NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bi canê xwe diparêzin” derket pêşberî xwînerên xwe.
Hejmara 266’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bi canê xwe diparêzin” bal kişand ser mertalên zindî yên li ser Bendava Tişrînê ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê bedena xwe kirine mertal.
Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “Pêvajo mîrasê canfedayan o” cih da analîzeke kirmanckî û bal kişand ser kesên ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan canê xwe feda kirine.
Rojnameyê di bin manşetê de jî cih da nûçeya rûpela Jin a bi sernavê “Cil û bergên kurdî” û bal kişand ser rola cil û bergên Kurdî ya di çanda kurdan de.