Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin

  • rojane
  • 11:12 15 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Bêparhiştina bi milyonan zarokên ji gelên cuda û qedexeyên li ser zimanê kurdî, gotinên Erdogan ên têkildarî “zimanê dayikê” vala derdixînin. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû got: “Rast dibêje lê êdî kesekê ji gotinên wî bawer bike nema ye.”
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan duh di toreneke li Beştepeyê de got: “Bi milyonan insanên me tenê ji ber ku dixwestin baweriya xwe bi azad bijîn, bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin cihêkarî lê hate kirin, neheqî û derhiqûqtî lê hate kirin.” Gotinên Erdogan ên têkildarî “zimanê dayikê”, qedexeyên di demên dawî de li ser kurdî dîsa kir rojev. Berevajî gotinên Erdogan, qedexe û bêtehemûliya li dijî kurdî li her qadê berdewam in. Di nava 7 mehên dawî de ji jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî heta qedexekirina konseran, ji stranan heta dersan herî kêm 22 bûyerên astengî û qedexekirina zimanê kurdî qewimîn. 
 
Di serî de li bajarên Wan, Mêrdîn, Amed û Êlihê, li gelek bajaran nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên bi kurdî “Pêşî Peya û Hêdî” hatin jêbirin. Di serî de li Sêrtê, li gelek bajaran kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binavkirin û girtin. 
 
Di 24’ê îlonê de jî li Amedê bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê de hate girtin. Perwerdekarên zimanê kurdî jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin. 29 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate girtin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 30’ê îlonê de li Qada Şêx Seîd konserek li dar xist û endamên Koma Hevrayê ji ber stranên bi kurdî rojek piştre hatin binçavkirin. 
 
'BILA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ’
 
Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû têkildarî qedexeyên li ser zimanê kurdî û gotinên Erdogan axivî. Azîzoglû, diyar kir ku gotina Erdogan a “Bi milyonan hemwelatiyên me ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê axivîn cihêkarî lê hate kirin” rast e û wiha got: “Ji avakirina komarê heta niha mirov her tim ji ber zimanê xwe rastî cihêkariyê hatin. Gotina Erdogan rast e lê çi bi kêrî wî were wê dibêje. Rojek piştre berevajî gotinên xwe yên îro dibêje.” 
 
Remzî Azîzoglû
 
Di berdewamê de Azîzoglû li dijî qedexe û astengkirinan banga “Tu serokkomarî, van pêk bîne” li Erdogan kir û wiha pê de çû: “Çendek roj berê ji ber zimanê kurdî em binçav kirin, girtin. Êrişî saziyên me yên ziman kirin. Nivîsên bi kurdî hatin jêbirin. Destûr nedan navên bi kurdî. Dema bi kêrî wan tê van dibêjin, dema bi kêrî wan neyê jî berevajiya vê dibêjin.” 
 
Azîzoglû, anî ziman ku êdî tu baweriya bi gotinên Erdogan nemaye û axaftina xwe wiha qedand: “Gotinên Erdogan rast in lê êdî kesekê bi wan bawer bike nema ye. Ji ber ku gotin û kirinên wî ne heman in. Kesek jê bawer nake. Heke bi rastî jî daxwaza wî ew be, bila zimanê dayikê qebûl bike. Bila kurdî bibe zimanê fermî.” 
 

Sernavên din

17/10/2024
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne