ÊLIH - Ciwanên ku tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê protesto kirin, di tevahiya şevê de li ber xwe dan.
Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê, li Êlihê di tevahiya şevê de çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Ciwanên ku li taxên Karşiyaka, Petrolkent, Baglar û Cûdiyê derketin kolanan, bi polîsan re şer kirin. Polîsan jî bi gaza îsotê, TOMA û guleyên plastîk êrişî ciwanan kirin. Ciwanên ku agir vêxistin û rê girtin, bi fîşekên hewayî bersiv dan.