mitîngê bibin lewma hûn tirsiyan. Bila soz be ku gelê kurd ê li hemberî we serî netewîne. Dê dostên gelê kurd jî serî li ber we netewînin. Ji birêz Abdullah Ocalan 43 meh in tu agahî nayên girtin. Ji bo aştiyê, birêz Abdullah Ocalan muxatab e. Hûn hewl didin li ser hemû qadên jiyanê tecrîdê ferz bikin. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Heta ku li ser vê xakê aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome. We mitînga Amedê qedexe kir lê ji bo me her der Amed e. Her der qada berxwedanê ye. Waliyê vî bajarî, ne bi ser qanûna vî welatî re ye.” 
 
Dayikên Aştiyê jî bertek nîşanî biryarê dan. 
 
AMED 
 
Welatiyên dixwestin ji navçeya Pîranê ya Amedê ber bi navendê ve bên jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan, avahiya DEM Partiyê dorpêç kirin. Destûr nehate dayin wesayîtên li vir bi rê kevin. Welatî jî bi wesayîtên xwe yên taybet ketin rê. Lê belê di derketina navçeyê de careke din hatin sekinandin. Welatiyên dixwazin tev li mitîngê hêj li wir disekinin. 
 
Di heman demê de welatiyên ku bi dolmîşê di saetên serê sibehê de gihiştin Amedê, li Qada Şêx Seîd a Amedê sekinîn. Pişt re polîsan derdora welatiyan girtin û dest danîn ser nasnameyên welatiyên ku ji bo mitîngê hatine, li dolmîşê siwarkirin û ligel maşîneyên zirxî ji bajêr derxistin. Polîsan piştî ku welatî heta sêgeşoya rêya Amed, Mêrdîn û Bismilê birin, nasnameyên wan radestî wan kirin û li wir berdan. Welatî li petroleke sêgoşeya rêyê disekinin. 
 
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’ 
 
Yek ji dayikên ku ji bo mitîngê hatibû û rastî vê mûameleya polîsan hat Makbûle Aşan bertek nîşanî vê pêkanîna polîsan da û wiha got: “Em hatibûn berxwedanê dijminî rê nedame. Hezar caran bêlome ji bo tişta bi serê me anîn. Tu tank û top bi me re nebûn. Heta ku em sax bin em ê li pey doza xwe bin. Îro evqas mirov ji Edenê, Mêrsînê ji her derê kom bûne û hatine. Xwedê vê yekê qebûl dike? Bi xwedê em ê serîhildin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin. Em ji bo aştiyê hatine, xwedê vê qebûl nake. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin. Dê tirsa me di dilê wan de be. Bijî Kurdistan.”
 
DÎLOK
 
Gelek kesên dixwestin ji Dîlokê bên Amedê jî hatin sekinandin. Welatiyên hatin pêşiya avahiya DEM Partiyê, daxuyanî dan. Hevserokê Bajar Mehmet Satan anî ziman ku heta ku demokrasî, maf û hiqûq tê welêt, heta ku zindan tên valakirin û azadî û aştî pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. Satan, got: “Dilê me li Amedê ye.” 
 
ÇEWLIG
 
DEM Partiyiyên ji Çewligê bi rê ketin jî li Kurudereyê hatin sekinandin. Koma ku Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku jî di nav de bû, bertek nîşan dan û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Berxwedana welatiyan didome. 
 
ÊLIH
 
Polîsan di derketina bajêr de pêşiya welatiyên ku ji Êlihê ber bi Amedê ve bi rê ketin girtin. Polîsên ku qedexeya Walîtiya Amedê weke hincet nîşan dan gotin ku destûrê nadin ku welatî ji bajêr derkevin. Li ser vê yekê welatiyan xwest biryara qedexeyê nîşanî wan bê dayîn. Lê polîsan biryareke nivîskî nîşan nedan. Welatiyên ku bertek nîşanî astengkirina polîsan dan cade girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Welatiyên ku dest bi çalakiya rûniştinê kirin sirûda “Herne Pêş” gotin û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Zext nikarin me têk bibin” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ê li vir axivî, diyar kir ku destûra welatiyên ku dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û li dijî tecrîdê derkevin nayê dayîn û wiha got: “Li vir bêhiqûqiyek heye. Biryara ku Walitiya Amedê wergirtiye ji bo Êlihê ne derbasdar e. Mafê me yê gerê tê astengkirin. Ji bo ku bêhiqûqî heye polîs nikarin li vir biryarê nîşan bidin.”
 
Çalakiya rûniştinê ya welatiyan bi çepik, dirûşm û tilîliyan berdewam dike. 
 
SÊRT 
 
Welatiyên ji Sêrtê derketin di rê de hatin sekinandin. Welatiyên ku bi coşeke mezin bi rê ketin di derketina bajêr de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyên ku bertek nîşanî rewşê dan dest bi gerandina govenda “azadiyê” kirin. Sêrtiyan li ber stranên ku gotin re govend gerandin û bendemayîna xwe didomînin.
 
MÊRDÎN
 
Girseya ku ji Şirnexê bi rê ketibû gihişt Mêrdînê. Girseya ku bi welatiyên li vir disekinîn re hate gel hev, ber bi Amedê ve kete rê. Girseyê heta demekê govend gerand û gelek caran dirûşmên “Na ji tecrîdê re, ji Ocalan re azadî”, “Berxwedan jiyan e” û “Her der Amed her der berxwedan” berz kir. 
 
BEDLÎS
 
Wesayîtên ji Bedlisê ber bi Amedê bi rê ketin jî li devera Ariciyê hatin astengkirin. Welatiyên ji ber astengkirina polîsan paya bûn, bi govend û çepikan bertek nîşan dan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlisê Huseyîn Olan li vir daxuyaniyeke kin da û got ku bi roja ye ji bo aştiyê derî bi derî xebatan dimeşînin. Olan, wiha domand: “Mitîng, bi mebesta bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiyê bû lê hate astengkirin. Divê bê zanîn ku têkoşîna me ya li dijî tecrîdê dê bi vê re bisînor nemîne. Çi ji destê me bê em ê bikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 
 
DI KETINA AMEDÊ DE DAXUYANÎ HATE DAYIN 
 
Bi sedan kesên ji Riha û navçeyên wan hatin, xwe gihandin ketina Amedê. Girseyê, li benzînxaneyeke bi qasî 10 km’an dûrî navenda Amedê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî wiha got: “Ji bo tevlibûna Mitînga Azadiyê, em yek bi yek astengiyand erbas dikin û meşa xwe didomînin. Tevî hemû astengiyan jî em ê xwe bigihînin Qada Stasyonê. Gelek caran pêşiya me girtin û xwestin girseya me paşve vegerînin. Lê belê em bi israr in ku xwe bigihînin Amedê. Em ê li her derê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan biqîrin. Em bihêz in û moralê me baş e.” 
 
Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” hatin berzkirin. 
 
ERZIROM
 
DEM Partiyî bi 40 wesayîtan ji Erziromê ber bi Amedê ve ketin rê û di ketina Mûşê de hatin sekinandin. Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Bariş Kemaloglû, diyar kir ku dê li dijî qedexe û zextan serî netewînin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Zext nikarin pêşî li me bigirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
 
 

Sernavên din

14/10/2024
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin