AMED - Serokê Dadgehê di doza Narîn Guranê de bertek nîşanî ap Erhan Guran ê pirsên têkildarî dîmenên derbkirinê dibersivand da û got: “Ka tu bi Xwedê dev jê berde. Min li nava çavê we nihêrt û ev pirs kir. Heke te bigota me niha ev nîqaş nedikir.”
Danişîn duyemîn a doza qetilkirina zaroka 8 salî Narîn Guran a ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hate dîtin, tê lidarxistin. Danişîn, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Dayika Narîn Guranê, Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar di dozê de tên darizandin. Ji bo her çar bersûcan jî cezayê muebbeta girankirî tê xwestin. Her 4 bersûc jî di saetên serê sibehê de anîn edliyeyê.
Beriya danişînê, derdora edliyeyê hate dorpêçkirin. Parêzerên aliyan di danişînê de amade bûn. Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê, parêzerên Baroya Amedê, parêzerên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên zarok û jinan tev li bûn.
NAKOKÎ NEHATIN ZELALKIRIN
Di danişînê de li îfadeyên girtî R.A. (15) hate guhdarîkirin ku li cem Salîm Guran dixebitî û ji ewil nexwestibû şahidiyê bike. R.A. li gel pedagog, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. R.A., got ku nayê bîra wî ka di roja bûyerê de saet çendan çûye gund.
R.A., diyar kir ku dema ji gund vegeriyayîn çûne nav zeviyê û Salîm Guran saet derdora 15.00’ê hatiye cem wan, qederê saet û nîvan li cem wan ma ye û piştre çû ye. Bi domdarî R.A., destnîşan kir ku tevî Salîm Guran saet derdora 18.30’an xwarin xwarine, piştre kesek li Salîm Guran geriyaye û bi qesda Narînê gotiye; “Keç winda bûye” û bavê wî û Salîm Guran bi hev re çûne.
Di danişînê de hevdîtina telefonê ya saet di 18.38’an di navbera Salîm Guran û R.A. de hatiye k irin hat guhdarîkirin. R.A., îdia kir ku têkildarî ketina fiskiyeyê axivî ne. Dadger, bal kişand ser girteka cendirmeyan amade kirî û got ku di girtekê de wiha tê gotin: “R.A. çêr li Salîm Guran kir, giriya û got ‘Dema Salîm hatî cem me, piyên wî şil bûn.’ Her wiha R.A. li Guran zivirî û got; ‘Ji ber te serê me kete belayê.’”
R.A., îfadeyên di girtekê de red kir û îdia kir ku tiştekî wiha negotiye. R.A., wiha domand: “Dozgerek û fermandarek hatin bi min re axivîn. Dema Salîm Guran hatî gel me, piyên wî asayî bûn, bala min nekişand.”
Ji R.A. pirsa; “Saet di 15.52’yê de hevdîtineke telefonê ya di navbera te û Salîm Guran de heye. Tu dibêjî ya hûn li cem hev bûn, heke hûn li cem hev bin wê demê dê çima bo te telefonê veke?” hate kirin. Piştî pirs cara duyemîn hate kirin, R.A., got: “Nayê bîra min.”
R.A., ji bo gotina dozger a ; “Saet di 17.26 û 18.27'ê de du hevdîtin tên kirin. Vê nakokiyê ji holê rake.” R.A. jî wiha bersiv da: “Ez li gorî texmîna xwe dibêjim, min li saetê nenihêrt.”
BERSIVÊN ‘NAYÊ BÎRA MIN’
Parêzer Nahît Eren jî çendek pirs ji R.A. kir. Eren, ji R.A. pirsî bê ka têkildarî îfadeya wî kesekê/î tiştek jê re gotiye yan na. R.A., got ku kesek bi wî re neaxiviye.
Eren, pirsa “Piştî bavê te karker birin nav zeviyê û vegeriyayî, wê rojê ji bilî bavê xwe û Salîm te kesek li nav zeviyê dît an na?” kir. R.A. jî wiha got: “Hin kesên her serê sibehê cûlix, berxikên xwe di anîn hebûn. Nayê bîra min ka di roja bûyerê de hatibûn an na.” Ji bo pirsa “Te got ku tu careke din çûyî gund. Dema wê nayê bîra te?” jî wiha got: “Nayê bîra min.”
Ji bo pirsa “Bavê te çendek dem piştî çûyîna nav zeviya jêrê hate cem te?” jî R.A. wiha got: “Saet derdora 18.00’an bû. Ez qet li saetê nanihêrim. Bi qasî nîv saet piştre. Ava zeviyê xelas bûbû. Çû nav zeviyê û hat.” Ji bo pirsa “Dema Salîm Guran hatî cem te, çi li xwe kiribû?” jî ev bersiv da: “Nayê bîra min lê cilên nav zeviyê nebûn. 15-20 deqeyan piştî çûna bavê min ew jî çû, cilên xwe guherand û hat. Vê carê cilên nav zeviyê li xwe kiribû.”
Ji parêzerên miştekiyan Aydin Ozdemîr jî pirsa “Saet derdora 16.00 û 18.00’an de Salîm Guran li cem we bû yan na, qet ji cem we çû?” kir û R.A. got: “Li cem me bû.”
R.A., ji bo gelek pirsên din jî bersiva “Nayê bîra min” da.
LI ŞIVANÊ HATIYE DERBKIRIN HATE GUHDARÎKIRIN
Weke şahid li şivan Ahmet Akgun hate guhdarîkirin. Beriya îfadeya Akgun, dîmenên kameraya birayê Salîm Guran ê bi navê Erhan Guran xistiye mala xwe hatin temaşekirin. Parêzerên bersûcan îdia kirin ku delîla heyî “ne delîleke li gorî hiqûqê ye.” Serokê dadgehê got ku dîmen li gorî hiqûqê ne û biryar da ku bên temaşekirin.
Di dîmenan de eşkere bû ku malbatê civîn li dar xistiye, şivan Ahmet Akgun jî tev li civînê bûye û hatiye derbkirin. Li ser dîmenan, Ahmet Akgun di danişînê de dest bi girî kir. Akgun, got ku di roja bûyerê de Erhan Guran bangî wî kiriye û jê pirsî ye bê ka tiştek bihihstî ye yan na û wiha domand: “Ez birim aliyê piştê. Şimaq li min xistin, cilên min çirandin. Piştre jî saetek diyarî kirin.”
Akgun, diyar kir ku di roja bûyerê de li cem heywanan bû, tu tiştek nedîtiye. Akgun, got ku tu kesekî gef li wî nexwarine. Serokê dadgehê pirsa “Navbera Nevzat û Salîm çawa bû?” kir û Akgun ev bersiv da: “Mîna birayên hev bûn.” Ji bo pirsa “Te derheqê Narîn de qet tiştek got, te qet dît?” jî Akgun, got: “Nizanim.”
Dozger, gotinên Akgun ên “Ji ewil bangî min kirin, ez tirsiyam ku li min bixin” ên di dema bernameyeke televîzyonê de kiribû bi bîr xist û wiha got: “Te çima gotineke wiha kir? Gelo wiha bi tu kesên din kirin? Te gotiye dê li min bixin, bibêje ka te çima wisa gotiye.” Akgun jî got: “Gotineke min a wisa nayê bîra min.”
BERSIVÊN DIŞIBIN HEV
Dozger, pirsa “Ji te ewqas dipirsin û piştre jî Erhan tînin wê derê. Hewl didin ji te agahiyan bigirin bê ka tu tiştekî dizanî yan jî tiştên wan bihîstin tu dizanî yan na. Gelo ji bo vê pirsan ji te dikin?” kir. Akgun, wiha got: “Şimaq li min xistin. Birêz dozger ma ez ê ji ku bizanim. Dibêjin; ‘tu li cem heywanan bû, tu niha teqez rast hatiyî.’ Lê ez nizanim.” Ji Akgun pirsa; “Tu di vîdeoyê de dibêjî ‘we çima Enes ne got’ dikî.” Akgun jî wiha bersiv da: “Erham li pêşberî min diaxive lê ez nizanim qala çi dikin. Tişta ku ez dikarim bibêjim ev e, min tiştek nebihîst û nedît.”
Hem dozger hem jî parêzerên miştekî pirsa “Çima tundî li te kirin” ji Akgun pirsîn. Akgun jî got: “Nizanim çima li min xistin.” Enes Guran bi gotina; “Kê navê min gotiye, ez mereq dikim ka ew kî ye. Derheqê min de çi axivî ne, çi gotine, nizanim.” pirs ji Akgun kir bê ka çi dizane yan jî nizane. Akgun, jî wiha got: “Ez nizanim.”
Di danişînê de weke şahid li apê Narînê Erhan Guran tê guhdarîkirin.
ÎDIAYÊN ERHAN GURAN
Serokê dadgehê, weke şahid li apê Narînê Guranê, Erhan Guran guhdarî kr. Ji Guran têkildarî vîdeoyê û sedema derbkirina şivên pirs hate kirin. Guran, wiha got: “Zarokek a malbata me winda bûbû. Saet di 7’ê de winda bûbû. Saet di 6’ê de yekî got; ‘Min zarok dîtiye.’ Min jî dît ku ev şivan saet piştî saet 6 û nîvê ber bi gund ve tê. Min jî got; ‘Ahmet tu dikarî werî.’ Hat. Min jê pirsa ‘Keça me winda ye, te tiştekî dîtiye, agahiyeke te jê heye?’ kir. got; ‘Min tu tiştek nedîtiye.’ Reviya, kete nava liv û tevgereke cuda. Ne ji derê malê re, xwe li ser dîwarê hewşê re avêt. Min ji cendirmeyan re got ku liv û tevgerên wî yên biguman hene. Piştre dema me xwarin dixwar, min got; ‘Bangî Ahmet bikin, wî bînin vê derê.’ Şika me jê hebû. Ez dibêjim; ‘Te Narîn dîtiye yan na.’ Dibêje; ‘Min nedîtiye.’ Me guman jê bir lewma me wisa kir. Piştre got dîtiye lewma em çûn cem Kayayan û em bi Şeyma Kaya re axivîn.”
Serokê Dadgehê; “Di danişîna din de me pirsa ‘we tu jêpirsîn kiriye yan na?’ kir. Wê demê te çima negot? Te çima negot me guman ji şivê bir û me pirs jê kirin?” Guran jî got; “Nehat bîra min.” Serokê Dadgehê got; “Ka tu bi Xwedê dev jê berde. Min li nava çavên te nihêrt û ev pirs kir. Heke te wisa bigota me niha ev nîqaş nedikir.” Guran, ji bo pirsa serokê dadgehê ya “We şivan bire aliyê piştê û tundî lê kir yan na?” jî wha got: “Min destê xwe nêzî şivan nekir. Çendek şimaq lê xistine lê nizanim.”
Serokê Dadgehê ji Guran pirsa “Hûn hinek tiştan vedişêrin. Guman heye ku senaryoyek hatiye çêkirin.” Guran jî wiha got: “Li ser malbatê senaryo tê çêkiin. Li cem me senaryo tune ye.”
BAV GURAN AXIVÎ
Piştî şahidan, bav Arîf Guran axivî. Arîf Guran, ji bo pirsa “Gelo tiştekî ku hûn dixwazin li ser zêde bikin an jî hûn dixwazin were lêkolînkirin heye yan na?” ev bersiv da: “Keça min di navbera saet 18.00-19.00’ê de xistin hundirê gund. Dema ev kes (Ahmet Akgun) di wê saetê de hatî gund kî dît? Li wî gundî 300 kes hene. Ma tu kes nedît? Lê mixabin wê saetê me kesek nedît. Gotin ‘kameraya balafirgehê xerab bû.’ Me ev tesaduf tevek rastî keça min hatine?”
Di danişînê de ji bersûcan hate pirsîn bê ka tiştekî dixwazin bibêjin heye yan na. Nevzat Bahtiyar, got: “Tiştekî ku dixwazim bibêjim, bixwazim were lêkolînkirin tune ye.”
Bahtiyar, ji bo pirsên hatine kirin bersivên weke “Nizanim” û “Nayê bîra min” da. Parêzeran, nakokiyên di îfadeyên Bahtiyar de pirsîn. Lê Bahtiyar nexwest bersiva van pirsan bide. Bahtiyar, îdia kir ku tiştekî vedişêre tune ye.
Parêzerê Yuksel Guranê, Yilmaz Demîrel jî wiha got: “Di rapora Narînê de li herêma ling de, di bincilên wê de mînaka PSA’yê hate dîtin. Anku hêmayeke beriya spermê ye.” Bahtiyar, "Teqez tu tiştekî weke tişta di serê de derbas dibe tune ye.”
'DÎMEN GUHERAND’
Parêzerên bersûc ji Bahtiyar pirsa “te sepana hejmartina gavan bi kar aniye yan na” kir. Bahtiyar jî got “Nayê bîra min.”
Piştre jî mafê axaftinê dan Salîm Guran. Guran got ku wî qeydên dîmenên Qereqola Darayê xwstine û serokê dadgehê jî pirsa “Ez nikarim biçim baregeha leşkerî ya li herêmê, ma tu bawer dikî ku kesek çûye wir û ew dîmen guherandiye?” jê kir. Guran jî got; “Dibe” û xwest qeydan derxînin holê.
Piştre jî Yuksel Guran axivî û got: “Tekane daxwaza min ew e ku kujerê Narînê bê dîtin.” Enes Guran jî got ku tiştekî bibêje tune ye. Piştre jî parêzeran pirs ji her sê bersûcan kirin. Bersûcan zêdetir bersivên weke “Tune ye”, “Nizanim”, “Ez qebûl nakim” û “Nayê bîra min” dan. Serokê dadgehê got ku dê piştre ji bo parastinê mafê axaftinê bide bersûcan.
Parêzerên bersûcan gotin ku baweriya wan bi rapora kesên pispor nayê û îdia kirin ku bêalîtiya xwe winda kirine û xwestin ev rapor were redkirin. Di heman demê de parêzeran xwestin dîmenên kamerayan bên başkirin.
Dozger jî got ku ew mutalaaya xwe dubare dike û dê piştî navberê bi kurtasî vebêjin.
Dadgehê navbera da danişînê.