AMED - Di doza qetilkirina Narîn Guranê de bersûc Nevzat Bahtiyar parastina xwe kir. Bahtiyar, Salîm Guran sûcdar kir û wiha got: “Tu hatî û te cenazeyê Narînê da min.”
Danişîna duyemîn a doza Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bûbû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hatibû dîtin, di roja duyemîn de li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê didome. Ji bersûcan dayika Narîn Guranê Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar tev li danişînê hatin kirin. Li gel parêzerên aliyan, Baroya Amedê, gelek rêxistinên jin û zarokan û siyasetmedar jî di danişînê de amade ne.
Danişîn, piştî navbera nîvro bi parastina Nevzat Bahtiyar didome.
BAHTIYAR: MIN NEKUŞT
Nevzat Bahtiyar, îdia kir ku wî Narîn nekuştiye lê cenaze bi xwe re biriye û wiha got: “Cezayê veguhestina cenazeyê çiqas be ez amade me cezayê xwe bikişînim. Lê Salîm bi destên xwe cenaze da min. Got; ‘Parçe parçe bike û winda bike.’ Bi ser min de tên. Her kes hewl dide xwe biparêze. Parêzerê Salîm çendek gotinên nexweş ji min re got. Got ku min bi hovane avêtiye govê. Ma ez ê çima ji jorê biavêjim xwarê? Belkî yek ji jorê min bibîne.”
Bahtiyar, bal kişand ser gotinên parêzer Akdag ên der heqê rojnamegeran de û wiha got: “Tu kesekî mudaxileyî rojnamegeran nekir. Ez wan nas nakim. Wan jî ez nedîtim. Roja ez hatim girtin, ji bo îfadeyê birin. Li wir kesekê ez nas bikim tune bû. Tenê fermandarê qereqolê hebû. Min ew nas nedkir. Beriya temînata malbat xwe, ez neçar mam ku derewan bikim. Malbata min di ewlehiyê de nebû û min derew kirin, ez tirsiyam. Malbata min hate girtîgehê û hîn bûm ku di ewlehiyê de ne.”
Bahtiyar, ji bo Guran got; “Tu hatî cem min û te Narîn da min. Ez vê înkar nakim lê min ew nekuştiye. Ez wiha dibêjim, ez rastiyê dibêjim. Bila ew jî sûcê xwe qebûl bikin. Ez nikarim îftîrayan li van bikim. Min çi bihîstî be, çi bizanim wê dibêjim.”
Danişîn, bi parastina parêzerê Bahtiyar, Alî Eryilmaz didome.
‘HEWL DIDIN JI SÛC XELAS BIKIN’
Parêzerê bersûc Nevzat Bahtiyar, Alî Eryilmaz jî bertek nîşanî îdiayên parêzer Akdag ên derheqê miwekîlê wî de da. Eryilmaz, wiha got: “Ji bo ku tu ji kesekî re bibêjî kujer an jî gotinên mîna wê, divê biryarek hatibe dayin. Di dozê de miwekîlê min û yên din bersûc in. Lewma jî em qebûl nakin ku parêzerên bersûcên din ji miwekîlê min re bibêjin kujer. Me têkildarî mijara namûsê ya nava malbatê tu parastin nekiriye. An jî me parastina xwe li ser vê amade nekiriye. Me heta niha çi gotibe, bi belgeyan axivîn. Gotinên ku me îftîra kiriye, bêexlaqî ye.
Eryilmaz, diyar kir ku ew tawanbarkirina miwekîlê xwe ji hêla bersûcan ve qebûl nake û wiha got: “Tekane tişta dikin, gotina ‘Nevzat cînayet kiriye.’ Di destê wan de ne delîlek heye ne jî şahidek. Hewl didin xwe ji sûc xelas bikin. Di nava dosyayê de ewqas delîl hene.. Me gelek delîl pêşkeş kirin.”
BALKIŞAND SER SALÎM GURAN
Eryilmaz, anî ziman ku bersûcên ji malbata Guranê dizanin bê kujer kî ye lê “rola mexdûrbûnê” dilîzin û wiha domand: “Hatine cem hev û gotine ‘Em ê çawa bikarin Enes ji vî karî xelas bikin û rizgar bikin.’ Tişta ji destê wan hatiye kirine. Ewqas kes 19 rojan li Narînê geriyan. Mezintirîn operasyona rizgarkirinê ya Tirkiyeyê hate kirin. Lê tevî vê jî ew keç nehat dîtin. Çima nehate dîtin? Dema li Narînê digeriyan, 95 îxbarên sexte hatine kirin, 2 caran îxbarên şewatê hatine kirin, şimika bi heman rengî û modêlê hate dîtin, wesayîtên hatin û çûn, şahid, xapandina cendirmeyan... Heke ji ber van nebûya dê Narîn di nava 2-3 rojan de bihata dîtin. Lê van nexwestin Narîn were dîtin. Qebehetek kirin û ji bo neyê dîtin tişta ji dest hatî kirin. Wiha fikirîn; ‘Hek were dîtin jî dê hemû delîl tune bibin û tiştekî aydê me dernekeve û em ê jê xelas bibin.’ Lê wekî wan difikirî nebû.”
Eryilmaz, got ku Salîm Guran ji ewil ji fermandar re gotiye saet di 15.00-15.30, piştre gotiye saet di 16.00-16.30’ê û herî dawî jî gotiye saet di 17.00-17.30’ê de winda bûye û wiha domand: “Her carê saeteke cuda got. Gelo ma dê ewqas reşkirina delîlan ji bo Nevzat bikin? Ma çi qedr û qîmetê Nevzat ji bo vê malbatê heye? Dema em li şêweyê çêbûna cînayetê dinêrin, dibînin ku di kêliyê de bûye. Lewma eşkereye ku di nava malbatê de hatiye kirin. Di nava malbatê de ji Nevzat nayê hezkirin. Gelek kes hene lê çima bangî Nevzat dikin û cenazeyî didin wî? Wê rojê her kes ji bo dawetê çûye, qaşo kesek li gund nema ye. Heke kesek li gund nema be.. Li gorî gotinan navbera wan pir baş e. Salîm dizane ku Nevzat li mala xwe ye. Dibêje; ‘Ez ji vî re çi bibêjim dê bike.’ Ma kî ji Nevzat dikare baştir were bikaranîn?”
Eryilmaz, îdia kir ku tekane îfadeya ku divê esas were girtin ê miwekîlê wî ye û wiha got: “Em ji raporê bazê bawer nakin lewma em qebûl nakin. Dibe ku raporên kesên pispor sexte bin. Em qebûl nakin ku weke belgeyeke hiqûqî were qebûlkirin. Piştî qeydên kamereyan ên cendirmeyan hatin lêkolînkirin, li xwediyê erebeya sor dinêrin. Xwediyê wê, kurê Nevzat Bahtiyar derdikeve. Dema ji bo girtina kurê wî diçin; dibêje ‘Hûn ne li kurê min li min digerin’ û teslîm dibe. Her wiha di mehekê de Salîm û Nevzat 45 caran bi hev re axivîne. Ev jî teqebûl dike ku her 2 rojan carekê axivî ne.”