ESKÎŞEHÎR - Mehmet Cezaî Yildiz ku bi xeyala akademîsyeniyê qeyda xwe li Beşa Zanistên Siyasetê ya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê çêkir, ji ber zextan dev ji dibistanê berda û li bajar dikana tûtinê vekir.
Mehmet Cezaî Yildiz xwendekarê Beşa Zanistên Siyasetê ya Zanîngeha Osmangaziyê yê Eskîşehîrê bû. Yildiz, bi xeyala akademîsyeniyê hat dibistanê lê ji ber zextan neçar ma ku dev ji dibistanê berde. Dema li zanîngehê dixwend, ji ber tev li çalakî û xwepêşandanên demokratîk bû, gelek caran hate binçavkirin û der heqê wî de lêpirsîn hatin destpêkirin.
Yildiz, anî ziman ku puanên wî hatine daxistin û ji ber ku tev li meşa di salvegera qetilkirina Alî Îsmaîl Korkmaz bûye, bursa wî ya KYK’ê hatiye birîn. Yildiz, wiha got: “Ji ber vê meşê der heqê min de doz hate vekirin. Min beraet kir û tazmînat wergirt lê belê bursa min a KYK’ê nedan.”
JI BER PARVEKIRINA MEDYAYA DIJÎTAL HATE BINÇAVKIRIN
Yildiz, da zanîn ku ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal gelek caran hatiye binçavkirin û wiha got: “Profesor Mûstafa Karasu têkildarî erdheja Stenbolê daxuyanî dabû û li şûna wêneyê wî wêneyê Mûstafa Karasu yê PKK’î hatibû bikaranîn. Min jî li ser vê parvekirinê, peyama ‘Ji bo Rasatxaneya Kandîlliyê dema herî îdeal’ parve kiribû. Piştî parvekirinê bi ser mala min de girtin û hatim binçavkirin.”
JI BER ÇALAKIYÊN QEYÛM HATE GIRTIN
Yildiz ku tev li çalakiyên li dijî şert û mercên nebaş ên li wargehên KYK’ê hatin lidarxistin bû, hate binçavkirin. Yildiz, got ku ji ber ku tev li çalakiyên li dijî hewldana tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûye, hatiye girtin. Yildiz, wiha domand: “Polîsan di 14’ê Gulana 2024’an de bi ser mala min de girtin û hatim binçavçkirin. Di heman rojê de hatim girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê. 4 mehan girtî mam û di 10’ê Îlonê de hatim berdan. Hêj niha jî sedema girtina min nehatiye eşkerekirin.
JI NEÇARÎ DEV JI DIBISTANÊ BERDA
Ji ber van sedeman neçar mam ku dev ji dibistanê berdim. Min Tabacco Shop (Tûtinfiroş) vekir. Dema dixwînim her wiha dixebitim. Mîna ji hemwelatiyê hatin derxistin niha jî ji dibistanan hatin avêtin. Heke tu li gorî dilê wan nebî, girtîgehê hêjayî te dibînin.”
MA / Enes Beyaz