Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû

  • jin
  • 09:29 18 Cotmeh 2024
  • |
RIHA - Endama Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweser Emîne Omerê diyar kir ku Reqa ya ku DAIŞ'ê ew veguherandibû "bajarê mirinê" û bi rizgarkirina wê re cardin gihaştiye rengê jiyanê û got ku dirûşmeya vê şoreşê "Jin, jiyan, azadî" li hemû cîhanê belav bûye.
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 6’ê Hezîrana 2017’an de li Reqayê dest bi operasyona Reqayê kiribûn. Piştî operasyona 133 rojan, di 17’ê Cotmeha 2017’an de QSD’ê alaya YPG'ê li STadyûma Reqayê daliqand û ragihand ku dawî li dagirkeriya DAIŞ’ê aniye. YPJ a pêkhateya QSD’ê ye, di 19'ê Cotmehê de li Meydana El Neîm daxuyaniyek da û diyar kir ku bajar bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.
 
Bajarê ku ji aliyê Meclisa Gel a Sivîl a Reqayê ve hat rizgarkirin, piştî rizgarkirinê bû qada jiyanê ya gelên xwedî nasname û baweriyên cuda. Endama Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer rewşa niha ya bajêr di 7 salên dawî de nirxand û bal kişand ser tiştên ku vê demê de di jiyana jinan de hatine guhertin.
 
Emîne Omerê bilêv kir ku dagirkirina Reqayê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve û komkujiyên piştî wê li ber çavên hemû cîhanê pêk hatin û got: "Reqa ji bo DAIŞ'ê xwedî girîngiyeke gelekî stratejîk bû. Ji ber vê yekê Reqa ji xwe re kirin 'paytext'. Bajar jî bû navenda planên êrişan. Di vê pêvajoyê de Reqa veguherî bajarekî bêreng û ji jiyanê xalî. Li vî bajarî cil û bergên jinan û mêran reş bûn. Jin bi zorê hicabê li xwe kirin. Ne diyar bû ku ê di hundirê van cilan de kî ne. Di vî warî de dihat pêşbînîkirin ku jinan bê nasname bikin." 
 
DERKETINA DERVE YA JINAN QEDEXE BÛ
 
Emîne Omerê diyar kir ku di serdema ku bajar di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bû derketina kolanan a jinan qedexe bûye û mekanîzmayeke bi navê "polîsên exlaqê" hatiye avakirin û van kesan çavdêriya jinan kiriye û her pêngava wan hatiye şopandin. Emîne Omerê anî ziman ku di pêvajoya dagirkirina Reqayê de zanîngeh û dibistan jî hatine girtin û got: “Rengê jinan li kolanan nema. Her tişt bi rastî reş bû. Jin bi darê zorê bi çekdarên DAIŞê re dizewicîn. Jinên ku ev yek qebûl nekirin hatin cezakirin."
 
 
BAJAR GIHAŞT RENGÊ JIYANÊ
 
Emîne Omerê li ser wêrankirina DAIŞ'ê ya li bajêr wiha got: “Asta wêraniya 3 salên di bin dagiriya DAIŞ'ê de, tiştekî pir xeternak bû. Rêveberiya Xweser dema ku bajêr rizgar kir ev wêranî girt ser xwe. Wê ji ya herî kûr dest pê kir. Ji ber ku bandora wan li her qadê bû. Ger tê bîra we dema Reqa hat rizgarkirin jinan çarşefên xwe yên reş avêtin û nîşana serkeftinê çêkirin. Demeke sembolîk bû. Piştî rizgarkirinê Reqa rengên jiyanê ji nû ve girt. Ev yek bi awayekî sembolîk hat nîşandan. Bi taybet jinên ereb ên ku zilm û zordariya DAIŞ’ê dîtine û rastî wan hatine, îro feraseta şoreşê ya Rêveberiya Xweser li derdora xwe belav dikin. Di rêveberî û rêxistinên parastina mafên jinan de cih digirin. Pişt re komîteyeke jinan bi lez hat avakirin. Demekê, bajar bi navê 'bajarê mirinê' dihat naskirin. Lê têkoşîna jinên Reqayê piştî pêngava rizgarkirinê roleke mezin di şikandina tirsa DAIŞ’ê de lîst.”
 
 
BANDORÊN ŞOREŞA JIN
 
Emîne Omerê bilêv kir ku xeteriya DAIŞ'ê hê jî dewam dike û got ku piştî Rêveberiya Xweser li bajêr neteweya demokratîk hat avakirin û jin bi awayekî azad li kolanan geriyan. Emîne Omerê anî ziman ku bajar bi temasên Rêveberiya Xweser veguheriye û got ku kesên ku di serdema piştî rizgarkirina bajêr de neçar man koç bikin û ji bajêr birevin vegeriyan. Emîne Omerê anî ziman ku nasnameya bajarê Reqayê ji mêj ve bûye qadeke pirneteweyî û baweriyên cuda bi hev re dijîn û piştî dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê nasnameyeke bi tevahî cuda wergirtiye û got ku piştî rizgarkirinê ruhê jiyana bi hev re ya bajêr ji nû ve zindî bûye.
 
DIRÛŞMEYA ŞOREŞÊ LI HEMÛ CÎHANÊ BELAV BÛ
 
Emîne Omerê der barê guhertinên di jiyana jinan a piştî rizgarkirina bajêr de ev tişt anîn ziman: “Piştî şoreşa Rojavayê jinan xwe nas kir. Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin, li ser vê yekê her ku diçûn xwe rêxistin kirin û li ber xwe dan. Îro jin li hemû qadên ku şoreşa jinê tê jiyîn tevdigerin û polîtîkayê dikin, li ser esasê mafên hemû jinan tevdigerin. Îro jinên suryanî, jinên ereb û jinên kurd rêxistinên xwe dikin. Bingeha wê ew e ku mafê hemû jinan esas bigire. Bi rastî jî felsefeya 'Jin-Jiyan-Azadî' ku dirûşmea herî girîng a vê şoreşê bû, li hemû qadên cîhanê belav bû. Ev mînakeke pir girîng bû." 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

20/10/2024
15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin