Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin

  • rojane
  • 09:16 30 Cotmeh 2024
  • |
 
RIHA - Rojnamevan Şervan Mehmûd diyar kir ku dewleta tirk bi hedefgirtina jîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer dike û wiha got: “Bingeha hemû hincetan pûç û vala ye. Li vir gelên ku jiyana hevpar avakirine hedef tên girtin.”
 
Êrişên dewleta tirk di 23’yê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn destpêkirin didomin. Li gorî daxuyaniya Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê di êrişan de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn. Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya Hêzên Ewlehiyê yên Hundirîn jî aşkere kir ku dewleta tirk bi balafirên şer û topan 685 caran êrişî herêmê kiriye. Kargeh, tesîsên neftê, avê û ceyranê bûn hedef. 
 
Şervan Mehmûd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevantiyê dike, êrişên li dijî herêmê û rewşa wir a dawî nirxand. Şervan Mehmûd anî ziman ku dema êrişa dewleta tirk balkêş e û bi bîr xist ku sala par jî piştî çalakiyên ku di dema kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de hatin kirin herêm hatibû hedefgirtin. Mehmûd wiha dirêjî da axaftina xwe: “Salekê ji bo rakirina tecrîdê li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke mezin hate dayîn. Di encama vê berxwedanê de ferde malbata Rêber Ocalan Omer Ocalan hevdîtin kir. Tenê ev hevdîtin jî ji bo gelê kurd bû hêviyeke mezin. Em ji gotinên Rêber Ocalan dibînin ku hêj ji bo aştiyê têkoşîneke mezin dide. Tevî vê yekê dewleta tirk li dijî Rojava êrişên qirkirinê li dar dixe.”
 
‘SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN’ 
 
Şervan Mehmûd, diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji pirsgirêkên gel re dibe çareserî û diyar kir ku sedemê bingehîn a van êrişan jî ev yek e. Şervan Mehmûd da zanîn ku li cih û warên sivîlan qadên pêdiviyên bingehîn ên gel lê tên tedarîkkirin tên hedefgirtin û destnîşan kir ku bi êrişan sûcê şer tê kirin. Mehmûd di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Komkujiyek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 6 milyon kes li ser dijîn tê ferzkirin. Li pêş çavên hemû cîhanê şerek heye. Li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser Filistîn û Lubnanê bertekek heye lê li dijî êrişên li ser vir bêdengiyek heye.”
 
‘JIYANA HEVPAR HEDEF TÊ GIRTIN’ 
 
Mehmûd, bal kişand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd, ereb, tirkmen, ermen û suryan bi hev re dijîn û wiha domand: “Ev êriş ne cara ewil e pêk tên. Ev gel beriya niha jî bi gelek êrişên wiha re rûbirû ma. Tirkiye bi êrişan dixwaze demografiye biguherîne û vê plana guherînê bidomîne. Tirkiye ji bo êrişan gelek hincet pêşkeş kirin. Lê derdikeve holê ku hemû derew in û bingeha wan pûç û vala ne. Li vir gelên ku jiyana hevpar ava dikin hedef tên girtin. Mesele li ofîsa petrolê ya li Sewedê hedef hate girtin 7 welatiyên ereb şehîd ketin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye ne tenê li dijî kurdan, di heman demê de li dijî hemû gelên ku xwedî li Şoreşa Rojava derketine di nava planeke qirkirinê de ye.”
 
BERXWEDANA GEL
 
Şervan Mehmûd anî ziman ku bi sed hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser piyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelan her tim karîn heman bersivê bidin van êrişan. Gelan careke din peyam dan ku tu carî nikarin ji dîrok, çand û welatê xwe werin veqetandin. Di nava şer de li Rêveberiya Xweser hilberîn jî perwerde jî berdewam dike. Dê ji niha û pê ve jî wiha berdewam bike. Bi sed hezaran kesên li dijî êrişan daketin kolanan dirûşmeyên “An berxwedan an berxwedan” berz dikirin.”
 
MA / Ceylan Şahînlî
 
 

Sernavên din

31/10/2024
15:17 DEM Partiyê li dijî qeyûm banga têkoşînê kir: Dem dema yekitiyê ye
15:16 Xebatkara Yenî Yaşamê hate binçavkirin
15:14 Ozel ji bo Esenyûrtê bang kir: Darbe li îradeya gel hate kirin
15:11 Cezayê hefsê dan rojnamegerên girtin protesto kirin
15:00 Gel li Qada Esenyurtê kom dibe
14:50 Di hevdîtinên bûdçeyê de bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan
14:42 Civîna DEM Partiyê bi dawî bû: Em desteserkirina îradeyê qebûl nakin
14:38 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Gemîcîoglû di xetereyê de ye
14:29 Li dijî qeyûm banga kombûna li Qada Esenyûrtê hate kirin
14:25 Pêvajoya îtîrazê ya li dijî encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
14:22 Bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz dan: Em ê serî netewînin
14:08 Ji Wezîr Tunç daxuyaniya têkildarî tecrîdê
14:07 Dema binçavmayinê ya 20 kesên li Stenbolê hate dirêjkirin
14:05 TEV-DEM: Divê mirovahî xwedî li Rojava derkeve
13:45 Şaredariya Esenyurtê hate dorpêçkirin
13:35 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû banga hevpar: Bila were berdan
13:21 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê bû 20 hezar û 431 lîre
12:59 Cezayê li rojnamevan Jîna Muderîs hatiye birîn, tê bicihanîn
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:01 Çawişê pispor bi 12 kîloyên tiryakê hate girtin
11:57 Piştî desteserkirina îradeyê li meqamê şaredariyê wêne kişand
11:12 Şanoya Bajar bi lîstika 'Çalakiya Malçêkirî' xwe ji bo Rojên Şanoya Jinê amade dike
11:09 Dogan: Dixwazin li ser Ozer peyamê bidin Stenbolê
10:45 Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê: Divê em serkeftina bi hev re bikin armanc
10:42 Doza Emîne Şenyaşar hat lidarxistin
10:27 Platforma Saziyên Demokratîk li dijî qeyûm banga berxwedanê kir
10:25 MYK’a DEM Partiyê li Stenbolê dicive
10:24 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin!
10:01 Berdana 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin: Biryar ne hiqûqî ye
09:48 Îdianameya rojnamegerên di hefsa malê de hate qebûlkirin
09:27 Îfadeya Ahmet Ozer: Îradeya gel tê xespkirin
09:26 Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hate kirin
09:03 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Divê cîhan deynê xwe bide
09:01 Amediyan ji bo çareseriyê îşaret bi meclisê kir: Divê em nexapin
09:01 Berwarî: Ji ber binpêkirina qada hewayî divê giliyê Tirkiyeyê bê kirin
09:01 Ji ber fabrîqe û makîneyan karê necariyê tune dibe
09:00 Rojnamevan Koyluoglû: Ji bo avakirina hikûmeteke nû YNK yekane alternatîf e
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2024’AN
30/10/2024
23:55 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer hat girtin
23:07 DEM Partî: Hevserokên me yên giştî û endamên MYK'ê wê li Stenbolê bin
23:02 Rojnameger Degerê giliyê kesên ku gefan lê dixwin kir
21:46 Şaredarê Esenyûrtê Ozer bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
20:59 Hevşaredara Dêrikê ya berê Sabahat Çetînkaya hat girtin
19:54 'Nobeta Azadiyê' di hefteya 645’an de ye
18:20 Kaplan ê ku emeliyat bû bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:24 Mele Reşît Irgat jiyana xwe ji dest da
16:16 Parêzerê Ahmet Ozer: Tevî biryara sînordarkirinê jî agahî li çapemeniyê hatin belavkirin
16:00 Li ber Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Ozer hat protestokirin
15:29 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ were pêkanîn
14:54 Ji bo Hatîce Onaran a girtî banga ‘bikevin nava liv û tevgerê’ hate kirin
14:18 Erdogan û Tunç pirsa ‘mafê hêviyê’ bêbersiv hiştin
14:07 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir
13:34 Encamên fermî yên hilbijartina Herêma Kurdistanê hatin aşkerekirin
13:32 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:23 AYM’ê ji bo girtiyan biryara ‘binpêkirina azadiya derbirînê’ da
13:21 Li Cizîrê 5 kes bi lêdanê binçavkirin
13:09 Bakirhan: Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan bi awayek azad tevbigere
12:52 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
12:42 Cenazeyê girtiyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû dan malbata wî
11:37 DEM Partiyê û CHP’ê bertek nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan
11:33 Medenî Ferho: Aqilê marjînal nikare pirsa kurd çareser bike
10:48 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
10:33 Weqfa Mezopotamyayê kursa folklor û edebîyata gelêrî li dar dixe
09:57 Ji bo girtina 19 kesan îdiaya ‘îstîhbarî’ kirine hincet
09:49 Cûdî, Gabar û Besta ji şîrketan re tê pêşkeşkirin
09:24 Bi vegotina Abdullah Ocalan pergala 'îşkenceyê' ya Îmraliyê
09:20 Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
09:18 Gulseren Yolerî: ‘Mafê hêviyê’ bi guhertina qanûnî pêkan e
09:16 Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin
09:15 Şêniyên Wanê: Şer were sekinandin dê krîza aborî jî çareser bibe
09:02 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:52 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
29/10/2024
16:53 Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:53 Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir
15:53 Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
15:28 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
15:15 Kesê dê bibe serokê Hîzbullahê hate diyarkirin
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan