NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên protestokirina qeyûman de herî kêm 83 kes hatin binçavkirin.
Li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên protestoyî yên Êlihê de 75 kes hatin binçavkirin. Karûbarên îfadegirtinê yên welatiyên bi lêdanê hatin binçavkirin hêj didomin.
Duh li Edeneyê jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Gurcan Turşak a di çalakiyê de bi lêdanê hate binçavkirin, piştî karûbarên îfadegirtinê di saetên şevê de hate berdan. Şaxa ÎHD’a Edeneyê da zanîn ku dê derheqê polîsên tundî li Turşak kirin de serlêdana sûc bikin.
LI XELFETIYÊ BI SER MALAN DE HATE GIRTIN
Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Xelfetî ya Rihayê de gelek kes hatin binçavkirin. Navên hin kesên li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tên ragirtin wiha ne: “Adle Fîdan, Muhammet Algaç, Elîf Yalçin, Bêrîvan Kocaoglû, Yûsûf Yeşîltepe, Gurkan Goktaş, Seve Yalçinkaya û Mûsa Yalçinkaya."
Hat ragihandin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.