Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû

   ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser tundiya li dijî jinan û got: “Em dikarin bi têkoşînê, bi  xwerêxistinkirinê rê li ber vê bigirin. Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hefteya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de civîna koma xwe ya Meclisê li dar xist. 
 
Di civînê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, dayika Rojîn Kabaîş Aygul Kabaîş, malbatên girtiyên Doza Kobanê, nûnerên Komeleya Piştevaniya Erdhejê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin, Hevşaredara Bajarê Mezin a Êlih Gulistan Sonuk, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram, parlamentera berê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş û gelek nûnerên sazî û dezgehên rêxistinên sivîl tev li civînê bûn. 
 
‘KESEK NIKARE BIBÊJE MIRINA ROJÎNÊ BIGUMAN E’
 
Tulay Hatîmogûllari ku bi silavkirina hemû jinên berxwedêr dest bi axaftina xwe kir. Piştre jî daneyên jinên di sala 2024'an de hatin qetilkirin parve kir. Tulay Hatîmoglûllari diyar kir ku berpirsyarê van komkujiyan pergala serdest a mêr e û wiha got: “Hejmara pergala serdest a mêr di 14 salên dawî de rêjeya herî zêde ya qetilkirina jinan nîşanî me dide. Rojîn Kabaîş bi guman jiyana xwe ji dest da. Li cihekî ku her roj jin lê tên qetilkirin kesek nikare ji me re bibêje ku mirina Rojînê ne bi guman e. 
 
Li Dêrsimê ku ji her alî ve ji aliyê qereqolan ve hatiye dorpêçkirin, li cihê ku cerdevanan hema hema haya wan ji teyrê difire heye, Gulistan Doku winda bû û hêj ne diyare ku çi lê hatiye. Derbarê çarenûsa wê de hêj ti daxuyanî nehatiye dayîn. Em ê weke jin bi berdewamî bibêjin 'Gulistan Doku li ku ye?'
 
Em naxwazin kesek din winda bikin. Em qebûl nakin ku kiryar bi awayekî gumanbar bên kuştin û windakirin û paşê jî di ferhengoka dewlet û mêr de bibêjin 'întîxar kir'. Em ê li her derê, li her qadê xwe bi rêxistin bikin. "Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî, bijî hevgirtina jinan."
 
‘QEYÛM DIJMINÊ JINÊ NE’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser bêhiqûqiya qeyûm û ev tişt anî ziman: “Tayînkirina qeyûm tê wateya bi destê daraz û polîs darbeya siyasî ya li hemberî Gelê Kurd e. Qeyûm dijminê Gelê Kurd e. Dijminê jinê ye. Dijminê muxalîfan e. Her wiha êrişa li hemberî pergala me ya hevserokatiyê ye. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin li Mêrdînê mafê jinan a JinKart hat betalkirin. Bernameyên ku ji bo 25'ê Mijdarê hatibûn organîzekirin hatin betalkirin. Qeyûm li Êlihê serê ewilî malpera ku bi kurdî xizmet dika betal kir. Digotin 'Kurd birayên me ne' biratî heta li vir e. Tehemûlê zimanê kurdî nakin. Her wiha Kreşa Beybûnê ya ku bi kurdî xizmetê dida hat girtin. Mêr tayînê Navenda Şêwrmendiyê ya Jinan kir. Li Xelfetiyê jî qeyûm, mêr tayînê Miduriyeta Polîtîkayên Jinan kir.  Çi dikin bila bikin lê jin dê her bêjin 'Pergala Hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev xeta me ya mor e' û em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
‘DI AMADEKIRINA BUDÇEYÊ DE JIN NAYÊN DÎTIN’
 
Tulay Hatîmogûllari di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser muzakereyên budçeyê û xizankirina gel û wiha axivî: “Hikûmet di budçeya navendî de newekheviya civakî dubare dike. Bi awayekî ku gel, kedkar, jin û ciwan hema bêje li ber çavên wan nayên dîtin, budçeyekê amade dikin. Mixabin di peyva zayend de jî di wan amadekariyên budçeyê de cih nagire. Binêrin, para her jinekê di budçeya 2025'an de 139,3 TL ye. Bifikirin ka em ê çiqas ji vê xerc bikin, em ê çiqas ji vê li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin. Êdî li Tirkiyeyê ji bo parastina jinan a li hemberî şîdetê stargeh nayên çêkirin. Êdî hewcedariyên stargehan di rojeva Tirkiyeyê de nîne. Di sala 2018'an de hejmara stargehan 110 bûn heta niha tenê 2 stargeh lê zêdekirine. Hejmar bûye 112. Îktîdar berpirsê xizaniya kûr e."
 
‘HÛN NIKARIN XWE JI DESTÊ XIZANAN RIZGAR BIKIN’
 
Tulay Hatîmogûllari, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser kampanyayê Meclisa Jinan û wiha pê de çû: “Kampanyaya 'Em di jiyana wekhev û azad de bi isar in û xwe birêxistin dikin' ya partiya me ye. Her wiha bi 'Hevdîtinên Nan û Edaletê' em çûn gelek cihên Tirkiyeyê. Kî vî welatî îdare dike? Ma ne hikûmeta AKP-MHP’ê ye? Ma hûn ji vê xizaniyê ne berpirsiyar in? Ma hûn difikirin ku hûn ê ji erk û berpirsiyariya rûbirûbûna vê yekê, plansazkirina dema cîbicîkirina budceya 2025'an û çêkirina budçeyê ji bo feqîran rizgar bibin? Hûn nikarin ji destê xizanan rizgar bibin. Hûn nikarin ji hêrsa dayika ku nikare qedehek şîr bide zarokê xwe xilas bibin. Binêrin, di bûyera ku me rojên borî li Îzmîrê jiyan kir de 5 zarok şewitîn. Pênc zarok! Ev hikûmet weke ku tu berpirsyariya wê tune be axivî. Wek nûçeyeke magazîn di çapemeniyê de hat dîtin. Dil û wijdanê wan ziwa bûye."
 
NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ PIRSGIRÊKA KURD
 
Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku li vî welatî û herêmê pirsgirêka Kurd heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dubare dikim, binxêz dikim: Ji kesên ku dibêjin pirsgirêka kurd tune ye, ez careke din binxêz bikim: Li vî welatî û herêmê pirsgirêka kurd heye. Di nîqaşên van rojên dawî de me di her firsendê de li ser vê mijarê gotina xwe anî ziman. Li vir ez careke din tekez dikim: Em wek DEM Partî alîgirê aştiyeke bi rûmet a li ser bingehên demokratîk in. Ji bo vê jî divê demildest tecrîda Îmraliyê bê rakirin. Divê Birêz Ocalan azad bibe. 
 
Polîtîkaya nakokiyê bi salan tê ceribandin, lê pûç e, nikarin bi ser bikevin. Yên ku dibêjin DEM Partî ne alîgirê çareseriyê ye, derewan dikin. Ev îftira li me ye. Hûn bi vê hewldana lihevnekirinê çi armanc dikin? Tu ji bo kê dipeyivî, gotinên kê dinivîsî? Ti kes nikare me, Partiya DEM'ê, ji bo xitimandinê sûcdar bike. Gelê Tirkiyeyê ji van teorî û nêzîkatiyên komployê bêzar bûye.
 
Em li hundir, li Tirkiyeyê li çareseriyê digerin. Em çareseriyê li Enqere û Amedê dibînin. Em çareseriyê di hawîrdoreke wekhev, adil û demokratîk û jiyana hevpar de dibînin. Em di muzakereya demokratîk de dibînin û em dibêjin cihê muzakereyê parlamento ye. Me jinan bi destên xwe tovên aştiyê li axên xweş ên Anatoliya û Mezopotamyayê çand. Em bi biryar in ku tovên aştiyê bi destên xwe av bidin û aştî wek darên şîn û rengîn li axên Anatolya û Mezopotamyayê şîn bibin.
 
TÊKOŞÎNA JINAN
 
Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha domand: 
 
“Binêrin, ger em li mala xwe rûnin û yek bi yek li çareseriyan bigerin, ji xwe bawer bin ku em bi ser nakevin. Ger em hemû bi hev re têkoşîneke bi bandor bimeşînin, ji bo jinan bi taybetî di bin banê meclîsê de bi hev re bicivin, tevî cudahiyên xwe em dikarin bi ser bikevin. Binêrin me çi bi dest xistiye! Bi saya têkoşîna hevpar a jinan me di 9'emîn Pakêta Dadweriyê de gotara paşnavê jinan vekişand. Di salên dawî de di serdema desthilatdariya otorîter a AKP'ê de, mûxalefetê hema bêje ti made ji holê ranebû. Ger çend xal hatin vekişandin, bawer bin, jinan bi têkoşîna xwe ev yek bi dest xist. Ji Trabzonê heta Amedê, ji Îzmîrê heta Edeneyê em dikarin encamên têkoşîna hevpar û bi biryar a jinan li her derê bibînin.
 
Helbet ev têr nake jinên delal. Jin piştî zewacê jî bi awayekî defakto ji bikaranîna paşnavê xwe re tên astengkirin. Em careke din destnîşan dikin ku divê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bê şopandin. Em ê ti carî vê yekê li pey xwe nehêlin. Heta ev biryar bê dayîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
CÎHANEKE DIN PÊKAN E 
 
Jinên delal, werin em xewnekê bibînin, em bi hev re xewnekê bijîn. Werin em di her astê de xewna Tirkiyeyê bibînin. Di hemû astan de pergala hevserokatiyê heye. Werin em bi hev re bifikirin ku di rêveberiyên herêmî de şaredariyên jinan, dezgehên jinan û navendên têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û zarokan hene. Werin em bi hev re xeyal bikin ku em budçeyek hestiyar a zayendî çêkin. Werin em bifikirin ku me Wezareta Jinê ava kir; Werin em bifikirin ku em bi hev re guhertin û veguhertineke mezin a civakî bi taybetî di meclîsê de çêbikin da ku jin bi bandortir beşdarî siyasetê bibin. Werin em bifikirin ku polîtîkayên aborî yên adil li vî welatî tevdigerin, ku kes birçî namîne, ku kes nikare xwedan stargehek adil be bêyî ku xema dayîna fatûreyan, qertên krediyê an kirê bike. Bila hemû bifikirin ku em di nav aştî û aramiyê de dijîn.
 
EM Ê DI 25’Ê MIJDARÊ DE LI QADAN BIN
 
Me jinên li her derê Tirkiye û Kurdistanê ji bo daketina kolan û qadan dest bi amadekariyên xwe kirin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi dirûşmeya “Em di Jiyana Azad û Wekhev de israr dikin, Di Berxwedana Serhildana li Dijî Şîdeta Mêr-Dewletê de Em li kêleka hev in” dakevin qadan.
 
Di 25’ê Mijdarê de em ê li seranserê Tirkiyeyê bi hev re ji bo ked, nasname û bedena xwe biqîrin. Û em ê bibêjin, destên xwe yên bi xwîn ji laşê me bikşînin. Em ê di 25’ê Mijdarê de li dijî xizaniya jinan, bêkarî, îstîsmara kedê, şer, şîdeta mêr-dewlet û desthilatdariya mêtînger li qadan bin û em ê serhildana xwe mezin bikin.
 
Em ê bi hêvî û îradeyê meşa xwe bidomînin ku li van xakan aştiya bi rûmet ava bibe. Bê îstîsna em di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Werin em dengê xwe bilind bikin. Divê tu jin bi tenê nemîne. Werin em bi hev re bimeşin, em bi hev re bimeşin da ku em ji hev re bibin hêz, em ji hev hêzê bigirin. Em bi hev re xurt in. Jin, Jiyan, Azadî !"
 

Sernavên din

16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be HATE NÛKIRIN
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:35 Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e
11:26 Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin
10:39 Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!
10:16 Li Tatosê projeyên ji bo jinan
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN
18/11/2024
16:41 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
16:37 Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
16:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike
15:40 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
15:02 Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
14:43 Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
14:23 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
14:07 Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
13:31 Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?