Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir

  • jin
  • 12:59 13 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parastvana mafên jinan Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir. 

Endama Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî bi îdiaya “Serhildanê” bêyî ku were darizandin zêdetirî 14 meh in li Girtîgeha Evînê ya Tehranê tê ragirtin. Mûradî, nameyek şand û da zanîn ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dike. 
 
NAMEYA MÛRADÎ
 
Nameya Werîşe Mûradî wiha ye:
 
“Li her derê Rojhilata Navîn agirê şer belav bûye; bi dehan salan e her carê cihekî van axên qedîm bi agirê şer dişewite. Li ser navê avakirina pergaleke nû ev yek tên kirin lê wisa bûye ku civak nikarin bêhnê bigrin û her carê aliyekî xweş ê jiyana mirovan bi xwe re dişewitîne ev şer. Polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîzma kûrewî, ji bo li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe qewîm bike, bi hêzên paşverû yên birçiyên desthilatdariyê re, li herêmê bûye yek, vî şerî ji her demê zêdetir bi eşkereyî li ber çavên cîhanê dike û didomîne. Rojava hewl dide reng û rûyê Rojhilata Navîn biguherîne û vê yekê ne bi riya aştiyê, bi riya şer dike. Her çiqas polîtîkayên ku ji bo tunekirina dîrok û çandî tên meşandin têk çûbin jî; bi armanca homojenkirina herêmê pêkanînên xwe didomîne. Li aliyê din, hikumetên muhafezekar ên li herêmê jî propagandaya netewperestî û olî zêde dikin û agirê şer gurtir dikin. Van şeran gelek rewşan derxistin holê û şîdeta êrişan, bi xwe re xetera bilindbûna faşîzmê ya li herêmî jî tîne.
 
Pir zelal tê dîtin ku dê ev şer bidome û beşek mezin a herêmê jê zirarê bibîne. Di nava vê pevçûn û têkoşînî de Komara Îslamî ya Îranê bi salan e piştî hewldana avakirina Hîlala Şiî, niha behsa yekitiya NATO’ya Ereb û umeta Îslamê dike. Trafîka dawî ya dîplomatîk, nîşaneyek ji vê planê ye. Van nakokî û reqabetan dê ji derveyî dîmenên rûxandina Rojhilata Navîn xizmetê ji tu armancê re nekin. Gel û jinên ku ji hikumetên totalîter ên li herêmê herî zêde zirarê dîtine, niha bi xeterên nû yên ku van şeran bi xwe re anîne re rûbirû ne.
 
DIVÊ EM NEHÊLIN DÎROK DUBARE BIBE
 
Bi kurtasî her çendî kapîtalîzma kûrewî bixwaze netewe dewletên li herêmê biçûk bike û bixe bin kontrola xwe jî; nayê wê wateyê ku piştgiriyê dide gelan, bi taybetî jî jinan. Di reqabeta li herêmê ya ji bo hêzê de, civak û bi taybetî jî jin û zarok dibin hedef; an sînorên wan tên binpêkirin, an neçar dimînin warê xwe biterikînin an jî zor lê wan tê kirin ku ji şerxwezan re xizmetê bikin. Di vê pêvajoyê de mijareke girîng a ku divê mirov li ser raweste jî zêdebûna mijarên navxweyî û pirsgirêkan û di heman demê de zexta li ser azadîxwazan e. Bi gotineke din, ev herdu mijar bi hev ve girêdayî ne. Îran jî ji derveyê vê hevkêşiya bêyom a li herêmê nîn e. Dijberî wê Îran hê jî riya salên 1980’yan didomîne û bi şerên li derveyî sînoran re, qetliamên li ser girtîgehan û kesên ji bo azadiyê têdikoşin zêde dike. Ya girîng niha ye. Divê em di vê pêvajoya ku mercên salên 1980’yan tînin bîra me de, destûr nedin ku dîrok xwe dubare bike.
 
ÎDIAYA KOMARA ÎSLAMÎ VALA DERKET
 
Di salên dawî de Komara Îsamî ya Îranê, îdia kir ku di nava welatên cîran de ew “Girava aramiyê” ye û dê ji tofan û xeterên li Rojhilata Navîn bi bandor nebe lê me dît ku di vê pêvajoyê de polîtîkayên wî yên hundir û derve çawa bi ser neketin. Ger di nava xwe de di vê dema ku desthilatdariya totalîter tengav bûye de; zextên xwe kêm neke û guh nede daxwazan dê ber bi bahozek ve biçe. Bi taybetî jî di vê dema ku mercên aborî, siyasî, civakî û derûnî zehmet bûne de, her roja diçe rewşa mafên mirovan xirabtir dibe. Ji serê vê salê ve heta niha 531 kes hatin darvekirin. Sala par 811 kes hatibûn darvekirin û rêjeya darvekirina jinan li gorî sala par ji sedî 35 zêde bûye. Van daneyan, nîşan didin ku planeke hikumetê ya ji bo başkirina rewşa civakê tune ye, dijberî wê bi tunekirina “kesên din” ên wî bi xwe afirandine, civakê ber bi têkçûnê ve dibe. Ev pir zelal be jî; divê vê rastiya bi êş, her dem bi bîra raya giştî ya cîhanê were xistin. Hinek ji vê têkoşîna ku li dijî vê rewşê didome û berxwedana li dijî zulma desthilatdariyê, para me girtiyan jî dikeve.
 
MESELEYÊN NAVXWEYΠ
 
Ez; weke keseke ku ji bo başkirina rewşa civakê û zêdekirina wateya jiyanê, ketime riya têkoşînê; ji bo derd û êşên jin û hemû kes dikşînin têkoşiyam. Biryarên min girtine û çalakiyên ku min li dar xistine, ji bo sekna li dijî ve zulma ku li azadîxwazan tê kirin e, ne ji bo daxwazên min ên şexsî ne. Min di rojeke ku li dijî darvekirinê weke Roja Cîhanê hatiye diyarkirin de biryara greva birçîbûne da, ev yek ji bo xizmeta vê armancê ye. Ger hûn qetliamên ku ji ber şeran çêdibin dibînin û dibêjin “Ji şer re na” divê hûn înfaz û darvekirinên ku her roj di bin navê rûpoşa îslama siyasî de tên kirin jî bibînin. Destûr nedin, şerên ji derveyî sînoran, siya xwe bidin ser pirsgirêkên navxweyî yên civakê. Hewldana min a ji bo greva birçîbûnê ji bo vê armancê ye. Bihayê wê çi dibe bila bibe, em ê destûr nedin dengê bi cesaret ê berxwedêrên li zindanan, di nava şeran û macerayên bê encam de winda bibin. Bi vê armancê, ji bo ku kampanyayên li dijî darvekirinê yên li cîhanê tên meşandin, kom, sazî û organîzasyonên navneteweyî yên bi armanca rawestandina darvekirinan didomin, werin dîtin û deng vedin; ez îlan dikim ku ez ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim.”
 
MÛRADÎ KENGÎ HATE GIRTIN?
 
Hêjayî gotinê ye Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di 26’ê îlona 2023’yan de ragihandibû ku roja 1’ê tebaxa 2023’yan endama wan Werîşe Mûradî bi nasnav Ciwana Sine li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin. Werîşe Mûradî piştî binçavkirinê 2 hefteyan hate girtin û niha li Girtîgeha Evînê tê girtin û bi hinceta “endambûna rêxistinê” tê darizandin.
 

Sernavên din

14/10/2024
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin