Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne

  • rojane
  • 09:00 19 Cotmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê ji ber "Bendava Ewlehiyê" ya lê hatiye çêkirin gelek gund di bin xetereyê de ne. Welatiyên herêmê hem ji ber xetereya hilweşina bendavê hem jî ji ber erdhejên li herêmê çêdibin bi fikar in û daxwaz dikin ku demildest tedbîr bên girtin. 
 
Bendavên bi navê "Bendava Ewlekariyê" ku di sala 2009'an de li ser Çemê Robozik yê navçeya Qilêban a Şirnexê hat çêkirin pêşiya xetereyan vedike. Gundên Kiror, Becûh, Robozik, Şiwêt û Nêrweh ên navçeyê ji ber ku diwarên bendavê saxlem nehatinê çêkirin û metirsiya hilweşîna bendavê heye bi fikar in. Heke bendav ji ber ava ku di qulên bendavê de diherike hilweşe, dê gund di bin avê de bimînin. Her wiha piştî çêkirina bendavê li herême gelek caran erdhej çêbûne û welatî di bin metirsiya erdhejê de ne. Li herêmê ji ber bendavên ku her 10 kîlometroyan carekê tên çêkirin, herikîna rûbaran kêm bûye gelek çem jî ziwa bûn. Li herêmê ji ber bendavên ku hatine çêkirin gelek caran hezaz çêdibin.
 
Ji ber ku tedbîr nayê girtin jiyana gundiyan di bin gefa bendav û erdhejê de ye. Şeniyên herêmê ji ber bêtedbîrbûna rayedarên dewletê jî bi bertek in. Gundê Nêrweh ku nifûsa wê 4 hezar e ji ber van sedemên heyî bifikar e. Ji bo tedbîr girtinê beriya niha şeniyên herêmê her çendî gelek caran daxwazname ji Qeymeqamtiya Qilebanê re şandibin jî bêencam maye û daxwazên wan pêk nehatine. Şeniyên gund ji neçariya xwe nobet dabûn destpêkirin. Li gundê ku tedbîr nehatin girtin, AFAD'ê bi girêka kevirên metirsiyê ji bo niştecihên herêmê çêdike bi têlên ji pola pêçandine û bi vî awayî çareserî dît. Lê hê jî xetereya ketina keviran didome.  
 
Şeniyên gund daxwaz dikin ku gundê wan bê valakirin û tedbîr bên standin. 
 
'GUND DI BIN XETERÊ DE NE'
 
Ji şeniyên gund Mahmût Aykût ê bi lêv kir ku bendav saxlem nehatiyê çêkirin, anî ziman ku heke bendav hilweşe dê gelek gundên herêmê di bin avê de bimînin û wiha got: “Ji ber bendava ku li vir hatiye çêkirin ne saxlem e, av di nava dîwarên wê re derbas dibe. heke wiha dewam bike, dîwarê bendavê wê hilweşe û gelek jî wê di bin avê de bimînin. Gelek gund di bin xetereya di bin avê de bimînin de ne. Heke erdhejek 3 noxte çêbibe ev bendav wê hilweşe. Li herême gelek mirov dijîn jiyana wan hemûyan jî di bin xetereyê de ye. Me gelek caran ji bo valakirina gundê xwe doz û daxwazname vekir, lê tu hewldanên me bi ser neketin.”  
 
'ZEVİYÊN ME DI BIN AVÊ DE MAN'
 
Aykut, anî ziman ku ji ber bendavê zeviyên wan jî di bin avê de mane û ev tişt gotin: “Ji ber çêkirina bendavê êdî gel nikarin zeviyên xwe biçînin. Erdên me bi temamî wêran bûne. Qadeke ku em ajalên xwe lê biçerînin tune ye. Ne jî herêmeke ku em bikarin lê çandiniyê bikin. Gelek zeviyên welatiyên herêmê ji ber bendavê di bin avê de man. Lê pir kêm pere dan welatiyan. Dema bendav çêkirin weke şeniyên gund em li dijî derketin û me çalakî pêk anîn. Me gelek caran jî serledan kirin û doz vekir lê me nekarî encamekê bi dest bixin.”
 
XETEREYA ERDHEJÊ
 
Aykût bal kişand ser xetereya erdhejê ku ji ber bendavê derketiyê holê û wiha domand: “Piştî ku bendav çêkirin rêya gundê me jî guherandin. Piştî wê hertim hezaz çêbûn. Hûndirê gelek xaniyan tejî ax bû. Metirsiya erdhejê hê jî heye. Gundê me hem ji ber xetereya erdhejê û hem jî ji ber hilweşîna bendavê di bin metirsiyeyê de ye. Me gelek caran ji bo hezazê jî serledan kirin lê dîsa tu encam derneket. Daxwaza me ew e ku ji ber metirsiya hilweşîna bendavê û erdhejê zerara me bidin û gundê me bibin cihekî din.”
 
MA/ Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

20/10/2024
15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin