Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e

  • rojane
  • 09:16 17 Cotmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku Abdullah Ocalan tevî pirsgirêka kurd dikare hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike û têkildarî daxuyaniyên vê dawiyê yên der barê "hevdîtin" û "pêvajoya nû" de jî wiha got: "Tişta ku tê gotin ne mimkun e û tew tiştekî manîpulatîf e. Lê belê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û fikirên birêz Ocalan bi rihetî bên gengeşekirin.”
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 26 sal in di bin şert û mercên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, 43 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên parêzer û malbata Abdullah Ocalan yan bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin yan jî nayên bersivandin. Bêyî agahiyek ji Îmraliyê bê girtin, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di vekirina sala nû ya yasayî ya Meclisê da bi Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û parlamenterên DEM Partiyê yên re merheba kir. Piştî vê gengeşeyên nû dest pê kirin. 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ku parastina Abdullah Ocalan hilgirtine Cengîz Yureklî gengeşeyên "nû" yên di siyasetê de dest pê kirine ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.
 
Yureklî bilêv kir ku wekî parêzerên wî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dem bi dem serlêdan kirine, lê 43 meh in tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin. Yureklî bi bîr xist ku piştî hevdîtina Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan a di 25’ê Adara 2021’ê de tu agahî nehatine girtin û got: “Em ne di wê pozîsyonê de ne ku em bibêjin an jî piştrast bikin ku di van şert û mercan de danûstandineke cuda çêbûye. Herî zêde, em dikarin li gorî xwezaya pêvajoyê hin tespîtan bikin. Wekî ku min got, em ne di wê pozîsyonê de ne ku vê yekê piştrast bikin. Lê belê, li gorî pozîsyona me, em dikarin bibêjin ku tişta ku tê gotin bi tevahî ne gengaz e û tew tiştekî manîpulatîf e." 
 
Cengîz Yureklî
 
‘DIVÊ WEZARET DESTÛRÊ BIDE ROJNAMEGERAN JI BO BIÇIN ÎMRALIYÊ'
 
Yureklî bal kişand ser nûçeyên vê dawiyê ku tê gotin di navbera Îmralî û Qendîlê de hevdîtin pêk hatiye û wiha got: “Ez dikarim vê yekê bi zelalî bibêjim, yên ku dê van nûçeyan piştrast bikin an jî red bikin û bibêjin ku rewşek wiha nebûye, muxatabên wê ne. Heger hewcedarî bi van agahiyan hebe, pêwîst e bi muxataban re bişêwirin û ji muxataban agahiyê wergirin. Ev li ser navê rojnamegeriya objektîf divê wisa be. Rojnameger bi destûra Wezareta Dadê dikarin li Îmraliyê an jî li girtîgehan hevdîtinan bikin. Dikarin ji bo Îmraliyê prosedureke wiha pêk bînin. Dikarin bipirsin 'Li Îmraliyê çi diqewime?' û bi vî awayî ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re serlêdanê bikin."
 
‘DI DESTÛREKE BINGEHÎN A NÛ DE MUXATAB BIRÊZ OCALAN E'
 
Yureklî anî ziman ku rojeva desthilatê ya ji bo destûreke bingehîn a nû heye û got ku destûrên bingehîn ên piştî sala 1924'an hatine çêkirin bi giştî bi pirsgirêk in û cudahiyên li Tirkiyeyê nahewînin û li ser esasê "tekparêziyê" ne. Yureklî bilêv kir ku destûra bingehîn a heyî jî li Tirkiyeyê nayê bicihanîn û got ku divê pêvajoya nû ya destûra bingehîn bê destpêkirin. Yureklî wiha domand: “Lê belê, eger destûreke bingehîn a nû di wateya erênî de çêbibe, divê di serî de pirsgirêka kurd esas bê girtin. Divê wekhevî û hemwelatîbûna wekhev a gelê kurd û mafên gelê kurd bên naskirin. Ji bo hemû kêmneteweyan û hemû cudahiyan jî divm mafên kolektîf bên naskirin û ji bo misogerkirina mafên takekesî jî divê hewldan hebin. Lê di vê mijarê de muxatabê sereke bêguman birêz Ocalan e. Pêwîst e bi birêz Öcalan re hevdîtin pêk bê. Di rewşeke wiha û hewcedariyeke wiha de bilêvkirina navê birêz Ocalan û wekî muxatab nîşandana birêz Ocalan rastiyek e û pêdiviya herî bingehîn e. Bêguman pêwîst e ku em guh bidin DEM Partiyê kupartiya herî mezin a sêyemîn a parlamentoyê ye ku girseyeke wê ya cidî heye û di serî de gelê kurd temsliyeta hemû derdorên muxalif ên demokrasîxwaz dike." 
 
‘MUXATABÊ SEREKE BIRÊZ OCALAN E'
 
Yureklî bal kişand ser gengeşeyên pêvajoya çareseriyê ya nû û got ku li gorî gengeşeyên rojane pênasekirina vê pêvajoyê wekî pêvajoya çareseriyê dikare di rewşa heyî de bibe cihê "xapandinê". Yureklî anî ziman ku muxatabê pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e û got: "Helbet ger pêvajoyeke bi vî rengî hebe, pirsgirêka kurd di navenda wê de ye. Berê gelê kurd gotiye 'Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye'. Li gel hemû zor û zehmetiyan, hemû zextan, hemû gefan jî zêdetirî 3 milyon kesî îradeyek wiha daxuyand. Dîsa zêdeyî 10 milyon kesî bi heman awayî ji bo azadiya birêz Ocalan çalakî li dar xistin. Kampanyayên 'Êdi bes e' çêbûn. Di rewşa îro de wekî ku me di mîtînga dawî ya Amedê de dît, muxatab birêz Ocalan e."
 
‘BIRÊZ OCALAN DIKARE PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE'
 
Yureklî bilêv kir ku Abdullah Ocalan ne tenê pirsgirêka kurd, di heman demê de dikare gelek pirsgirêkan li Tirkiyeyê çareser bike û wiha pêde çû: "Li welêt rastiyek heye ku gelê kurd knikare bi zimanê xwe biaxive, nikare bi nasname û çanda xwe bijî û dîroka wî hatiye qedexekirin. Di heman demê de ev pirsgirêk bi demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser dibe û çareseriya vê pirsgirêkê jî wê Tirkiyeyê demokratîk bike. Xwediyê fikir û projeya bingehîn a vê yekê jî birêz Ocalan e. Gelek caran di parêzname û hevdîtinên xwe de ev yek eşkere kiriye. Di 28'ê Sibata 2015'an de Peymana Dolmabahçeyê hebû. Li gorî wî çareseriya Tirkiyê ne tenê pirsgirêka kurd e, di heman demê de demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Wê bê dîtin ku di vî warî de projeyên pir mûazzam afirandiye." 
 
‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ HATIN GIRTIN, ALOZÎ DEST PÊ KIR'
 
Yureklî bal kişand ser pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015'an de û diyar kir ku piştî bidawîbûna pêvajoyê li Tirkiyeyê atmosfereke aloziyê rû daye. Yureklî axaftina xwe wiha domand: “Ev pêvajo di 5’ê Nîsana 2015’an de bi girtina deriyên Îmraliyê û qutkirina hevdîtinên bi birêz Ocalan re dest pê kir... Gelek kes îşaret bi Tîrmeha 2015’an dikin. A rast, ev ne pênaseyek an jî şîroveyek rast e. Ji bilî piştgirîkirina argumanên desthilatê pêvtir ne tiştekî din e. Pêvajoya heyî di 5'ê Nîsana 2015'an de dema ku deriyê Îmraliyê hat girtin û birêz Ocalan bi awayekî mutleq hat tecrîdkirin dest pê kir. Çawa ku ev pêvajo li wir dest pê kir, wê pêvajoyeke nû jî bi vekirina deriyên Îmraliyê dest pê bike. Ji ber vê yekê bêyî şert û şirût, beriya her tiştî divê mafên qanûnî yên birêz Ocalan ên qanûnî û di peymanên navneteweyî de misgoprerkirî bên pêkanîn." 
 
RIZANDINA CIVAKÊ
 
Yureklî da zanîn ku niyeta bi tundiyê çareseriya pirsgirêka kurd gelek pirsgirêk bi xwe re anîne û kiriye ku Tirkiyeyê neyê birêvebirin. Yureklî got: “Gelên Tirkiyeyê ji ber aboriya şer û polîtîkayên şer hema bêje mehkûmê birçîbûnê hatiye kirin. Her wiha piştî guhertinên polîtîk ên piştî 2015’an û piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an pêk hatin, li Tirkiyeyê rewşeke hêçbûnê rû dide. Ji kuştina jinan bigire heta tundiya li kolanan tê kirin, Tirkiye ketiye nava rewşeke bêserûber a aloziyê. Li welat şovenîzmeke cidî zêde dibe û çanda milîtarîst ava dibe. Ji bo bi tundiyê çareseriya pirsgirêka kurd hem pergala perwerdehiyê, hem jî li ser medyayayê û hem jî polîtîkayên çandî hatin bikaranîn. Wekî mînak ev rewş bi guhertinên ku di pîşesaziya fîlm û rêzefîlman de hatine çêkirin ve girêdayî ye û di nava 10 salan de nifşek çêkiriye. Nifşek ku berê xwe daye şovenîzmê, berê xwe daye faşîzmê û mafê jiyanê bêqîmet dike. Vê yekê niha aboriya rantê, gendelî û sûckirinê pêş xistiye. Tişta ku herî dawî li ser sûrên bajarê Stenbolê qewimîn... Ev yek bi tevahî rizandina civaka Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê hatiye asta neyê birêvebirin." 
 
GEŞEDANÊN HERÊMÎ Û GLOBAL
 
Yureklî bilêv kir ku ji bilî tiştên ku di siyaseta navxweyî de diqewimin, pirsgirêkên global û herêmî jî hene û got: “Rewşa li Rojava û Başûrê heye. Bi awayekî global rewşa li Xeze û Lubnanê heye. Tişta ku li Xezeya bi nifûsa 2 milyonî diqewime, rewşeke cidî ye û nayê pêşbînîkirin ku li erdnîgariya 40 milyon nifûsa Kurdistanê û li tevahiya erdnîgariya Anatolyayê rû bide. Ev jî xetereyan nîşan dide. Ne pêkan e ku mirov ji niha de pêşbînî bike ku wê rewş ber bi ku ve biçe. Ji bo pêşîgirtina li rewşeke wiha jî divê beriya her tiştî Tirkiye pirsgirêka kurd di nava xwe de çareser bike. Hemû geşedanên der barê kurdan de ku li erdnîgariya Rojhilata Navînê belav bûne, ji ber ku nikarin pirsgirêka xwe ya kurd çareser bikin, wê li dijî Tirkiyeyê rabin. Rastiyeke wisa heye. Bê şik kurd xwe naxin navenda cîhanê. Lê her pêşketina li vê erdnîgariyê yan ji ber kurdan e yan jî wê bi awayekî bandorê li kurdan bike. Muxatabê vê yekê jî birêz Ocalan e."
 
Yureklî destnîşan kir ku Tirkiye sînorên "Mîsakî Mîllî"yê wekî qadeke xwezayî ya berfirehbûnê dibîne û bal kişand ser gengeşiyên "pêvajoya nû" ku çima niha derketine holê û got: "Komara Tirkiyeyê van deran wekî qada xwe ya berbelabûnê ya xwezayîd ibîne. Ev, polîtîkayên dewletê ne. Lê kengî bibe meseleyeke global, kengî rewşeke aloziyê ya global rû bide, ev polîtîka dîsa dibin rojev. Ev di dema Suleyman Demîrel, Tûrgût Ozal, Eşref Bîtlîsî de jî wiha bû. Niha di dema AKP'ê de jî wiha ye."
 
HIŞYARÊN ABDULLAH OCALAN
 
Yureklî bal kişand ser hilbijartinên 20’ê Cotmehê yên li Herêma Kurdistana Federe jî û got: “Rastiya PDK’ê ya bi Komara Tirkiyeyê tevdigere heye. Tehdîdkirin an jî windakirina desthilata li wê derê wê bandorê li polîtîkayên desthilata li vir jî bike. Li vir divê em careke din guh bidin birêz Ocalan. Birêz Ocalan di sala 2019'an de diyar kir ku pirsgirêkên navxweyî, herêmî û cîhanî wê di serdema pêş de girantir bibin û divê her kes vê yekê bibîne û li gorî vê helwestê tevbigere. Bang li hemû muxatabên van gengeşeyan kiribû û gotibû, 'Van nekin qurbana hesabên heyî, teng û siyasî, divê em vê yekê bi awayekî dîrokî û kûrtir gengeşe bikin.' Di wê demê de jî wekî her carê tiştên ku tu kesî nedîtibû dît û pêwîstî bi destwerdanê kiribû. Lê mixabin derdorên pêwendîdar cidiyeta pêwîst nedan van bangan û wekî ku wî hişyar kiribû, kirin qurbana berjewendiyên xwe yên rojane û siyasî." 
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR
 
Yureklî da zanîn ku li welêt li gelek qadan asêbûnek heye û got ku dibe ku ev nîqaş di çarçoveya şikandina navendên berxwedanê û guhertina rojevê de hatibin kirin. Yureklî destnîşan kir ku divê muxalefeta tirk di vir de berpirsyariyê bigire ser milê xwe û got: “Yên ku xwe wekî demokrat bi nav dikin, divê bi berpirsyarî rabin. Di vî warî de partiya sereke ya muxalefetê CHP xwe berpirsiyariyeke mezin e. Pêdivî ye ku ew daxuyaniyên xwe li gorî wê birêxistin bike. Divê ev yek nebe qurbana berjewendiyên teng ên siyasî yên rojane. Her wiha pêwîst e hêzên demokratîk di vê mijarê de bi berpirsyarî rabin. Yên ku li dijî vê pirsgirêkê derdikevin, pêwîst e guhên xwe ji daxwazên navendên berxwedanê re vekin û di vê mijarê de bi berpirsyarî rabin. Pêşî divê deriyên Îmraliyê bên vekirin, fikirên birêz Ocalan ku wekî muxatabê sereke tê nîşandan, bi awayekî azad bên gengeşekirin. Her çiqas ev deynê civaka Tirkiyeyê û gelê kurd be jî, di heman demê de erkeke bingehîn a welatîbûnê ye. Em bang li her kesî dikin ku di vê çarçoveyê de tişta pêwîst bike û ji bo erka xwe bi cih bîne, jidil û durist tevbigere.”
 
BANGAWAZIYA BAHÇELÎ
 
Yureklî bal kişand ser banga Bahçelî ya ji bo Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: “Tu têkilî bi Abdullah Ocalan re nayê danîn. Lewma tu qîmeta vê bangawaziyê tune ye. Beriya her tiştî divê em hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin, mafên wî yên qanûnî bên misogerkirin û em bibihîzin ka çi dibêje. Ger fikirên wî bigihêjin civakê, wê demê dibe ku qîmeteke van bangana hebe. Nexwe ji bilî xwegihandina derdora xwe an jî şandina peyamekê ji hin muxatabên din re tu wateya van bangawaziyan tune ye. Beriya her tiştî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ev ne girêdayî tu şertî ne jî. Divê Destûra Bingehîn bê pêkanîn." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

17/10/2024
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne