STENBOL - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel da zanîn ku dê li dijî girtina Şaredarê Esenyurtê û tayînkirina qeyûm, “Nobeta Esenyurtê” bidin destpêkirin.
Dihat plankirin ku kampa sala qanûnsaziyê ya Partiya Gel a Komarê (CHP) di navbera 1-3’yê mijdarê de li Antalyayê were lidarxistin. Lê ji ber girtina Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer û tayînkirinan qeyûm, kamp veguhestin Stenbolê. Kamp, di 1’ê mijdarê de li Stenbolê dest pê kir. Di civînê de hinek pêşniyarên ku xwedî li îradeya gelê Esenyurtê derkevin hatin pêşkeşkirin. Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê; piştî civînê bi sernavê “Darbeya li dijî îradeya neteweyî” ji bo 15 rojan plana çalakiyan hate amadekirin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî planê ev agahî da: “Beriya her tiştî dê odeya me ya koma CHP’ê yali Şaredariya Esenyurtê her roj vekirî be. Her roj dê çar parlamenterên me di saetên serê sibehê de biçin serdana Ahmet Ozer. Piştre dê derbasî avahiya şaredariyê bibin û dê domandina polîtîkayên serok Ahmet, geşedanên li wir û gavên rêveberiya qeyûm diavêje jinêzve bişopînin. Li gel vê, dê parlamenterên me her roj bi rêk û pêk daxuyaniyan bidin. Her roj dê 4 parlamenter, 2 şaredar, 2 serokên navçeyan, 2 serokên bajaran û 2 rêveberên bajar, bi koordînasyona Serokatiya Bajar a Stenbolê li qadan bin. Dê li sehayê biçin serdana saziyên civaka sivîl, keya, esnafan û welatiyên Esenyurtê. Dê ji wan re vê darbeya li dijî îradeya gel vebêjin.”
Ozel, da zanîn ku dê li dijî girtina Ozer û tayînkirina qeyûm, “Nobeta Esenyurtê” bidin destpêkirin.