Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin

  • rojane
  • 13:11 15 Cotmeh 2024
  • |
img

STENBOL - Di doza ku rojnamevan Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat jê tên darizandin, şertê kontrola edlî hat rakirin. Der barê Aslan û Alayumat de lêpirsînek nû hat destpêkirin. 

 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayumat bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê wan de doz hatiye vekirin. Danişîn ewil a dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana StenbolÂe hat lidarxistin. Aslan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û rojnamevanên din û parêzerên xwe jî di danişînê de amade bûn. 
 
‘XEBATÊN ME YÊN ROJNAMEVANIYÊ TÊN TAWANBARKIRIN’ 
 
Aslan li dijî îdiayên der barê xwe parastina xwe kir û destnîşan kir ku îdianame ji nûçeyên çêkiriye pêk tê û nûçeyên çêkirine jî ne sûc in. Aslan bi bîr xist ku berê jî heman sûcdarî lê hatine kirin û got: “Em rojnamevan in û em bi xebatên xwe yên rojnamevaniyê tên sûcdarkirin. Ez tawanbariyên li ser xwe qebûl nakim.”
 
Parêzera Aslan, Şevîn Kaya jî parastina miwekîlê xwe kir û xwest şertê kontrola edlî ya li ser miwekîlê wê bê rakirin. 
 
'OCALAN DI ÇARESERIYÊ DE XWEDÎ ROLEK SEREKE YE’ 
 
Rojnamevan Esra Solîn Dal jî li dijî tawanbarî ango îdiayên der barê xwe de parastina xwe kir û destnîşan kir ku ew tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê tên darizandin û got: “Min çi nûçe çêkiribe kirine sûc û xistine îdianameyê. 65 nûçeyên min kirine tawanbarî. Sedema wê jî ew e ku nûçe têkildarî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan in. Wek ku hûn jî dizanin; Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de xwedî rola sereke ye. Ez rojnamevan im û dikarim li ser gelek mijaran nûçe çekim. Wek rojnamevan dikarim li her kesî bigerim. Nûçeyên bi îmze ne û eşkere ne.” 
 
Parêzerê Dal, Şukru Alpsoy da zanîn ku mijara îdianameyê bi temamî li ser çêkirina nûçeyên tecrîdê ne û wê wezîfeya rojnamevaniyê bicih aniye. Alpsoy xwest şertê kontrola edlî ya li ser miwekîla wî bê rakirin. 
 
'DOZ TENÊ LI NÛÇEYÊN TECRÎDÊ HATIYE VEKIRIN’ 
 
Rojnamevan Erdogan Alayûmat jî bal kişand ser wezîfeya rojnamevanan û got ku rojnamevan li hemberî civakê-gel berpirsiyariya xwe bicih tînin. Alayumat da zanîn ku nûçeyên wî ku di îdianameyê de cih digirin hemû li ser tecrîdê ne û ji ber navê Abdullah Ocalan û tecrîdê têde derbas dibe doz lê hatiye vekirin. Alayumat diyar kir ku wî gelek nûçeyên din jî çêkirine lê di îdianameyê de cih nagirin û nûçeyên çêkirine ne sûc in û tawanbariya li ser xwe red kir û xebatên wan rojnamevaniyê nabe mijara tawanbariyê. Alayumat got ku tenê ne ew nûçeyên li ser Ocalan çêdikin û got ku li qada neteweyî û navneteweyî gelek rojnamevan nûçeyên der barê Ocalan de çêdikin. 
 
Parêzera Alayumat, Emîne Hasar jî anî ziman ku nûçeyên miwekîlê wê çêkirine nabin mijara tawanbariyê û xwest şertê kontrola edlî ya li ser miwekîlê wê bê rakirin. 
 
‘NÛÇEYÊN LI SER OCALAN NE SÛC IN’ 
 
Hevdîrektorê MLSA’yê parêzer Veysel Ok jî destnîşan kir ku nûçeyên der barê Abdullah Ocalan de nabe mijara tawanbariyê û çêkirina nûçeyên li ser Ocalan ne sûc e. 
 
LÊPIRSÎNEK NÛ 
 
Piştî parastina rojnamevanan û parêzeran, şandeya dadgehê biryar da ku şertê kontrola edlî ya li ser rojnamevanan bê rakirin. 
 
Dadgehê diyar kir ku der barê Alayamut û Aslan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsînek nû hatiye destpêkirin û biryar da ku li benda encama dosyeya ku biryara veşarî li serê ye bê sekinandin û danişînê taloqî 17'ê sibata 2025’an kir. 
 
Rojnamevan Aslan û Alayumat ji dadgehê hîn bûn ku lêpirsînek nû der barê wan de hatiye destpêkirin. 
 

Sernavên din

17/10/2024
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne