MÊRSÎN - Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin de axivî û got: “Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin.”
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê hatiye destpêkirin, di roja 17’an de didome. Bi beşdariya partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî daxuyanî hate dayin. Di çalakiyê de pankartên “Em rê nadin qeyûm”, “Rêzê ji îradeyê re bigirin” û dovîzên “Jin, jiyan, azadî” û “Hilbijartî îradeya me ne” hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Zext nikarin me têk bibin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Qeyûmê dizek ji Akdenîzê bicehime” hatin berzkirin.
'EM Ê XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVIN’
Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen di daxuyaniyê de got ku îktîdar ji bo berjewendiyên xwe gelek bêhiqûqtiyan dike. Esen, ev tişt anî ziman: “Ev 17 roj in em li dijî qeyûm îradeya xwe diparêzin, paşvegavê naavêjin û li ber xwe didin. Mixabin tevî ewqas axaftinên me jî dozgeran heta niha ji hêla hiqûqî ve tu tiştek nekirine. Em careke din dibêjin; dijminên esasî yên vî welatî ew kes in ên ji bo polîtîkayên rantê û ji bo mezinkirina sermayedarên xwe qeyûman tayîn dikin. Em ê vê qebûl nekin û xwedî li îradeya xwe derkevin.”
‘TAYÎNKIRINA QEYÛMAN SÛCEKÎ MAKEZAGONÎ YE’
Hevseroka Şaxa Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) a Mêrsînê Husniye Çelîk jî wiha got: “Em li dijî van bêhiqûqiyan e. Weke ku hûn jî dizanin mafê bijartin û hilbijartinê mafekî makezagonî ye. Lê ji sala 2016’an heta niha ev îktîdar van mafan xesp dike. Bi tayînkirina qeyûman re dibêje ‘ez mafê we yê bijartin û hilbijartinê nas nakim.’ Ev hem sûcekî makezagonî ye hem jî sûîqestekê li dijî aştiya civakî ye.”
Nobet, bi çalakiya rûniştinê domiya.