Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng

  • rojane
  • 09:19 18 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tevî biryara dadgeha înfazê jî berdana Tamer Tankikûlû yê 30 sal in girtî ye 6 mehan dirêj kir. 
 
Tamer Tanrikûlû yê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tê ragirtin bi sûcdariya “Hewl daye parçeyek ji axa di bin serweriya dewletê de ji rêveberiya dewletê veqetîne” di sibata 1994’an de hate binçavkirin. Cezayê hefsê yê muebedê li Tamer Tanrikûlû yê biryara girtina wî di adara 1999’an de teqez bû hate birîn. Tanrikûlû yê nêzî 31 sal in girtî ye li Girtîgehên Bergama, Çankiri, Yozgat, Bîngol, Bûrsa, Elbistan û Çankiriyê hate ragirtin. Tanrikûlû yê 3 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tê ragirtin, diviyabû di 3’yê sibata 2024’an de hatibûya berdan lê berdana wî 3 mehan hate taloqkirin. 
 
Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryar da ku berdana Tanrikûlû cezayê wî yê dîsiplînê nîne bi îdiaya beşdarî çalakiyên hatine lidarxistin bûye û “ne di rewşeke baş de ye” 3 mehan taloq bike. Bi biryara ku bi piraniya dengan hate wergirtin re berdana Tanrikûlû cara ewil 3 mehan hate taloqkirin. 
 
Tanrikûlû yê dema taloqkirina berdana wî qediya, di meha Gulanê de dîsa derket pêşberî Lijneya Çavdêrî û Îdareyê. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê vê carê berdana Tanrikûlû yê pirsa “PKK rêxistineke terorê ye?” nebersivand û ferzkirina hejmartina li ser piyan qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê di biryara xwe de diyar kir ku ji ber bersiva pirsên têkildarî PKK’ê nedane “hezkirina wî ya rêxistinê” berdewam dike, ji ber vê yekê “ne di rewşeke baş de ye” û biryar bi pirandiya dengan wergirt. 
 
DADGEHÊ XWEST JI NÛ VE BÊ NIRXANDIN 
 
Li dijî biryarê parêzerê Tanrikûlû Yûsûf Çakas, li Dadgeha Înfazê ya Aksarayê îtîraz kir. Dadgeha Înfazê ku îtîraz nirxand, tespît kir ku ji ber di biryara lijneyê de nakokî hene û biryar bi rastiyên berbiçav nehatiye destekkirin, xwest biryara lijneyê bê betalkirin û rewşa Tanrikûlû jinûve bê nirxandin. 
 
BERDANA WÎ 6 MEHAN HATE TALOQKIRIN 
 
Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê ku biryar jê re hate şandin, bi hewldanên parêzerê Tanrikûlû ji bo ku rewşa Tanrikûlû binirxîne di meha îlonê de kom bû. Tanrikûlû tevî taloqkirina duyemîn a berdana wî ya 3 mehan temam kiribû jî lijneyê biryar da ku berdana Tanrikûlû ji meha îlonê ve ji bo 6 mehan taloq bikin.
 
Parêzerê Tanrikûlû Yûsûf Çakas li dijî biryarê careke din îtîraza Dadgeha Înfazê kir. Têkildarî serlêdanê hêj tu biryar nehatine dayîn. 
 
MALBATÊ BERTEK NÎŞAN DA 
 
Kekê Tanrikûlû, Enver Tanrikûlû, da zanîn ku diviyabû birayê wî di sibata 2024’an de hatibûya berdan lê bi hinceta bi PKK’iyan re di heman qawişê de dimîne berdana wî hate taloqkirin. Tanrikûlû anî ziman ku birayê wî di meha gulanê de derket pêşberî lijneyê lê bi hincetên pûç û vala yên weke hejmartina ser piyan qebûl nekiriye berdana wî 6 mehan hate taloqkirin. Tanrikûlû, diyar kir ku di hevdîtina dawî de birayê wî jê re gotiye ku tevî girtiyên bi navê Temel Yeşîlbaş û Sînan Yaşar cezayê li wan hatiye birîn temam kirine jî nayên berdan û wiha got: “Ev polîtîkaya dewletê ye, bi salan e wiha ye. Şewitandina înfazê binpêkirineke maf a mezin e, li hemû girtîgehan tê pêkanîn. Lê li Girtîgeha Aksarayê rewş hişktir e. Bila parlamenter û parazvanên mafên mirovan bi vê derê re eleqedar bibin.”
 
MA / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

20/10/2024
15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin