ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê li Meclisê tayînkirina qeyûman protesto kirin.
Parlamenterên DEM Partiyê di Lijneya Giştî ya Meclisê de tayînkirina qeyûman protesto kirin. DEM Partiyiyan li maseyan xistin û dirûşmên “Qeyûm dê biçin, gel dê bên” û “Qeyûm derbe ye” berz kirin.
Li ser protestoyê, Gulîzar Bîçer Karaca ya CHP’î 10 deqeyan navber da rûniştinê. Piştî navberê jî protesto domiya û li ser vê yekê dîsa navber hate dayin.
Çalakiya DEM Partiyiyan piştî rûniştina duyemîn jî domiya.