'ÎKTÎDAR LI DARBEKARAN NEGERIYA’
Di komcivînê de ji ewil Hatîmogûllari axivî û got ku ji Mêrdînê heta Êlih, Xelfetî û Esenyurtê dê darbeya qeyûm bi hev re têk bibin. Hatîmogûllari, bi bîr xist ku qeyûm di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê mijdara 2016’an de hatine tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Ev zîhniyet, Kenan Evren, Tahsîn Yalçinkaya û Generalên 28’ê Sibatê tîne bîra me. Heke Kenan Evren bijiya dibê bigota; ‘Darbeya vê îktîdarê ji ya me baştir e.’”
'ASTENGIYA HERÎ MEZIN TIFAQA AKP-MHP’Ê YE’
Hatîmogûllari, destnîşa kir ku bi qeyûman re mafê bijartin û hilbijartinê yê gel ji dest hatiye girtin û wiha pê de çû: “Armanca qeyûman ev e; ‘heke tu kurd bî tu nikarî bê hilbijartin.’ Qeyûm, tê wateya derbeya li dijî demokrasiyê, binpêkirina destûra bingehîn û binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm tê wateya nenaskirina îradeya siyasî ya gelê kurd. Ev rejîma faşîst bi tayînkirina walî, qeymeqaman dixwaze pergala şaredartiyê ji holê rake. Ji Esenyûrtê xuya bû ku ev rejîma qeyûm tenê zirarê nade kurdan û DEM Partiyê. AKP-MHP ji bilî xwe hemû partiyan tune dihesibîne. Mezintirîn astengiya li pêşiya tirkiyeyîbûnê, tifaqa AKP-MHP’ê ye.”
Bi domdarî Hatîmogûllari, hedefnîşandana Bakirhan a ji hêla medyaya alîgir ve rexne kir û got ku ew ê heta dawiyê bi Bakirhan re bin.
'JI BO RANTÊ QEYÛM TAYÎN KIRIN’
Hatîmogûllari destnîşan kir ku qeyûm ji bo rantê hatine tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Xebateke çeteyan û talankirinê ye. Her ku hejmara şaredariyên winda dikin kêm dibin, her ku ranta wan kêm dibe, tayînkirina qeyûman ji xwe re weke derman dibînin. Armanca tayînkirina qeyûm a li Esenyurtê jî ev e.”
'DIVÊ HER KES DESTÊ XWE DEYNE BIN KEVIR’
Hatîmogûllari, bi lêv kir ku şaredarî ji bo wan ne çar dîwar lê kolan, gel û tax in. Bi domdarî Hatîmogûllari daxuyand ku tayînkirina qeyûm binpêkirina Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî ye. Hatîmogûllari, bang li Meclisê kir û got: “Çareserî, parlamento ye. Ji bo çareseriya li Meclisê divê her kes destê xwe deyne bin kevir.”
BANG LI HEMÛ DERDORAN KIR
Hatîmogûllari, herî dawî ev bang li muxalefetê, hêzên demokrasiyê û rêxistinê kedê û pîşeyî kir: “Em bi hev re xwedî li vê doza mafdar derkevin. Em duh dereng man û qeyûm tayînî Esenyurtê krin. Heke vê carê jî em dereng bimînin, bila gumana we nebe ku dê qeyûman tayînî şaredariyên li rojavayê Tirkiyeyê jî bikin. Roj roja xwedîderketina li demokrasî, mafên mirovan, heq, hiqûq û edaletê ye. Em ê li dijî derbeya qeyûm bênavber têbikoşin. Em ê bi ruhê Wanê li ber xwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku dengê xwe bilind bikin.”
BAKIRHAN: QEYÛM QIRKIRIN E
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku mîna duh dê îro jî derbeya siyasî qebûl nekin. Bakirhan, wiha dom kir: “Li Tirkiyeyê du xet hene; yek ew kesên ên komara qeyûmparêz dixwazin, ya din jî em in ku komareke demokratîk dixwazin. Alîgir û qelemfiroşên rûmeta wan bi qasî mîdeyê wan in, dibêjin ji ber terorê qeyûm hatine tayînkirin. Van kesan, bi salan hemû nebaşî û derhiqûqtiyên xwe di bin vê têgeha terorê de kirin û welêt şêlandin. Hemû dizî û nelirêtiyên xwe bi vê peyvê veşartin. Heke hûn li terorê û dabeşkariyê bigerin, ji ewil li pratîkên xwe binêrin.”
Ji avabûna komarê heta niha koalîsyona herî mezin a dijminatiyê kurdan dike re rû bi rû ne. Ji Hewlêrê heta Batman, Qamişlo, Mêrdîn û Ûrmiyeyê, li her derê dijminatiya kurdan dikin. Bi tifaqa JÎTEM’Ê re ji sala 2015’an her cureyên zilmê li me kirin. Êrişî goristanên me kirin, nehiştin em cenazeyên xwe rakin. Cenazeyên zarokan bi rojan di sarincan de hatin sekinandin. Mirov dest bi vegotina xerabiyên van bike, dê bi rojan nekare xelas bike. Bi vê koalîsyona dij-kurd re nabe, aştî wiha nabe, xwişk-biratî wiha nabe. Hûn nikarin pirsgirêkan bi vî awayî çareser bikin.”
Di berdewamê de Barkihan diyar kir ku îktîdar li rexekî dibêje ‘ez destê xwe dirêj dikim’ û bi destê din jî kurdan tune dihesibîne. Bakirhan, wiha pê de çû: “Ma dê gel çawa ji we bawer bike? Her destê ji bo aştiya civakî tê dirêjkirin biqîmet e û em ê bigirin. Lê wekî hûn jî dibînin, wisa xuya dike ku destê hatiye dirêjkirin ji bo tayînkirina qeyûman bû. Xwe teşhîr kirin. Her tim dipirsin bê ka pirsgirêka kurd çi ye. Pirsgirêka kurd ew e ku di serê sibehê de li deriyê Hevşaredar Ahmet Turk û Devrîm Demîr bixin û jê re bibêjin me hûn ji peywirê girtin. Pirsgirêka kurd, krîmînalîzekirina tevahiya nirxên gelê kurd, amûrên têkoşîna wan û mafên wan e. Hûn dibêjin bila kurd dengê xwe nedin û zimanê xwe bi kar neyînin. Wê demê kurd çi bikin? Hey bêwijdanîno, li îradeya wan qeyûm tayîn dikî, zimanê wan qilfe dikî û vîna wan dişînî zindanê. Wê demê dê kurd çi bikin? Divê hûn bersiva vê pirsê bidin. Ez ji Bahçelî, Erdogan û hemû Meclisê dipirsim, ma kurd dê çi bikin?”
BANG LI AKP’IYAN KIR: ÎSTÎFA BIKIN
Bakirhan, got; “Pirsgirêka kurd tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê û tecrîdkirina DEM Partiyê ya di qada siyasetê de ye.” Bakirhan, wiha dom kir: “Ev tecrîd, xerabiya herî mezin a li dijî welêt e. Dev ji vê feraseta xwe berdin. Ji kerema xwe hûn jî vê pirsê ji AKP’iyên tên taxên we siyasetê dikin bipirsin. Em bang li hemû siyasetmedarên kurd ên di nava AKP’ê de cih digirin dikin ku heke hindik jî heysiyeta we hebe îstîfa bikin. Serokê Giştî yê AKP’ê hefteya din digot; muxatabê me birayên min ên kurd in. Tu qala kîjan birayê xwe dikî? Kurdên tu qeyûman lê tayîn dikî birayên te nînin û kesek ji van gotinên te bawer jî nake. Hûn dizanin ew çi dixwazin? Ew Bekoyan dixwazin. Lê nizanin ku xelkê Mêrdînê, xelkê Dêrsimê Mem û Zîn in. Hûn dê nekarin li xaka kurdan Bekoyan biafirînin.”
'JI MUZAKEREYAN DIREVIN’
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Ji muzakereyan direvin. Ji ber ku muzakere nîşan dide bê ka kî jidil e û kî çareseriyê dixwaze. Heke muzakereyan bikin dê rastiya wan derkeve holê lewma direvin. Weke DEM Partyê muxatabên esasî yên aştiyê em in û em ji bo çareseriyê amade ne. Dê her tim di destê me de kevokên aştiyê hebin. Lê di destê we de qeyûm û zilm heye. Bi tayînkirina qeyûman re firsendekî dîrokî ji dest xwe birin. Xerabiyeke mezin li 85 milyon welatiyan dikin. Min li Bahçelî guhdar kir. Erê rast e gelek gef xwarin û gotinên nexweş kir. Lê gotinên girîng jî dike. Birêz Bahçelî me bi destê we girt lê we şirîkê te destê din têk bir. Pirsgirêk ne di destê me de, di şirîkê te de heye. Madem tu çareseriyê dixwazî, wê demê ji ewil qala qeyûm bike, tecrîdê rake, bi hiqûqê bike û qeyûman paşve bikişîne. Dema me ji bo guftûgo û muzakereyan hewl dida, wan xefik danîn. Ji bo me digotin ev firseneke dîrokî ye. Em jî ji bo îktîdarê dibêjin ku ev firseneke dîrokî ye. Hûn nikarin bi zîhniyeta qeyûm re aştiya navxweyî çêbikin. Em ê serî li ber we netewîni.”