‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’

  • rojane
  • 13:47 26 Cotmeh 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên windakiriyan û ÎHD’ê li Amedê xwestin faîlên Komkujiya Licê, li Êlihê faîlê Haci Sancak ê di bin çavan de hatiye qetilkirin; li Geverê jî faîlên Abdûlkerîm Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ê 13 salî bên darizandin. 
 
Malbatên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiyên ku bi daxwaza windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin dane destpêkirin didomînin. Malbatan û ÎHD’ê di çalakiyan de destnîşan kirin ku ji bo aqûbeta windakiriyan bê aşkerekirin û faîlên wan bên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
AMED
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan di hefteya 820’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de careke din li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê hatin bahev. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên li bajêr tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin li ser hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de hate pirsîn ku çima faîlên Tutiye Talan (66), Tahîr Koza (70), Zana Mercan (16), Sûna Canturk (4), Dilbirîn Canturk (2,5), Huseyîn Canturk (13), Alî Canpolat (25), Huseyîn Boga (34), Salîh Boga (29), M. Rezzak Yildirim (65), Abdûllah Îzgî (40), Mehmet Kaya (25), Mûstafa Çakir (40), Zana Çakir (18), Halîl Dag (70), Îmam Mehdîn Guler (47), Nûrettîn Soyer ên di navbera dîrokên 22-26’ê cotmeha 1993’yan de li Licê hatin qetilkirin nayên cezakirin. 
 
‘BILA KOMKUJIYA LICÊ NEYÊ JI BÎR KIRIN’ 
 
Yek ji şahidê komkujiya Licê Şîar Kaymaz anî ziman ku çi dibe bila bibe divê komkujiya Licê neyê jibîrkirin û destnîşan kir ku divê faîlên vê komkujiyê demildest bên darizandin. Kaymaz, wiha domand: “Bifikirin ku mirov tên qetilkirin û faîl li holê nîne. Heke li vî welatî çareseriyek çêbibe divê ewilî ev komkujî were nîqaşkirin û çareserkirin.”
 
Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Alî Îhsan Demîrtaş çîroka kesên di Komkujiya Licê de jiyana xwe ji dest dane xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 656’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin. Seroka Yekitiya Bijîjkan a Tirk (TTB) a berê Şebnem Korûr Fîncanci, Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik, parazvanên mafên mirovan, malbatên windakiriyan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de faîlên Haci Sancak ê di 3’yê cotmeha 1993’yan de li navçeya Cizîr a Şirnexê piştî hate binçavkirin cenazeyê wî radestî malbata wî hate kirin hate pirsîn. 
 
Seroka TTB’ê ya berê Şebnem Korûr Fîncanci ya li vir axivî, bang kir ku daxwazên kesên ji bo aqûbeta windakiriyan bipirsin li qadan e bên bersivandin û wiha got: “Êşeke mezin e ku gora mirovên li ser vê axê hatine windakirin nebe û şîna wan neyê girtin. Ji bo ku kesên ev sûc kirine ceza bigirin hewl didin. Li ser vê axê hêj mirov tên windakirin. Em ê têkoşînê bidomînin. Em ê pirsûna aqûbeta windakiriyan bidomînin.”
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Rezan Baytar ê daxuyanî xwend anî ziman ku heta encamê bigirin dê li qadan bin. Pişt re çîroka Haci Sancak hate xwendin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 146’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Abdulkerîm Yûrtseven ê 73 salî, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî ku di 27’ê cotmeha 1995’an de piştî ji aliyê leşkerên girêdayî Tabûra Komando ya Geverê ya di bin fermandariya Serdar Mehmet Emîn Yûrdakûl ê rêveberê Çeteya Geverê de ve hatin binçavkirin hatin qetilkirin hate pirsîn. 
 
Endamê Şaxa ÎHD’ê Ozan Akbaş çîroka Yûrtseven, Ozeken û Saritaş hate xwendin. Pişt re çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

Sernavên din

15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:01 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN