Jin dê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin

  • jin
  • 09:30 10 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - TJK-E xwe ji bo meşa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku dê bi dirûşma “Azadiya te azadiya me ye” li Kolnê bê lidarxistin amade dike. 

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin, di 10’ê cotmeha 2023’yan di asta kûrewî de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanya hatibû destpêkirin. Kampanya didome. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya kampanyayê de rêzêçalakiyên “Tîrêjên Rojê” da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de di 21’ê cotmehê de ji bo bidawîkirina îşkenceya li Îmraliyê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name û kartpostalan da destpêkirin. Armanca çalakiyê ew e ku milyonek name û kartpostal bên şandin û hêj didome. 
 
TJK-E xwe ji bo meşa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku dê di 16’ê mijdarê de bi dirûşma “Azadiya te azadiya me ye” li Kolnê bê lidarxistin amade dike. Di heman demê de TJK-E xebatên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê jî bênavber didomîne. 
 
Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan têkildarî xebatên kampanyayê û 25’ê Mijdarê axivî. Kaplan, da zanîn ku bi saya mezinbûna kampanyayê û xwedîderketina derdorên cuda destûr hate dayin ku di 23’yê cotmehê de li Îmraliyê hevdîtin were kirin. Kaplan, got ku “cezayê disiplînê” yê nû jî tê wateya domandina tecrîdê. 
 
JIN XWE JI BO MITÎNGÊ AMADE DIKIN 
 
Kaplan, diyar kir ku ew bi kampanyayê armanc dikin ku ji bo “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan tavilê gavan bidin avêtin û ev tişt anî ziman: “Lewma jî meşa 16’ê mijdarê girîng e. Amadekariyên me didomin. Di vê çarçoveyê de me bi serdan û nameyan jin vexwendin meşê. Bi taybet jî em dixwazin jin tev li bibin. Her wiha em semîner, civîn û hevdîtinan bi jinan re li dar dixin.”  
 
DIRÛŞM: AZADIYA TE AZADIYA ME YE 
 
Bi domdarî Kaplan, wiha got: “Dê di meşa 16’ê mijdarê de kortejên jinan hebin. Dirûşma me jî ‘Azadiya te azadiya me ye.’ Azadiya rêbertiya me û me girêdayî hev e. Jinan, azadiya xwe bi rêbertiyê dît. Rola Rêbertî dide jinê, guherîna civakê tenê bi azadiya jinê dibe û ev jî şoreş e. Dê bi dovîzan daxwazên xwe vebêjin. Li hêla din kampanyaya me ya name û kartpostalan didome. Li her dera Ewropayê ev xebat tê meşandin. Em nameyan dişînin qutiyên postayê û xwe digihînin kesên me qet nas nakin. Heke bixwazin piştevaniyê bikin jî em jê dixwazin ku ji Sekreteriya Konseya Ewropayê re bişînin.”
 
ÇALAKIYÊN DI NAVBERA 18-25’Ê MIJDARÊ DE
 
Kaplan, got ku xebatên wan ên ji bo 25’ê Mijdarê jî didomin. Kaplan, wiha pê de çû: “Plansaziya me ya ji bo çalakiyên di navbera 18-25’ê mijdarê de hene. Li gelek welatan dê semîner, panel û hevdîtin bên lidarxistin. Dê bi pêşengtiya jinên kurd di 23’yê mijdarê de meş bê lidarxistin. Di 25’ê mijdarê de jî dê li gel rêxistinên jinan û meclisên me yên herêmî li kolanan bin. Dirûşma me ya 25’ê Mijdara îsal ‘Şerê we, xwina me’ ye. Ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şer me ev dirûşm hilbijart. Em ê koçberiyên bi darê zorê yên ji ber şer, sepanên qadên jinan teng dikin û tundiya li dijî jinê vebêjin. Em ê pêşî li biryarên îdamê yên ji bo jinên ji Rojhilat bigirin. Jinên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de hene. Dê ji bo wan daxwazên me hebin.” 
 
MA / Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

14/11/2024
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2024'AN
13/11/2024
21:43 Li Cenevreyê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
16:17 Li Dêrsimê polîsek mir
16:07 ÎHD’ê kampanyaya ‘şandina pereyan a ji girtîgeh re sûc nîne’ da destpêkirin
15:15 Li gelek bajaran banga ‘bûdçeya ji bo ked û edaletê’ hate kirin
14:54 Têkildarî kuştina Çitay 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin
14:45 ‘Sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin
14:32 Baroya Wanê têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin serlêdana sûc kir
13:53 Di berxwedana Êlihê de ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang hate kirin
13:36 Li Sêweregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:33 Lêkolîna qadê: Hilbijêrên kurd qeyûm naxwazin
13:30 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
13:21 DEM Partî: Zimanê kurdî xeta jêneveger e û divê bibe zimanê perwerdeyê
13:01 Ji Dîlokê bo piştevaniyê hatin Xelfetiyê
12:58 Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin
12:51 Hevşaredaran starta kampanyaya ‘Gotina me xelas nebûye’ dan
11:15 Rapor nedan girtiyê ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin
10:58 Mamosteya li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe: Ez xwedî li dengê xwe derdikevim
10:20 AYM’ê redkirina serlêdana ‘şertên nebaş’ weke ‘binpêkirin’ qebûl kir
09:51 Ji bo faîlê Hîlal Kar cezayê muebbeta girankirî hat xwestin
09:37 Ji ber ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ doz li 29 kesan hate vekirin
09:36 Dosyeya rojnameger Tara û Behadîn radestî Nûnertiya YE’yê hate kirin
09:34 Demîrel: Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin?
09:04 Çiyayên Cûdî û Gabarê bi dînamîtan tên tunekirin
09:04 Banga ji bo meşa li Kolnê: Em ê vîna gelê kurd nîşanî cîhanê bidin
09:04 Girtiyên jehrî bûn nehatin dermankirin
09:02 Banga ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê: Em tecrîdê bişikînin û qeyûm bişînin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2024'AN
12/11/2024
19:26 Edîp Solmaz hat bibîranîn: Ruhê berxwedanê li qadan e
16:34 Di doza ‘biaxive tu ji ku yî?’ de biryara beraetê hate dayin
15:59 Dadgeha Bilind biryara ‘Doza Qontaxê’ erê kir: Polîs hate girtin
15:37 Nobetên li dijî xespkirina îradeyê yên li Êlih û Xelfetiyê didomin
15:28 Ji bo bîranîna Narîn, Rojîn û Şirînê şitil hatin danîn
15:20 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê alîkarî da Samandagê
15:17 Bakirhan: Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinê bikin
15:12 Li 10 navçeyên Wanê berteka li dijî qeyûm: Em têkoşîna hevpar mezin bikin
14:27 Demîr piştî 30 salan hate berdan
13:50 Girtiyê nexweş Gemîcîoglû êdî bîra xwe winda dike
13:24 PSD’ê bertek nîşanî qeyûm da: Bi sedemên siyasî tên tayînkirin
13:15 Li Mêrdînê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nahêlin gel biçe parkê
12:48 Bakirhan: Çareserî li Amed û Enqereyê ye
12:38 Emîne Şenyaşar tev li nobeta li dijî qeyûm a li Xelfetiyê bû
12:31 Êrişên ser Çapemeniya Azad dê li Tunela Taksîmê bên protestokirin
12:30 Li Girtîgeha Şirnexê malbat nikarin silavê bidin girtiyan
12:15 Parêzerên doza Narîn Guranê: Nakokiyên heyî nehatin zelalkirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:21 Muzîkjen Wecker ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
11:15 Qeyûm bi pereyê xelkê Mêrdînê rêyên Kirklareliyê çêkiriye
10:41 Doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin
10:40 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûm, MARSU xistiye nav çirava deynan!
10:14 Rojnameger Ulug: Li Rojhilata Navîn kurd hêzeke sereke ne
09:52 Berteka li dijî zextên li ser rojnamevanan: Bêdengî erêkirin e
09:03 Nîzamettîn Kabaîş: Bila rapora otopsiyê ya Rojînê bê eşkerekirin
09:02 Ên govend gerandin jî û yên negerandin jî 'sûcdar' in
09:00 Bi 12 kesan hat parastin, bi hezaran kesan hat rizgarkirin
09:00 ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2024’AN
08:55 Ciwanan li Cizîrê qeyûm protesto kirin
08:53 Ji bo gelek bajarên Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
11/11/2024
16:49 Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê hate dayin
16:01 Li Amedê loqenteyeke din a gel hate vekirin
15:58 Li Amedê bi tevlibûna gel civîna meclisa şaredariyê hat kirin
15:47 Tunç têkildarî ‘Mafê hêviyê’ got: Mijarên li Meclisê tên axaftin in
15:41 Hevşaredar Karayilan bertek nîşanî Erdogan da
14:56 Tundiya polîsan xistin rojeva Meclisê
14:50 Silava Abdullah Ocalan gihand berxwedêran
13:41 Nobeta li Xelfetiyê di roja 8’an de ye: Ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang kirin
13:34 Ozturk: Ji bo aştiyeke birûmet em di 17’ê mijdarê de li qadê bin
Uçar: Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in
13:31 Temellî: Qeyûm, derbeyeke li dijî demokrasî û aştiyê ye
13:12 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
12:36 Ahmet Turk ji Erdogan re got: Kesên kes nizane bê kî ne îradeya gel xesp dikin
12:30 Li Esenyurtê qeyûm hat protestokirin: Wekîlên CHP’ê ketin hundir
12:01 Deklarasyona ‘Demokrasî û Azadiyê’: Muxatab Ocalan e
11:31 Ji bo îşkencekirina dayika 64 salî biryara neşopandinê hate dayin
10:30 Hevjîna dozgerê Ozer girtî tayînî SPK’ê hate kirin
10:21 Li dijî zextên PDK’ê yên li ser HDP’iyan daxuyaniya hevpar
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Li ber xwe bidin’ derket
09:55 Ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê hate kirin
09:03 Di serdema Trump de têkiliyên DYA-Tirkiyeyê û krîz
09:03 Îzmîriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan: Em ê qebûl nekin û wan bişînin
09:02 Endama MYK’a SODAP’ê Înce: Divê gel li dijî qeyûm bikeve nava tevgerê
09:02 Banga ji bo mitînga Kolnê: Em bibiryar in ku tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2024'AN
10/11/2024
17:12 Li Êlihê TOMA li berxwedanê qelibî!
15:40 Li Agiriyê starta 25’ê Mijdarê bi meşê hate dayin
15:06 Polîsan hewl dan ciwanên şel û şepik li xwe kirin binçav bikin
14:29 Berxwedan li Xelfetiyê didome: Li dijî polîsan berteka ‘îşkenceyê’
13:59 Li Êlihê meş hat lidarxistin: Werin em bi paradîgmaya Ocalan aştiyeke rast pêk bînin
13:52 Dorpêça leşkeran hate rakirin: Şande ber bi Êlihê ve bi rê ket
13:45 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bû
12:57 Danişîna ewil a Şerîfe Muhammedî di 14’ê mijdarê de ye
12:56 Kesên di Komkujiya Garê de hatin qetilkirin di meha 109’emîn de hatin bibîranîn
11:41 Qeyûmê Esenyurtê hate protestokirin: Tu bi kîjan rûyî têy vê derê
11:40 Meclisa Jinên Ereb piştgirî dan kampanyaya TAJÊ’yê
11:31 Yagiz: PDK, bi hiqûqa dijminatiya nêzî me dibe
10:54 Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe
10:08 Çapraz: Em ji rewabûna ATK'ê bi guman in
09:45 Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê derket
09:36 Ciwanên Cizîrî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
09:31 ‘Xelfetî modela Komara Demokratîk e'
09:30 Jin dê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin