Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin

  • rojane
  • 12:44 15 Cotmeh 2024
  • |
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bangawaziya Devlet Bahçelî ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku digot; “Rêxistinê tesfiye bike” nirxand û wiha got: “Em mereq dikin ka dê birêz Ocalan çi bersivê bide. Deriyê Îmraliyê vekin em birêz Ocalan guhdarî bikin.” 
 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de axivî. Bakirhan, got ku partiya wan yeksaliya xwe temam dike û wiha got: “Dibe ku temenê me ciwan be lê têkoşîna me xwe dispêre têkoşîneke bi sedan sal berê. DEM Partî li gelê me pîroz be û bi xêr be. Baş e ku DEM Partî heye. DEM Partî misogeriya edalet, aştî û jiyana mirovane ye.” 
 
'ME GELEK BAHOZ DÎTIN LÊ NEŞIKESTIN’ 
 
Di berdewamê de Bakirhan anî ziman ku DEM Partiyê ne tenê li gel kurdan, li gel hemû nasnameyên bindest û tune tên hesibandin cih girt. Bakirhan, wiha domand: “Dibe ku koka me li Tirkiyeyê be lê ruhê li hemû cîhanê ye. Rêya me Rêya Sêyemîn e. Rêya komareke demokratîk e ku hemû kedkar û bindest bikarin lê wekhev û adilane bijîn. Di straneke kurdî de dibêje ‘Me gelek ba û bager dît, lê em neşikestin.’  Yek ji partiya herî zêde ev gotin lê tê jî DEM Partî ye.”
 
'EM LI CEM KEDKARAN E’
 
Bakirhan, berdewam kir: “Mirovahî êdî li vî welatî hêviya xwe winda dike. Xizan bi xizaniya xwe re mane, ên li edaletê digerin nizanin dê çi bikin. Jixwe kedkar terkî birçîtiyê hatine kirin. Çeteyan her çar aliyên welêt dagir kirine. Jin nikarin derkevin kolanan, ciwan tên qetilkirin û zarokên me di ewlehiyê de nînin. Êdî em xistine wî halî ku mirov ji mirovbûna xwe şerm dike. Yên ku divê ji şerman dernekevin nav mirovan, tiştekî ji bo vê rizîbûnê, xizanî û bêedaletiyê nakin. Em ê bi hev re li dijî vê rizîbûnê, li dijî vê pergala mirov tune dihesibîne bisekinin û têbikoşin. 
 
XWEDIYÊN VÎ WELATÎ EM IN
 
Kurd, kedkar û bindest xwediyên esas ên vî welatî ne. Ev welat ne welatê kesên neteweperestiyê dikin lê çavên xwe li rizîbûnê digirin e. Ji bo bidawîbûna vê rewşê ya ji destê me tê em ê bikin. Binêrin, welêt di nava birçîtî û sûcan de digevize lê îktîdar li ber bac û şêlandinên îhaleyan e. Jinên her roj li kolanan tên qetilkirin, ji Edîrneyê heta Qersê ciwanên ketin xefika tiryakê, kedkarên nikarin debara xwe bikin ne bi xema wan in. Tenê li pey Îhaleyan û bacên nû ne. Hefteyek berê baceke wisa anîn ku di cîhanê de mînaka wê tune ye. Tiştekî pêkenok e lê vê îktîdarê ji bo lîmîta qertên krediyê jî bac anî. Divê ji ber vê sepanê bi Xelata Nobelê bên xelatkirin. Qaşo dê bi baca lîmîtên qerta krediyê qubeya hesin bikirin. Em jî baş dizanin ku dê qubeya hesin bi 750 lîreyên kedkaran nekirin. Heke tu bikarî bacê ji rantxwiran, ji sermayedaran bigirî, wê demê dê bikarî qubeya hesin ava bikî. 
 
GUHERÎN MECBÛRIYETEKE 
 
Bi sedhezaran kes li girtîgehan nikarin ji derfetên tenduristiyê sûd bigirin. Gelek ên jê bi neheqî hatin girtin û jiyana xwe ji dest dane hene. Bi sed hezaran girtî nikarin zikê xwe jî têr bikin. Avê nadinê û nabin nexweşxaneyê. Lê belê bênavber îhaleyan didin alîgirên xwe. Bersivê nadin bangên edaletê. Anku welêt, ji her alî ve hilweşiyaye, riziyaye û ji hêla siyasî û civakî de di nava çiravê de ne. Êdî ji bo Tirkiyeyê guherîn, mecbûriyeteke. Mafê kesekî nîne di sedsala duyemîn a Tirkiyeyê de gel ji edalet, demokrasî û debarê bêpar bihêle. Em bang li îktîdarê dikin; ji bo ev jejra heyî hêj bêhtir belav nebe, divê îktîdar, muxalefet û Meclis tavilê ji bo aştî û edaletê gavan biavêje. Li cihekî edalet, aştî û pergala venêrînê tune be; dê îhaleyên bi 100 milyon lîreyan bi 3,5 milyar lîreyan bidin. Dê ji bo dizîna 750 lîreyên di berîka kedkar û xizanan de bacê deynin ser lîmîta qertên krediyê. Ey kurdno, tirkno, elewîno, sunî û muhafezekerno, werin em bi hev re pêşî li vê rewşê bigirin. Divê em erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo guherandina vê pergalê têbikoşin. 
 
DIVÊ EM AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ BIPARÊZIN 
 
Ji ber ku hesta empatiyê tune bû lewma Tirkiye di vê rewşê de ye. Parastina aştiyê, parastina demokratîkbûnê ye. Lewma li şûna parastina wesayetê, divê em aştî û demokrasiyê biparêzin. Werin em ruhê Meclisa ewil esas bigirin û bi vê yekê xwe bigihînin komareke demokratîk a mafên kurdan û hiqûqa wan nas dike. Di Meclisa ewil de hemû rengên Tirkiyeyê hebûn û her kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî li wir bû û bi zimanê xwe diaxivî. Lê piştre veguherî pergala yekperest û yekreng. 
 
TÊKILDARÎ PIRSGIRÊKA KURD BANG LI CHP’Ê KIR
 
Ji bo komareke demokratîk, erk û berpirsyartiyên girîng dikevin ser milê partiya muxalefeta sereke. CHP dikare di mijara çareseriya demokratîk a kurd de rolekî girîng bilîze. Divê CHP xwe nespêre statûkoyê, li dijî çareseriyê nesekine û li dijî çareseriyên demokratîk ên pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din nesekine. Divê li cem çareseriyê cih bigire. Nexwe dê zirareke mezin bide welêt û pêşeroja me. Herî zêde dê statûkoyê biparêze, di meseleya kurd de bernameyeke çareseriyê amade neke û bi vê yekê re dê xerabiyê li xwe bike û mezin winda bike. Ez dixwazim bangî hemû partiyên siyasî yên li Meclisê bikim; werin em bi hev re mafên kesên daxwaza aştiyê, maf û demokrasiyê dikin di serdema qanûndanînê ya nû de nîqaş bikin û muzakere û guftûgoyê bixin meriyetê. 
 
YÊN DIBÊJIN ‘KURDAN BI ÎKTÎDARÊ RE LI HEV KIR’... 
 
Kurd bi xwe biryarê didin bê ka dê bi kê re biaxivin, bi kê re rûnin, bi destê kê bigirin. Me li pişt perdeyan bi tu kesan re tu tiştên veşarî nekirine. Lewma jî hin derdorên dibêjin ‘Kurdan bi îktîdarê re li hev kir’, bi van gotinan re pêşiya zemîna guftûgoyê digirin û naxwazin çareseriyeke li welêt pêş bikeve. Her wiha banga me ji bo partiyên siyasî, femînîst, ekolojîst, karker, kedkar, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl û çîna karker e; werin em aştî, demokrasî û edaletê bi hêviya van muqtedîran ve nehêlin. Nexwe ew ê derheqê pêşeroja me de biryarê bidin. Biryarên wan jî daxwazên me pêşwazî nakin. Werin em bi hev re aştiyê civakî bikin. Werin em ji bo çareseriya pirsgirêkên vî welatî mil bidin milên hev û têbikoşin.
 
TECRÎDÊ RAKIN, GUH BIDIN BANGA OCALAN 
 
Parêzer û malbata birêz Ocalan 43 meh in nikarin pê re hevdîtinê bikin. Birêz Bahçelî, bi rastî em jî mîna te mereq dikin bê ka dê birêz Ocalan çi bibêje, bangawaziyeke çawa bike. Wê demê tecrîdê rakin û em bi hev re temaşe bikin bê ka dê birêz Ocalan bangekî çawa ji rêxistin û hevalên xwe re bike. Ma dê çima bangekî vala ji giraveke ku 43 meh in tu çûk jî lê nafirin re were kirin? Divê deriyên Îmraliyê tavilê bên vekirin û em mereq dikin bê ka birêz Ocalan dê bersiveke çawa bide we. Deriyan vekin em guhdar bikin bê ka dê çi bibêje. 
 
AŞTÎ BI ZIMANEKÎ XWESERGIR PÊK NAYÊ
 
Li Tirkiyeyê li ser aştiyê nîqaş tên kirin. Em tune ne dîsa ew bi xwe nîqaş dikin. Dema me tune dihesibînin jî li ser navê me nîqaş dikin. Dema dibêjin aştî û destê xwe dirêj dikin jî DEM Partî tê nîqaşkirin. Lê belê DEM Partî li wan platforman tune ye. Ma dê çi hêvî û bendewariya me ji vê zîhniyeta ku me tune dihesibîne û li ser navê me nîqaşan dikin hebe? Tenê dema jineke kurd, elewî, ermen, suryan û xizan di ruhê xwe de hîs kir em dikarin bibêjin aştî dê bibe. Nexwe li rexekî gotina aştiyê û li rexa din jî kelemçe, birçîtî û xizanî nabe. Kevneşopiya me ne kevneşopiyeke wisaye ku wisa bi rehetî were paşguhkirin. Ya duyemîn jî hûn nikarin weke ku hûn xwediyên vî welatî bin bi me re biaxivin. Em yek ji gelên qedîm ên vî welatî ne. Em vî zimanê xwesergirt, yê ku me weke kesên wêdetir dibîne qebûl nakin. Aştî bi vî awayî nayê. Xwediyên welêt kî ne; kedkar in, hilberîner in, bindest in.”

Sernavên din

17/10/2024
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne