STENBOL - Polîsên êrişî girseya ku li qada Şîşhane ya Stenbolê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto dikirin kir û nêzî 50 kesan binçav kirin.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ji bo protestokirina êrişên dewleta tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser Heleb û Rojavayê Kurdistanê li qada Şîşhane li hev civiyan. Gelek kesên ku parlementerên DEM Partî jî di nav de bûn hatin dorpêçkirin. Polîsên Tirk êrişî girseya ji derveyî dorpêçê ku vê pêkanîna keyfî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” protesto kirin, kir û 50 kesan bi êşkenceyê girtin.
Tevî hemû êriş û binçavkirinan jî girse bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Zext nikarin me biçewisînin” li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Heleb û Rojavayê Kurdistanê meşiyan.