Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine

  • rojane
  • 09:33 16 Cotmeh 2024
  • |
img
COLEMÊRG – Li Rûbarokê dîwarê betonî yê li ser sînor ê ji bo armancên leşkerî hatin lêkirin û amûra X-Ray ya ku ji bo gundî karibin biçin gund hatin danîn û kûleyên leşkerî yên nava malên gund çavdêrî dikin hatin çêkirin, li mezrika Dûyê yê gundê Bêruhê tu tişt ji jiyanê nehiştiye. 
 
Li mezrika Dûyê ya gundê Bêruh ê navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku li ser sînorê Herêma Kurdistana Federe ye, pêkanînên leşkerî yên pêk tên, jiyana şêniyên gund bêzar kiriye. Şêniyên gund piştî lêgerîna li nuqteya leşkerî ya ku hatiye avakirin û derbasbûna di amûra X-Ray re dikarin biçin gund. Niha jî dîwarê beton û kûleyên leşkerî, ev yek dijwartir kiriye. Li gundê ku Walîtiya Colemêrgê di 11'ê Cotmehê de wekî "herêma ewlehiya taybet" îlan kiribû, ji bo armancên leşkerî lêkirina dîwarê betonê dest pê kir. Nêzîkî 2 meh berê ji ber ewlehiyê li mezrikê bircên "çavdêriyê" yên leşkerî hatibûn çêkirin. Şêniyên gund dibêjin ku hundirê xaniyan bi kamerayan, kamerayên termal û dûrbînên teleskopî yên dûr û dirêj ên ku li bircan hatine bicihkirin tên şopandin û ji ber nebûna nepenîtiyê aciz in. Şêniyên gund bi fikar in ku ji ber dîwarên beton û kûleyên ku ji nû ve dest bi çêkirina wan hatiye kirin, sewalkariya ku yekane çavkaniya debara wan e, nemîne.
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çaprazê diyar kir ku li ser serlêdanên şêniyên gund, çavdêriyên li gundikê ku bi pêkanînên leşkerî re vegeriye girtîgeheke vekirî kirine. Çaprazê diyar kir ku di çarçoveya lêkolîn û çavdêriyên wan de li herêmê gelek binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin û got: "Li gelek gundên li ser sînor ketin û derketina gund hatiye qedexekirin. Em pê hesiyan ku tenê kesên ku navnîşana wan a niştecihbûnê heye dikarin bikevin gund. Ji xeynî van kesan nahêlin tu kesên din bikevin gund." 
 
Sîbel Çapraz
 
Çapraz anî ziman ku di çarçoveya lêkolînên wan ên li gundê Dûyê de li gund hê jî cîhaza X-Ray heye û wiha got: "Jin, extiyar û zarok jî di nav de hemû kesên diçin gund di vê amûrê re derbas sibin. Ev gund di salên 1990'î de hat valakirin, di sala 2014'an de ji aliyê AKP'ê di çaçroveya projeya 'Vegera gund' de, ev kes cardin vegeriyane gundê xwe. Di hevdîtina me ya bi gundiyan re de, me etspît kir ku mafê jiyanê bi awayekî zêde tê binpêkirin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Çapraz anî ziman ku gundiyan bi wan re têkilî danîne û ji bo dîwarê betonî yên li ber çemê gundê wan hatine çêkirin û qûleyên leşkerî yên li gund hatine avakirin serî li wan dane û got: "Gundiyan gotin ku bi dîwarê betonî re ava wan qut bûye û ji ber vê nikarin pêdiviyên avê yên heywanên xwe bi cih bînin û qûleyên leşkerî nava malên wan dişopînin û bi vî awayî mahremiyetê binpê dikin. Ev binpêkirineke mezin a mafê jiyanê ye. Em bang li rayedaran dikin; ji bo welatiyên li gundê Dûyê pêwîstiyên xwe yên însanî bi cih bînin, demildest tevdîr bên girtin." 
 
Çapraz anî ziman ku ew ê di demeke kin de raporên çavdêrî û lêkolînê yên li gundên ser sînor amade kirine biweşînin.
 
MA / Mazlûm Enîndenîz
 

Sernavên din

20/10/2024
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!