HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye

  • rojane
  • 09:14 15 Cotmeh 2024
  • |
STENBOL– Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku avakirina HDK'ê ya bi perspektîfa têkoşîna yekbûyî tê wateya ku ax bi ava xwe ya jiyanê re bûye yek û bi zehmetiyên pêvajoyê re berpirsyariyên HDK'ê zêde bûne û got: "Pêdiviya me bi peyman û vejîneke nû heye ku tevî tifaqa siyasî tifaqa civakî li her derê ava bike."
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di 15'ê Cotmeha 2011'an de li Enqereyê bi armanca di bin sîwanekê de komkirina nasname, bawerî û çandên cuda yên li Tirkiyeyê, misogerkirina aştiya civakî û têkoşîna ji bo maf û azadiyên bingehîn, bi 820 delegeyan hat avakirin, 13 salî ye. Di 13'emîn salvegera damezrandina HDK'ê de em bi Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek re li ser pêvajoya damezrandina HDK'ê, bandora paradîgmaya wê ya li ser civakê û roja îroyîn axivîn.
 
Cengîz Çîçek
 
Çîçek anî ziman ku HDK û HDP bi fikra kongre-partiyê derketine holê û berhema peymana tifaqa têkoşîna civakî ye ku ji aliyê stratejîk ve hatiye nirxandin û her wiha got ku ev yek di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên bindest de vejîneke nû temsîl dike. Çîçek got: “Kongreya me vejîna xwe di bernameya xwe de wekî Rêya Sêyemîn a li dijî pergala kedxwar û tifaqa dîrokî ya bindestan pênase kir. Tifaqa dîrokî ya bindestan dihat çi wateyê? Li dijî blokên serdest ên îslama siyasî yên Tirkıyeyê û jiholêrakirina pergala wan a kedxwar hevdîtineke dîrokî ya nû bû."
 
‘HDK XWEGIHANDINA AXÊ YA AVÊ BÛ'
 
Çîçek destnîşan kir ku HDK'ê di pêvajoya damezrandina xwe de sînerjîkeke pir mezin çêkiriye û ev sînerjî di encama hesreta dîrokî ya gelên Tirkiye û Kurdistanê de derketiye holê û wiha got: “Gelê Tirkiye û Kurdistanê ew gelên ku berdêla jiyana demokratîk û azad dane. Li hemberî polîtîkayên derbekar, asîmîlasyonîst û qetlîamker ên li dijî wan bi tevahî teslîm nebûn û çok nedan. Lê belê ev rewş bi tena serê xwe têrê nedikir ku jiyana Nû misoger bibe. Vejîna kongreya me dihat wateya hevpariya di avakirina Jiyanên Nû yên wekhev, adil û azad de û her wiha hevpariya berxwedanê ya kesên ku li dijî pergala tekparêz çok nekişandin û teslîm nebûn. Li dijî polîtîkaya pergala tekparêz a ku komên berxwedêrên civakî yek bi yek ji hev dûr dixe, avabûna yekîtî, tifaq û têkoşîna hevpar bû. Wekî ku me berê jî diyar kiribû, ev hevdîtina nû bi rastî jî wek axa bejî ya xwe gihandiya ava xwe ya heyatê ye."
 
‘FIKIRA SEDSALÎ'
 
Çîçek da xuyakirin ku HDK'ê bi têkoşîna xwe ya ji roja damezrandina xwe heta niha, çanda hevpariya fikir, biryargirtin û çalakiyan ji bo muxalefeta civakî û tevgerên sosyalîst ên Kurdistan û Tirkiyeyê zêde kiriye û ev yek di asta heyî de bi piranî bi dest xistiye. Çîçek bilêv kir ku HDK'ê bi xwe re çandeke siyasî, û têkoşîneke polîtîk a nû ava kiriye û got: "HDK hê jî ji bo pêdiviyên têkoşîna civakî fikreke nû ye, yanî fikra sedsalê ye." 
 
Çîçek destnîşan kir ku wekî laşê ku mezin dibe wan jî di vê pêvajoya 13 salî de têkoşîna xwe mezin kiriye û bi vê re pêdiviyên nû derketine meydanê. 
 
Çîçek diyar kir ku di vî warî de wekî HDK û pêkhateyên wê hinek gengeşe kirine û di gengeşeyan de ev tişt derketiye meydanê: "Fikra HDK'ê hê jî fikra ku herî zêde pêdiviya me pê heye. Yanî hê jî her kes li dor vê fikrayatê ye. Ev yek jî nîşan dide ku HDK hê jî bi fikira xwe, bi pêşniyaz, têkoşîn û rê û rêbazên xwe li benda vejîna xwe ya nû ye."
 
Çîçek destnîşan kir ku di vî warî de divê şert û mercên serdemê baş bên dahûranin û pêvajoya pêngaveke nû bê destpêkirin û got: "Ya dikeve ser milê me em li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê ku di nava komên têkoşer ûs erîhildêr de bi perspektîfa rêxistinbûyîna civakî tevbigerin." 
 
‘RÊYA SÊYEMÎN POTANSIYELEK E'
 
Çîçek bilêv kir ku tevî hemû kêmasiyên xwe jî fikra HDK'ê ya li ser esasê têkoşîna rêya sêyemîn e hê jî pêdiviya sereke ya civakê ye û got: "Têkoşîna Rêya Sêyemîn, ne ew têkoşîn e ku bi hêza gel sînrodarkirî be. Rêya Sêyemîn, di heman demê de potansiyelek e. Tiştên ku hê me xwe negihandine wan bi xwe ye. Yanî kesên ku doza edlaet û azadiyê dikin û ji bo vê li dijî vê desthilatê têdikoşin, tenê ne em in, lid erveyî me jî hin kes ji bo vê têdikoşin. HDK jî ew tişt e ku vê potansiyelê bi awayekî polîtîk vediguherîne û daxilî nava têkoşîna polîtîk dike." 
 
Çîçek di dawiya axaftina xwe de wiha pê de çû: "Me armancên gengeşiyên xwe, lêgerînên xwe û têkoşîna xwe zelal kirin. Di vî warî de gengeşiyeke me tune ye, lê divê mekanîzêmayên ber bi wê armancê ve diçin bên diyarkirin û bên avakirin. Divê em bi awayekî pri rasteqîne bersiva van titşan bidin. Ger em van tiştan şênber bikin, çi HDK çi jî DEM Partî wê di heyama pêş de bigihêjin armanca xwe." 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 
 
 

Sernavên din

17/10/2024
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne