ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî tayînkirina qeyûm bertek nîşan da û wiha got: “Ahmet Turk kevoka aştiyê û kesekî zana ye. Ez ê li cem wî bim.”
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel têkildarî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Rihayê daxuyanî da. Ozel, di axaftina xwe de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk weke “Kevoka aştiyê” nirxand û got ku dê li cem wî cih bigire.
Ozel, di serdana rojnameyekê de wiha got: “Heta ku kembêra zêr li pişta wan be dikarin her tiştî biki. Di 31’ê Adarê de kemberê dest guherand. Êdî partiya yekemîn nînin. Ji ber vê stresê, ji ber ku bûn partiya duyemîn, ditirsin ku CHP hem hilbijartinên serokkomariyê qezenc bike hem jî di Meclisê de piraniya kursiyan bi dest bixe. Lewma berê herikînê guherandin û serî li her rêyê dan.”
‘ÊDÎ DEMA GOTINÊ QEDIYAYE’
Bi domdarî Ozel ev tişt anî ziman: “Karê dawî kirin, darbeya li dijî îradeya gel e. Ji ewil li Esenyurtê darbe kirin û niha jî li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dikin. Bi rastî jî em di asteke wisa de ne ku êdî dema gotina qediyaye. Divê di demokrasiyan de gotin neqede. Dê têkoşîna me ya li dijî vê feraseta kustex a ku dengê hilbijêran û muxatabên siyasî nas nake û hêza di destê xwe de mîna barbaran bi kar tîne bidome.”
‘EZ Ê LI CEM AHMET TURK BIM’
Ozel, da zanîn ku dê bi balafirê biçe Mêrdînê û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber rojeva Esenyurtê ev 4 roj in em li Stenbolê ne. Ez ê bi balafira ewil biçim Mêrdînê. Dema ji Amedê dê derbasî Mêrdînê bûma de êrişa TUSAŞ’ê çêbû û vegeriyam. Ez ê li cem Ahmet Turk bim. Ahmet Turk, kevoka aştiyê û kesekî zana ye. Cara sêyemîn e darbeyê li dijî vîna Mêrdînê dikin.”