Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e

  • rojane
  • 09:40 26 Mijdar 2024
  • |
img

ÎZMÎR – Jinên girtî bal kişandin ser tundiya li ser jinê û têkoşîna li dijî wê û destnîşan kirin ku têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e.

Jinên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê girtî, bi nameyekê ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Dijî Jinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şandin, tundiya li ser jinê û rêbazên têkoşînê nirxandin. Di nameya bi sernavê "Em bi felsefeya jin, jiyan, azadî xwe biparêzin" de wiha hat gotin: "Em hefteya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê di atmosfereke ku tundî lê zêde dibe pêşwazî dikin. Em encamên Şerê Cîhanê yê 3'yemîn ku bi demê re berbelav bûye û nav lê nehatiye kirin, bi awayekî giran dijîn."
 
'ÊRIŞA LI SER JINÊ BÎRDOZÎ YE'
 
Di nameyê de bal hat kişandin ku êrişên li ser jinê îdeolojîk in û ev tişt hatin gotin: "Wekî zayend, çîn û neteweya pêşî ya bindest divê em zemîna ku tundiya li ser jinê tê asayîkirin û rewakirin, bi baldarî analîz bikin. Êrişên li dijî jinê yên maddî û manewî, bîrdozî ne. Ji ber vê têkoşîneke bîrdozî divê. Yekpareyiya ruhî û bedenî ya me jinan, ji aliyê rejîmên nijadperest, zayendperest, neteweperet ên mêr ve kêlî bi kêlî rastî taciz û tecawizê tê. Tundî, diyardeyek e ku tevna exlaqî, polîtîk û siyasî ya inê dirizîne. Tespîta 'heya jin azad nebe civak azad nabe' di warê çareseriyê de pir girîng e. Ev rewş di heman demê de pênaseya şert û mercên em tê de ne jî.
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ BI XWEPARASTINÊ PÊKAN E
 
Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastina rewa pêkan e. Em ji her cure mafên mirovan û qanûnan bêpar in. Wekî navgîna meşrûkirina dewletê, hiqûq û qanûn mirov û saziya malbatê ku wekî prototîpa xwe dibîne diparêze. Azadiya jinê bi rêgezên wekhevî û edaletê dikare bê afirandin. Û ger li cihekî wekhevî û edalet nostaljîk bûbe û zemîna azadiyê nehiştibe, xweparastin mafekî bingehîn e. Têkoşîna îdeolojîk a li dijî tundiya li ser jinê bi xweparastinê pêkan e. Xweparastin; xurtkirina siyaseta demokratîk e. Siyaseta exlaqî polîtîkaya ewlehiyê ya civakê ye.
 
XWEPARASTIN
 
Wekî jin afirandina xweparastinê tê wateya; kûrkirina xwenasîn û hişmendiya zayendî. Wekî jin divê em rêbazên parastina bedenî û ruhî pêş bixin. Dijminîkirin û zimanê nefretê neyînî ne û parçe dikin. Li aliyê din jin ji aliyê xwe ve erênî û avaker in. Rêxistiniya herî xurt, bi hezkirina jinê ya ji bo hevzayenda xwe pêkan e. Divê cudahiyên me wekî hêmanên ku me dewlemend dikin, ne ku me ji hev cuda dikin, bên hesibandin. Daxuyaniya herî watedar a ku cudahiyên ziman, nijad, ol, netew û ramanê dike yek azadiya jinê ye. Dem hatiye, em li dijî statûkoya heyî ya mêraniyê, lkoletî û mêraniya hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst yên li dijî nirxên exlaqî bibin yek. Bi derbaskirina derûniya kolonyalîzmê, bi xwebawerî û her kêliya mezinbûna bi têkoşîna sosyalîst re em dikarin jin û civaka ji exlaqê azadiyê qut bûne sax bikin.
 
JINA AZAD, CIVAKA AZAD
 
Em jin û zarokên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin, di serî de Silaya pitik ku li Tekîrdagê, Narîn a li Amedê û Rojîn a li Wanê hat qetilkirin. Wekî jin em soz didin ku em ê hesabekî yekbûyî bipirsin û jin û civaka azad biafirînin. 'Jinên ku serî li ber wan natewînin efsûnî ne'. Em di serdemekê de ne ku jin bi hemû kelecaniya xwe pêşengiyê dikin. Em di serdema sedsala jinê de ne, ku em ê bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' ya ku li Îranê bi Mahsa Emînî re gerdûnî bû, bigihîjin rastiyan. Jidayikbûneke biêş be jî, em dizanin ku em ê civakeke azad ava bikin.
 
DI NAVA BETONÊN GEWR DE BERXWEDANEKE ZIHNÎ
 
Em hewl didin li zindanan li dijî polîtîkayên tundiyê yên ldi nava betonên gewr de hatine kûrkirin tenduristiya xwe ya zihnî biparêzin û bi vî awayî têdikoşin. Ev rastî, rastiyek e ku di her kêliyê de avakirina erênî hewce dike. Ev rastî rastiya me hemûyan e. Rastfêmkirina vê rastiyê diyar dike ku em ê çawa şer bikin. Û gava ku hûn çawayê bibînin, kes nikare we rawestîne. Heta ku em bi ser bikevin... Em we hemûyan bi germahiya jinan hembêz dikin û di xebatên we de serkeftinê dixwazin, bi baweriya ku em ê pêşerojeke azad biafirînin."
 

Sernavên din

16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
09:05 Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
09:01 Gelê Newrozê
09:00 ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
06:59 HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
10/03/2025
16:55 Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
16:39 Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
14:23 Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
13:56 Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:48 Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:12 Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
12:48 Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
11:39 Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
11:16 ‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
10:55 MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
10:40 Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû
10:14 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê dest pê kir
10:12 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
09:59 Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin
09:57 Aktîvîstê Belûc: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide me
09:35 Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje
09:02 Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Agirê azadiyê ku ev 2637 sal in nayê vemirandin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2025’AN
09/03/2025
17:12 DEM Partiyê kongreyên xwe yên bajar ên Çewlig û Eskîşehîrê li dar xist
16:43 Amedê piştgirî da banga Ocalan: Divê meclis komîsyonê ava bike
16:38 ‘Civînên Gel En ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kirin
16:24 ‘Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê berpirsyarên komkujiyan e’
15:50 Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû
15:49 Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet êdî gav biavêje
15:45 Ji bo betalkirina cezayê îdamê yê 3 jinên Kurd bang hate kirin
15:36 Tulay Hatîmogûllari: Em xwedî li têkoşîna Ocalan derdikevin
15:08 Peyama Ocalan a ji bo gelê Wanê: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
14:59 Bakirhan: Ocalan ji bo nêzikatiya ‘înkarger a dewletê dibêje ‘veguherin’
14:33 ‘Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
13:10 Di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
12:13 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em ê Rêbertiya xwe azad bikin
11:30 Fîlozofê navdar Edgar Morîn piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:00 Kesên piştî Meşa Şevê ya Femînîst hatin binçavkirin hatin berdan
10:35 HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî aşkera kir
10:00 Navendên ku Newroz bê pîrozkirin diyar bûn
09:49 Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:47 Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
09:45 Li Amedê jinek hat kuştin
09:34 Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje