Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin

  • rojane
  • 12:38 15 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku li cihê kedkarên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn lê hatine qetilkirin tu lêkolîn nehatine kirin. 
 
Dewleta tirk di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn qetil kir. Ajokarê wesayîtê Rêbîn Bekir jî birîndar bûbû. Rojnamevanên ku bi wesayîta aydê Chatr Produksiyon ji bo kişandina bernameyê di saetên siharê de ber bi herêma Hewramanê ve bi rê ketin, di dûrahiya 52 kîlometere ya ji navenda Silêmaniyê li gorî saeta herêmî di derdora saet 10.30-11.00’an de li herêma Tepê Reş bûn hedefa SÎHA’ya dewleta tirk. Dema bûyer qewimî wesayîta Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Rêbîn Bekir li piştê, li pêşiya wan jî wesayîta ku ji aliyê xebatkarê Produksiyona Chatr Keser Buldan ve dihat ajotin, hebû. Wesayîta Gulistan Tara û Hêro Behadîn, bû hedefa destpêkê ya SÎHA’yê. Wesayîta li pêşiyê ya ji aliyê Keser Buldan ve dihat ajotin jî, bû hedefa duyemîn a SÎHA’yê. Mesafeya di navbera her du bombebaranan de jî nêzî 500-600 metre bû.
 
Piştî wesayîta di bin kontrola Rêbîn Bekir de bû hedef, Keser Buldan bombebaran di neynika wesayîtê ya singî de dît û ji bo alîkariyê bide hempîşeyên xwe pê li frenê dike û manevra dike. Bi vî rengî bi şensî ji bombebarana duyemîn rizgar dibe. Wesayîta ku ji aliyê Rêbîn Bekir ve dihat ajotin jî bi bandora bombebaranê nêzî 250-300 metre heta rêya ber bi gundê Tepê Reş ve dixirike û li vir hîn jî dişewite. Rêbîn Bekir ê bi birîndarî ji êrişê rizgar bû, wiha qala bûyerê kir: “Teqînek çêbû û wesayîtê dest bi şewitînê kir. Min ti tişt fêm nekir. Wesayîta me zivirî û xirikî. Min bi destê xwe yê rastê nekarî kemera xwe ya ewlehiyê vekim lê bi destê çepê karî û kesên li derdor ez ji wesayîtê derxistim.”
 
ASAYÎŞÊ TU LÊKOLÎN NEKIRIYE
 
Koma ANF’ê, piştî êrişê 45 rojan bi banga Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurdistan û ROJIN’ê ji bo şopandina peywendiyên şandeya ku ji Ewropayê çûyî Silêmaniyê, çûn cihê bûyerê. Koma ANF’ê di lêkolîna xwe de wiha dibêje: “Destpêkê em digihijin cihê ku wesayît piştî bombebaranê lê sekinî û hîn jî dişewitî. Şopên şewatê û parçeyên ji wesayîtê mayî, weke roja ewilî li cihê xwe disekine. Lê belê dema em diçin cihê ku bombebaran lê çêbûyî, yanî em 250-300 metre hîn paştir diçin, tiştên ku me dîtin nîşan dide ku piştî komkujiyê facîayeke din jî çêbûye. Piştî komkujiyê nûçe hatibûn weşandin ku asayîşê rê girtiye û lêkolîn dike. Lê belê tişta ku me dîtî nîşan dide ku li cihê bûyerê tu xebat nehatine kirin.
 
‘BI RÊBAZA DAIŞ’Ê ERIŞ KIRINE’ 
 
Li cihê ku wesayît bûyî hedefa bombebaranê li ser asfalta germ di çapa 10-15 santîmetreyê de, di kûrahiya 4-5 santîmetreyê de çalek çêbûye. Dema em hinek din nêzî vî cihî dibin, em parçeyên bombeyên ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn qetil kirine dibînin. Dewleta tirk a dagirker ji bo asta komkujiyê mezin bike, tevî ku qedexe jî ye bilye bi kar anîne. Divê mirov bi bîr bixe ku ev rêbaz rêbazekî DAIŞ’ê ye.”
 
Yek ji kesên di nav şandeyê de û salên dirêj nûçegihaniya şer kiriye Rojnamevan Emma Audrey ji ANF’ê re axivî û rewşa li cihê bûyerê bi kurtasî wiha vedibêje: “Li vir lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin.” Rojnamevaneke din Alice Magar jî bi gotina “nayê bawerkirin” bertek nîşan da. Koma ANF’ê di berdewama çavdêriya xwe de dibêje: “Tevî ku 45 roj li ser bûyerê re derbas bûne, ev qas îspat li cihê bûyerê hatine hiştin û ev yek nîşan dide ku Asayîşê berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Ev rewş ne bi îhmal yan jî neberpirsyariyê nayê vegotin, ji îhmalê zêdetir heye. Lê belê bi lêkolîneke bi baldar ji SÎHA’ya bombe berdayî, heta tîpa bombeya hatî avêtin û malzemeyên hatine bikaranîn, gelek agahî dikaribûn bên bidestxistin.
 
LI CIHÊ ÊRIŞA DUYEMÎN JÎ LÊKOLÎN NEHATINE KIRIN
 
Li vir piştî komkirina parçeyên ku ji bombebaranê mayî, em diçin cihê din a hatî bombebarankirin û ya di mesafeya 500-600 metreyê de. Li vir jî em rastî rewşeke heman tên. Bombeya hatî avêtin ketiye pêşiya wesayîta duyemîn, tam ketiye rexa rê. Zirar daye wesayîtê lê belê rojnamevanên di hundirê wesayîtê de bi şans rizgar bûn. Lê belê tê fêmkirin ku li vir jî tu lêkolîn nehatine kirin. Em parçeyên bombeyên ku ketine rexa rê û şarapneyan dibînin û kom dikin. Hevalên Gulistan Tara û Hêro Behadîn, rojnamevan û gelê kurd li bendê ne ku bi lêpirsîneke bi bandor kujer û kesên ferman dayne bên darizandin, lê belê rayedarên herêmî berpirsyariyên xwe bi cih neanîne. Raya giştî niha fikar dike ku têkildarî komkujiyê lêpirsîneke bi bandor hatiye kirin an jî na.”
 

Sernavên din

17/10/2024
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne