ŞIRNEX - Sevîm Encû ku di Komkujiya Roboskê de 2 birayên xwe winda kir û hevjînê wê jî birîndar bû, diyar kir ku hevjînê wê Servet Encu tekane şahidê dozê ye û wiha got: “Lewma her tim zext li hevjînê min kirin. Mala me hate gulebarankirin, ji ber zextan me ji gundê xwe bar kir. Lê dîsa jî hevjînê min dev ji dozê berneda.”
Di 28’ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê 17 jê zarok 34 kes bi balafirên şer ên ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê rabûn ve hatin bombebarankirin û qetilkirin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî komkujiyê got: “Kesên hatine kuştin, PKK’yî ne.” Lêbelê piştî ku bûyer belav bû êdî nêçar man ku qebûl bikin. Lêbelê vê carê jî mijar beravajî nîşan dan û ketin nava hewildanê ku komkujiya hatiye kirin rewa bikin. Lêbelê pişt re rayedarên AKP’ê êriş parastin û vê carê gotin ku êriş bi zanebûn nehatiye kirin.
Piştî komkujiyê bi sedema “Bi teqezayî rê li ber mirinê vekirine” lêpirsîn hate destpêkirin û biryara nepeniyê hate dayin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 11’ê Hezîrana 2013’an de biryara “Bêrayetiyê” da û dosya ji Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Leşkerî re şand. Piştî îtîraza parêzeran a li dijî biryarê hatî redkirin, dosyaya lêpirsînê birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî ya Artêşê, di 7’ê Çileya 2014’an de têkildarî dosyaya lêpirsînê bi îdiaya “Tu qisûra TSK’ê nîne” biryara “neşopandinê” da. Piştî AYM’ê serlêdan red kirî û rêyên hiqûqa navxweyî xelas bûn, 281 kesan ku ji xizmên 34 kesan bûn, di 23’yê Tebaxa 2016’an de serlêdana şexsî ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Lê belê serlêdan di 17’ê Gulana 2018’an de bi hinceta “Belge kêm in” hate redkirin.
BI SER KOMKUJIYÊ RE 13 SAL DERBAS BÛN
Bi ser komkujiyê re 13 sal derbas bûn lê kujer hê jî nehatine darizandin û cezakirin. Sevîm Encû ku birayên wê Orhan (17) û Zeydan Encû (21) di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin û hevjînê wê Servet Encû birîndar bûbû, ji ajansa me re axivî. Sevîm Encû ku 6 meh beriya komkujiyê dayika wê jiyana xwe ji dest dide, îcar jî agahiya qetilkirina 2 birayên xwe digire. Bi ser qetilkirina birayên wê re 2 sal derbas nebûbûn ku bavê wê jî ji ber bêedeletiyê jiyana xwe ji dest dide. Piştî van êşan, êşa wan girantir dibe. Lê belê zehmetî û êşên ku ew dikêşê bi van re jî bisînor namîne. Ji ber ku hevjînê wê Servet Encû yê di komkujiyê de rizgar bûbû û tekane şahidê komkujiyê bû, zext, gef û êrişên dewletê yê li ser wan zêde dibin.
MALA WAN HATE GULEBARANKIRIN
Di 9’ê Adara 2014’an de mala Servet Encû ji hêla kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve bi çekan hate gulebarankirin. Ev êriş dema ku Encû û malbata li malê bûn hat kirin û di êrişê de zêdetirî 100 gule hatin bikaranîn. Ji ber zextên dewletê malbat ji Roboskê bar dike û berê xwe dide başûrê Kurdistanê. Lê piştî ku 9 mehan li wir dimînin nikarin debara xwe bikin û dîsa vedigerin Roboskê. Piştî ku vedigerin jî her carê qereqol û Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê ji bo îfadeyê bangî Servet Encû dike û jê dixwazin îfadeya xwe paşve bikşîne. Lêbelê Encû di sekna xwe de tawîz nade. Hê niha jî zext û gefên li ser malbatê didomin.
LI PEY BIRAYÊ XWE YÊ KU HATIYE QETILKIRIN ÇÛ Û EW JÎ HATE QETILKIRIN
Sevîm Encû, diyar kir ku herdu birayên wê di komkujiyê de hatine qetilkirin û ew roj wiha vegot: “Birayê min Orhan hema wê carê got, ‘dibistan dest pê dikin ez ê ji xwe re pîçekî pereyan kom bikim.’ Ew cara ewil bû diçû. Bavê min jê re got, 'neçe.’ Wî got; ‘Sersal nêzik dibe divê ku ez ji mamosteyê xwe re tiştek bikirim.’ Piştî ku ew çû, bû derengî û piştî wî birayê min ê mezin Zeydan çû. Jinbirayên min ewqasî jê re gotin,’neçe.’ Wî jî got,'ez ê vê carê biçim lê binêrim ka çawa ne.’ Ew jî çû. Dema ku birayê min Orhan ew tên bombabarankirin Zeydan ew jê dûr bûn. Zeydan û ew li ser axa Iraqê bû. Hevalê wî jê re gotiye, ‘Were em vegerin yên din hatin kuştin qet nebe tu ji dayik û bavê xwe re sax bimîne.’ Ew dibêje, ‘na piştî ku birayê min çû ez ji çi re me? Orhan mir ez ê çi hesab bidim dayik û bavê xwe.’ Ew jî dema ku diçe di bombaranê de hat kuştin. Bi ser re 13 sal derbas bûn lê weke ku îro çêbû ye. Yek saniye li ber çavê me naçe. Destê hemûyan di nava vê komkujiyê de hebû. Ew kesên ku destê wan di nava vê komkujiyê de heye me çi dîtiye ew jî wê bibînin.”
DAYIKA WÊ, 2 BIRAYÊN WÊ Û BAVÊ WÊ...
Sevîm Encû, bi lêv kir ku piştî birayê wê dilê bavê wê jî êdî nekarî vê bêedeletiyê ragire û jiyana xwe ji dest da. Sevîm Encû, got ku ew tişta ku dewletê aniyê serê wan ew ê tu caran jibîr nekin û wiha domand: “Her roj em vê êşê dikşînin. Çi heqê wan li me nebû ku ev tişt anîn serê me. Herkes diçû, serbestî bû û dinya xweş bû. Vê dewletê ji me re digot, ‘em tiştek li we nakin.’ Nêzî 2 seatan li wir sekinandin. Dema ku bombebaran kirin hê xwarina wan li erdê bûye. 6 meh beriya vê komkujiyê diya min jiyana xwe ji dest dabû û êşa wê jî hê pir nû bû. Piştre 2 birayên min hatin qetilkirin. Piştî ku 2 sal li ser komkujiyê derbas bû jî bavê min jiyana xwe ji dest da. Êdî dilê wî nekarî vê êşê rake. Bavê min gelek li bendê ma ku edelet pêk bê û kesên ku bûne sedemê qetilkirina birayên min bên darizandin, hesab ji wan bê pirsîn. Lê bi çavê xwe nedît. Ev 4 meh in ez neçûme mala bavê xwe. Çimkî ez biçim kesek wan deran nîne. Ne dayik, ne bav û ne jî bira... Komkujiya Roboskê winda kirin. Lêbelê hê baweriya me heye ku salekî, carekî ev kesên ku bûne sedemê komkujiyê derbixînin holê.”
MALA WAN HATE GULEBARAN KIRIN, NÊÇAR MAN Û MALA XWE BARKIRIN
Sevîm Encû, anî ziman ku piştî komkujiyê heta niha zext û gefên dewletê li ser wan zêde bûne û ji ber van zextan ew nêçar mane ku mala xwe bar bikin. Sevîm Encû, axaftina xwe wiha qedand: “Her carê bangî hevjînê min kirin da ku îfadeya xwe biguherîne. Hevjînê min tenê di vê komkujiyê de bi saxî xelas bû. Gelek kes hatin mala me ew guhdar kirin, gelek rojnameger hatin pê re hevpeyvîn kirin. Herkesî got, ‘em ê alîkariya te bikin’ lê kesek xwedê lê derneket. Lê êdî hevjînê min ji kesekî re naaxive. Dibêjê, 'êdî bes e ez westiyam.'
Piştî vê bûyerê li ser me zext û gefên dewletê zêde bûn û me ji vir bar kir û em çûn başûrê Kurdistanê û 9 mehan em li wir man. Digotin,'wê bigirin.' Em 9 mehan li wir man lê me nekarî debara xwe bikin. Piştre birayê min hate wê derê û ji me re got, 'werin tu kes tiştekî nake ma te çi kiriye te şerê dewletê kiriye ku tu newêrî bê?’ Birayê min em anîn vê derê dîsa. Piştî ku em hatin vê derê jî her roj daxwazî îfade dikirin. Rojekî hatin hevjînê min birin û li wir jê re gotin,'bêje heta niha min çi gotibe min nizanî min çima wisa gotiye, ez nizanim kê wisa kiriye.’ Lê hevjînê min Servet got,'welehî ez bextê xwe xerab nakim ez heqê wan 34 mirovan winda nakim, em her 34 bi hevre bûn, li ber çavê me wisa çêbû ez ê çawa bibêjim em nizanin kê wisa kir.' Leşkeran jê re gotiye,'hema tu dev ji îfadeyê xwe yê ku heta niha daye berde soz be tişta ku tu bixwazî em ji te re bikin, em zarokên te û mala te bikin memur.’ Lê hevjînê min ev tişt qebûl nekir û got,'na ez heqê wan winda nakim.’ Lê îro kesek xwedî lê derneket. Ev çend sal in em li vir in, em nebûn cerdevan, em nebûn sîxûr em minetê ji dewletê nakin. Em bi destê xwe, keda xwe qezenc bikin. Kesek ji birçan de namire lê yê ku çûyî ji dilê mirovî dernakeve."
MA / Zeynep Durgut