STENBOL - Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku li dijî qeyûman têkoşîna hevpar girîng e û wiha got: “Dibe ku em sibê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qeyûm bibînin. Ji ber vê yekê divê muxalefet bi hev re li dijî qeyûman têbikoşin."
Piştî Ahmet Ozer ê ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de bi mutabaqata bajêr wekî qeyûmê Şaredariya Esenyurtê hat hilbijartin, Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Di salvegera desteserkirina hevserok, parlamaneter û hevşaredarên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku bi navê "Darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê" ketibû nava rûpelên dîrokê, vê carê qeyûm tayinî şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz ku got, "Dibe ku sibe em qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bibînin", banga têkoşîna hevpar kir.
Kalmaz diyar kir ku polîtîkaya qeyûman derbeyek li aştî û demokrasiya Tirkiyeyê ye û destnîşan kir ku qeyûm tenê bi Kurdistanê re sînordar namînin. Kalmaz got: “Eger li hemberî qeyûm bêdengî hebe, wê sibe li rojavayê Tirkiyeyê jî derkeve pêşiya me."
‘EM QEBÛL NAKIN'
Kalmaz bal kişand ser nîqaşên “pêvajoyê” yên ku Devlet Bahçelî der barê pirsgirêka kurd de anîne ziman û got: “Ev pêvajoya ku bi navê çareserî, nermbûn, xurtkirina eniya navxweyî an jî aştiya Tirkiyeyê bi awayekî nelihev tê meşandin, mînaka herî baş e. Beriya hefteyekê birêz Ocalan ji bo meclisê hatibû vexwendin û piştî hefteyekê jî qeyûm hat tayînkirin. Bi rastî ev mînaka herî baş e ku ev pêvajo dê ber bi çi ve biçe. Ji aliyekî ve hûn behsa pêvajoya çareseriyê dikin û hêviyeke wiha diafirînin. Lewma em nêzîkatiyeke wiha qebûl nakin.”
TECRÎD Û QEYÛM
Kalmaz da zanîn ku tayînkirina qeyûman nîşaneya tecrîdê ye û got: “Divê hikûmet demildest nexşerêya çareseriyê diyar bike. Bi vî awayî ne dikarin baweriyê bidin raya giştî ne jî encama tê xwestin bi dest bikeve. Polîtîkaya tecrîdê hê jî didome. Di rastiyê de ev rewş tam nîşaneya tecrîdê ye. Bi salan e em behsa polîtîkaya tecrîdê dikin. Li Esenyurtê îro tecrîd tê meşandin. Siyaseta qeyûm ne tenê pirsgirêka kurdan e. Wekî ku bi salan e me diyar kir, em dibînin ku bi tecrîda li ser birêz Ocalan re sînordar nîne, li ser hemû gelên Tirkiyeyê û îro jî bi rengekî herî hêsan li Esenyurtê tê meşandin."
‘DIBE KU EM SIBÊ QEYÛM LI ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN A STENBOLÊ JÎ BIBÎNIN'
Kalmaz anî ziman ku divê hêzên muxalif ên li Tirkiyeyê bi hev re li dijî qeyûman têbikoşin û got: “Em dikarin sibê vî qeyûmî li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bibînin. Divê Partiyên CHP û DEM'ê bê cudahî pêvajoyê biparêzin. Bi taybetî jî girîng e DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Saadetê çawa nêzî vê pêvajoyê bibin. Divê demildest li ber hemû şaredariyan çalakiyên nobedê bên destpêkirin. Niha ne tenê li şaredariyên DEM Partiyê, li her deverên Tirkiyeyê jî em dikarin bi nûçeyên qeyûman hişyar bibin. Li şaredariya ku gelek rant tê de heye an jî AKP’ê ew bi dest nexistiye, dibe qeyûm were tayînkirin. Esenyurt mînaka vê ya herî baş e. Ji ber vê yekê rabûna li dijî wê û bilindkirina têkoşîna yekbûyî ya li dijî wê gelekî girîng e."